Rohat Alakom
Koçkirina (25-2-2024) dostê kurdan Olof G Tandberg bi taybetî di nav kurdên Swêdê de xemgînî û valahîke mezin peyda kir. Mafên hindikayiyan, komên etnîkî û bi taybetî jî mijara kurdan hertim di rojeva wî de bû. Heta wefata xwe jî wî rewşa kurdan dişopand, ew bi salan bûbû heyranê kurdan. Li jêrê dixwazim bi kurtî jîyana wî bidim nasandin. Hevnaskirina wî kurdan diçe dighêje salên 1960yî. Komîteya Kurd ya Swêdî (Svenska Kurdkommittén) dema di sala 1966an de saz bû, Märta Hansson dibe sereka komîteyê, Olof G Tandberg û M. Nordlander jî di nav komîteyê de cîh digrin. Bi sazkirina vê komîteyê swêdiyan xwestiye piştgirtiya kurdan bikin û ji wan re bibin alîkar. Hin endamên komîteyê yên kurd jî hebûne, wek Dr. Selahaddîn Rastgeldî û Cemal Alemdar. Komîte gelek çalakî, kar û barên giranbiha pêk tîne, alîkarîke mezin a mirovî ji bo kurdên başûr nîşan dide. Lê mixabin piştî demekê di sala 1967an de sereka komîteyê Märta Hansson diçe rehmetiyê. Li cîhê wê Olof G Tandberg dibe serekê wê. Dema Olof G Tandberg cara pêşîn di salên 1960yî de nasiya xwe dide kurdan, vê demê hejmara kurdan li Swêdê ji dehan kes kêmtir bûye. Di sala 1970yî de dema li Kurdistana Iraqê kurdan mafên xwe yên otonomiyê bi dest xistin, piştî kar û barên gelek kêrhatî pênc salan êdî vê komîteyê jî di heman salê de xwe belav kiriye.
Bi taybetî ji bo ku pêwendiyên vê komîteyê ligel komîteyên din ên li Skandînavyê (Norweç, Fînland û Izland) re pêşda herin, wî gelek hewl daye û di salên 1966-1970yî de alîkariya doza kurdan kiriye. Olof G Tandberg yek ji wê nivşa kevn e ku pêwendî û têkiliyên xwe bi kurdan re ev çil sal in heta niha jî berdewam kiriye.
Tandberg wisa jî yek ji wan kesan tê hesibîn ku di dewra modern de li Swêdê cara pêşîn li pirsa kurdan xweyî derketiye. Ew gelek caran di medya swêdî de jî pêşta hatiye û di derbara kurdan de nivîs weşandine. Ew wek pisporê hindikayiyan jî hatiye nasîn û parastina mafên wan yên mirovî timê di rojeva wî de bû. Demekê bûye serekê beşa Komita Unescoyê ya Swêdê û sekreterê karên der ê Akademîya Zanistî ya Qiraliyetê.
Hin nivîsên wî di van salan de gelek bala xwendevanan kişandiye. Olof G Tandberg di sala1966an de çîrokek li ser mijara kurdan nivîsîye: “Çîroka li ser petrola efsûnî ya ku gelek (xelq) ji holê rakir” (Sagan om den magiska oljan som trollade bort ett folk, Fönstret, nr 9, 1966). Ev çîrok paşê bi zimanê fînî jî der çûye. Di sala 1967an de pirtûkek di derbara rewşa kurdan li Iraqê û tekoşîna gelê kurd ji bo azadiyê li Swêdê hate weşandin. Pirtûk bi alîkariya Komîteya Kurd ya Swêdê derketiye ku Olof G Tandberg jî di nav refên wê de bi aktîvî kar dikir. Di vê pirtûkê de baş xuya dike ku gelê kurd zordestî, lêdan û zilmeke çawa mezin li Iraqê dîtîye û çawa hewcedarî alîkariyê ye. Ev cara pêşîn bû pirtûkeke wiha di derbara rewşa kurdan a aktuel de li Swêdê dihate weşandin: “Şerê Jibîrkirî-Rapor ji Kurdistana Iraqê (Det glömda kriget - Rapport från irakiska Kurdistan, 1967). Komîteya Kurd ya Swêdê Dr. Selahaddîn Rastgeldî şande Kurdistanê bona rewşa Kurdan bi çavê xwe bibîne. Piştî vegerê Dr. S. Rastgeldî ev pirtûk nivîsî.
Têkiliyên Olof G Tandberg ligel ronakbîr, nivîskar û hunermendên kurd li Swêdê hertim hebûn. Tandberg pêşgotineke dirêj ji bo xebata min ya bi navê “Têkiliyên swêdî-kurdî di nav hezar salan de (Svensk-kurdiska kontakter under tusen, Apec, 2000) nivîsî. Tenê bi vê nema di warê belavkirina vê pirtûkê de gelek hewl de bona ew têkeve destê gelek xwendevanên swêdî. Wî bi sedan adrêsên kes û dezgehên swêdî yên giring dane weşanxanê bona ji wan re nimûneyek bê şandin. Ji ber vê jî di derbarê pirtûkê de gelek danasîn di çapemeniya swêdî de hatin weşandin.
Olof G Tandberg di sala 2008an de daxwaza xwe ya here mezin bi cîh anî. Bêtir ji bo xortan û zarokan pirtûkeke swêdî bi wêneyên gelek xweşik û bi formateke şirîn li ser Kurdistanê weşand. Ev pirtûka bi navê “Li ser Kurdistanê ABC-Raporeke Şexsî” derket (ABG om Kurdistan- en personlig redovisning, Apec, 2008). Şahîyeke din jî heman salê benda Tandbergê bû. Kurdên Swêdê vê demê kiribûne edet her sal bi navê Gala Kurd şahîyek pêk dianîn. Di vê galayê de xelatek didan kurdekî li Swêdê û swêdîkî/ke dostê kurdan. Di sala 2007an de jurîyê xelata vê galayê wek “dostê kurd” da Olof G Tandberg. Piştî dostanîya qasî 50 salan Tandberg xelateke wiha bi rastî gelek heq kiribû! Êdî navê vî swêdîyî, navê vî camêrê xas kete kûrahîya dilê kurdan.
Tandberg di dawiya kalbûna xwe de biryar da ku hemû wan dokumentên di derbarê kurdan de bi salan berhevkiribû dîyarî min kir. Di nav van dosyan de gelek nivîsên ku wî û kesên din li ser kurdan nivîsîn hebûn. Dokumentên komeleyan, belevok, name, nexşe, kovar û rojnameyên ser kurdan, danasînên pirtûkan û gelek tiştên din. Wî ev dokument bi pergal parastibûn û di dawiyê de ez bûm xweyê wan. Carekê heval Elî Coşar telefon ji min re vekir: “Tu niha li malê yî, Tandberg ji te re çend dosya dokumend şandin û ez ê bi erebê bêm wan teslîmî te bikim”. Piştî nîv saetê min ev dîyarî wergirtin. Bi rastî gelek dilşa û serbilind bûm. Ew lêkolînên ku min di derbarê têkiliyên kurd û swêdiyan de dikir, gelek kêfa wî dianî. Carina dema wî ez didam nasandin, bi laqirdî digot: “peşmergeyê kulturê”. Ez jî jê re dibêjim “Di nav nûrê de bijî!”.
Wêneyê bergê: Olof G Tandberg, Elî Çîftçî û Rohat Alakom