Muzaffer Özgür
Tê zanîn ku ji şerê cîhanê yê yekem û bi şûnda, li Anatolîyê şer di navbera tirk (bi alîkarîya kurd û çerkezan) û yonan de berdawam kiribû. Leşgerên yonan Anatolî heta dor Enqerê bindest kiribûn. Di wî şerê Anatoliyê de leşgerên yonan hatibûn herema Anatolîyê jî. Li gundên kurdên Anatolîyê tirs ketibû dilê gel. Ji bona ku ar û namûsa xwe biparêzin, gundîyan keç û bûkên xwe ji gundê xwe bi dûrdixistin an jî dema yonan hat li dor alîyê gund û mala mêze dikirin ew vedişartin. Hekata me jî li ser wê ye.
Li gundekî kurdan yê heremê, li malekê qîzeka pir delal hebûye. Navê xwe Kêzê bûye. Salê wê 1718 bûne. Rindîya wê ji gundên cîran va jî dihatîye zanîn. Pir xortên heremê daxwaz kirine ku bi delala deşta Haymanê re bizewicin. Pir axler û begler, xort û mezin, dewlemend û xizan hatine ji bavê wê ew xastine, lê wê qabûl nedikiriye. Dê û bavê wê û malbata wê daxwaz dikirine ku wê bi pismamê wê re bizewicînin. Lê qîza malê ev daxwaza malbata xwe jî erê nedikiriye.
Şevekê yonan hatiye doralîyê gundê wan girtîye, wan nedikanîye ji gund derkevin û berê xwe bidin rojhelat, berva Enqerê herin. Malbatê xwestiye ku qîza xwe veşêrin lê bêçare bûne.
Bavê qîzê planekê dike û bi alîkarîya malbata xwe di aşxaneya mala xwe da di baceya agirdangê (ocax) de qîza xwe vêdişere. Ji bo çend rojan xwarin û vexwarina wê jî dikin baceyê. Û bi kerpîçan dîwarekî li ber çêdikin.
Pismamê Kêzê jî pir daxwaz dikiriye ku bi dotmama xwe re bizewice lê wê qebûl nedikiriye. Ji ber wê jî ev pir aciz bûye. Hertim daxwaz dikiriye ku zîyanekê bide wê.
und, ew hemû mêran li meydana gund berhev dikin û dîtinên xwe û hatina xwe ji wan re eşkere dikin. Ji bo xwarina leşgeran û yêmê hespên xwe alîkarîyê dixwazin. Di mala kê da çend kes hene gerek gundî wan agahdar bikin. Sozê didin wan ku eger ew tu îxbar û îxanete nekin, tu zerar û zîyanê nadin mal û canê wan. Gundî li hev kom dibin û biryarê digirin ku her malek pezekî bide wan û ji bo hespan jî mêrg, ka û malbatên dewlemend jî ceh bide.
Dema gundî ji bo xorintên xwe wan agahdar dikin, bavê Kêzê behsa wê nake. Leşger jî bi mal mal digerin, mêze dikin. Pismamê qîzê tere ba serleşker û mala apê xwe îxbar dike. Behsa vêşerandina(veşartina) dotmama xwe û derewên apê xwe dike. Serleşker hema fermanê dide û leşkerê xwe dişîne malê. Mal tê kontrolkirin. Dîwarê ku nû hatî lêkirin tê dîtin. Leşger dîwar dixelînin û Kêza wek roj dibiriqî derdixin, dibin ba serleşgerê xwe û bavê wê jî binçav dikin.
Dema serleşker rindê dibine pir kêfxwaş dibe. Bavê Kêzê tê êşkencekirin. Serleşker ji bo kêfa xwe, wê li ba xwe digire. Yonan terin û serleşker rindê bi xwe re dibe.
Ji bo birina Kêzê gundî pir aciz û bêçarê dimînin. Ji ber ku namûsa wan dikeve bin destê yonan, ciwanên xwe bi dizikî dişînin şer. Diya Kêzê bêzar dimîne û ji ber girî çavekî xwe kor dibe. Dema jinên cîran daxwaz dikin wê îşmar bikin vê stranê tîne ziman.
Îşbû îşbû, Kêzê îşbû
Yonan ji mala xwe yermîş bû. Ji Enqerê re li têlê xin
İrz û heya batmîş bû.
Wextekê bi şûnda yonan di şerê Anatolîyê de têk terin û paşda berva behra rojava direvin. Serleşger qîza kurd bi keştîyekê bi xwe re dibe welatê xwe. Li wir pê ra dizewice. Wan li welatê Yonan, li bajarê Athenayê dijîn û sê lawên wan çêdibin.
Çavên Kêzê hertim li behrê bûye. Ji zarokên xwe re bi zimanê dayîka xwe stran û hekat gotine. Herroj girîyaye. Lê merê wê nexwastîye ku ew bi zarokên xwe re bi kurdi deng bike. Ji bo wê jî di malê da ji bo Kêz bi zimanê yonanî hîn be kursên ziman tê dayîn û zarok bi dayika xwe re mecbûr dibin ku yonanî xeber bidin.
Çend salan bi şûnda rojeka havînê jina kurd li kêleka behrê bi lawên xwe va gerekê dike. Li kêleka behrê kesên bi tirkî deng dikin dibîne û dixwaze bi wan re deng bike. Dema jina kurd tirkan silav dike, ji ber nezanîna xwe ya tirkî, aciz dibe.
Yek ji wan jî kurd dertê. Ew jê dipirsin ku ew çawa hatiye wan deran. Çîroka xwe bi alîkarîya wî kesê kurd ji wan re eşkere dike. Ew pir pê dêşin. Dilê wan xemgîn dibe. Kêz bi wan re dibêje:
– Ez dixwazim bi we re herim welatê xwe. Pera bidim we û hûn bi dizîkî min bibin welatê min. Tirk ditirsin lê ev daxwaza wê di dile wan de êşekê çêdike. Ew dibêjin, em çend rojan li vir in. Gerek em bifikirin.
Jina kurd tere mala xwe. Evarê xew nakeve çavên wê. Roja din carek din tê cem karkerên keştiyê. Biryara xwe carek din ji wan re dibêje. Ew qebûl dikin. Kêzê li mala xwe zêr û zîvê xwe digire, roja ku derkevin rîya Anatolîyê, ji zarokên xwe re dibêje:
– Em ê îro herin behrê û bi keştiyê bigerin. Ew bi alîkarîya karkeran bi dizikî li keştîyê sîyar dibin. Kêz ji zarokên xwe pir aciz dibe. Dixwaze wan bikuje. Çend rojan bi şûnda keştî tê bajarê İzmirê yê welatê Tirkiyê. Kêzê zêr û zîvên xwe dide karkerên keştîyê. Bi alîkarîya wan jî tere Enqerê û gundê xwe ba malbata xwe.
* Va hekata min ji pîrika xwe bihistibû. Çend pîrejinên gundî me jî ev hekat rast kirin. Lê ev rast bû an jî ji ber polîtîkayên tirkan ev ketibû nav gel, nayê zanîn. Min stran ji bîr kiriye. Hekat bi versîyoneka din bi tirkî jî tê gotin. Di versîyana tirkî da navê jinê Kezban e. Dema di behrê da berva İzmirê tê, her sê zarokên xwe davêje behrê û dibêje: “Ma bizrî yonan bi min re nê welatê min.”
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 51an da hat belavkirin: 2011, 19-21.