Berîvan Keskîn
Bihar e, hêdî hêdî gîyayên di ber dîwarên hewş û xanîyan de şîn bûyî xetên xwe xêz dikirin. Gulpikên bi şaxên hişk ve mezin bûyî mîna kula êdî der bibe û bikeve lê hatîbûn û berf ji kolanên gund ber bi serê çiya û giran ve vekişîyabû.
Berî nîvroyeke biharê bû hewş bi dengê her çar birayên min ên bi ser xarên mîna gerestêran li erdê belav bûyî xwar ve hatî û bi galegala mêrên gund yên li ber dikana bavê min ya bi ser hewşa mala me ve bû kom bûyî tijê bûbû. Meta min di hewşa mala me de bêyî ku haya wê ji xweşikîya biharê hebe mîna morikan diçû û dihat. Min demekê ji dûr ve li çûyîn û hatina meta xwe temaşe kir, pişt re min biryar da ku biçim ba meta xwe, dibe ku rojbûyîna min hatibe bîra wê. Lê mixabin rojbûyîn çi halê çi ji ber xwîna daraftî ser spîkê çavên wê rondikên di çavên wê de kombûyî sor dikirin. Te digot qey volqanek e li ber teqînê ne çavên wê. Ez ji meta xwe vegeriyam çûm ba birayên xwe. Min mista xwe li nav xarên wan xist yek ji xaran girt û min bazda. Lîstika me ya her carê bi girîyê zaroyekî bi awî dibû dest pê kiribû, heya ji min hat ez bezîyam di dor xanîyê me û di ber aşxaneya meta min îro ji xwe re kirî cihê tawafê re di nav bêhna darsincan re em gehiştin pêş dikana bavê xwe. Min xwe di nav galegala mêran re kişand û min xwe avêt paş pişta bavê xwe, destên wî yên di nav porê min de bigeriyan şemaqek li binguhê min da û bi wê şemaqê ez dernexûnî erdê kirim. Birayên min ji tirsan wekî xaran belav bûn her yek bi alîyekî ve bazdan. Ez demildest rabûm ser pîyan û min pişta xwe da bavê xwe ku biçim. Bavê min ji paş ve rahişt milê min û ez hembêz kirim. Dema ez hembêz kirim çavên min bi çavên wî yên renghingivîn ên ji girî sor bûyî ketin. Min xwe ji hembêza bavê filitand bi girî berê xwe da malê.
Wê rojê ji bilî dapîra min Edûlê ya her roj bi çend jinên hemsalên xwe ve li malekê kom dibûn û bi awayeke efsûnî behsa serpehatîyên xwe yên bi êş û zehmetîyan dagirtî dikirin. Haya tu kesî ji hebûna min jî tunêbû. Dema ez bi alîyê hewşê ketim bi zorê bişirî min, ez jî bi çavên girî bişirîm wê û min berê xwe da malê.
Hingorîya çarê nîsanê bû, roj di şaneşîna doralîyên wê bi cam û şivên hesinî hatî girtin ve perçe perçe diçû ava. Dapîra min dîsa bi pîrejinên cîranan ve li tenişta diwarê hewşa me rûniştî bûn. Çar jinên şarareş bi ser kitanên xwe yên spî ve giredayî li hevdu kom bûbûn û axaftina xwe bi destên xwe yên qermiçî, mîna ku her destekî wan şefê orkestrayekê be bi vir û wir ve dilivandin, axaftina xwe gur dikirin. Min bi çavên girî hewl dida ji liva destên wan yên qermiçî ya di navbera şivên hesinî ve bir bi bir dixuyan bigihêjim mijara suhbeta wan. Ji alîyekî ve jî bi mereq li benda çûyîna wan jinan bûm, teqez dapîra min rojbûyîna min ji bîr nekirîbû. Lê tu niyeta wan jinan ya çûyînê tunebû. Pê re ji mizgeftên gund li pey hevdu dengê melayan bilind bûn. Lê ew jinên serbişar ji şûna xwe nelivîn her ku diçû liva destên wan ên qermiçî hişk û leztir dibûn, her ku diçû jinên şarareş bi ser kitanên xwe yên spî ve giredayî li dora dapîra min pirtir bûn. Spîkê çavên meta min yên xwîn daraftî û galegala mêran jî beşdarî senfonîya jinên serbişar bûn. Por û kezî hatin qetandin. Rû û hinarik hatin rûçikandin û senfonîya mirinê qêriya û got: dayîka te mir.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 81an da hat belavkirin: 2021, 68-69.