Mehtab Îdelî
Mixabin erdheja li Kurdistanê ji me hemûyan ra bû sedema birîn û êşên kûr. Bextreşke veng qe neqewimî bû; hişê me ji serê me çû, şevên me bûne roj, rojên me bûne şev. Hêstirkên me jixweberê li her derê dibarîn. Êş, qirrîn, bêhêvîtî, îsyan tevlihev bûn. Tiştekî eceb bû. Ew çibû? Çi hatibû serê me? Heya ku me li ser medyaya civakî dîmenên wî kesî dît, kesî ji me nikarîbû navê tiştê ku hat serê me bi nav bikira. Qala ew kesê ku xwelî li serê xwe dikir, dikim. Dibe ku we jî ew dîtîbe. Mêrekî emrmezin xwelî hildigirt û bi serê xwe dikir. Rast bû, rewşa kurdan ev bû. Xwelî bi serê kurdan bûbû.
Li ba kurdan xwelî bi ser serê xwe de kirin, tê wateya; gava mirov mal û hal, malbat, zar û zêç, û her tiştê xwe wenda kir, bêçare, bêhêvî ma, ango gava şîna xwe bigire an jî mirin û wêranî ji ber bêhêzî û xemsarîya yekî çêbûbe, digotin, ‘’Xwelî bi serê min be!’’ û ev yek dihat kirin. Kurd bêçare û bêhêvî mabûn. Te digot lanet li coxrafyayê jî, li qedera kurdan jî… Kurd biçin ku li vir bextreş in. Alîyekî wan her tim eş û derd, alîyê din jî xirabe û wêranî ye. Ne Xwedê ne jî kesekî din dengê wan dibîhîze. Ev wêranbûn ne tenê karesateke xwezayî bû, herweha wêraniyeke jeopolîtîk bû jî. Dijmin bi tiştê ku hat serê wan şa bûbû û ew bêçare û bêalîkarî hiştibûn, ku ma bimirin. ‘‘Xwelî li serê we be!’’ ‘‘Xwelî li serê wî neyarî be!’’
Bêdewletbûn zehmet bû. Mezinan digot, “Devî zû dibin dar, xwelî li kesê bêwar.”
Lê, di nava vê zilmê de, yekîtî û hevgirtina kurdan hêvîyek dabû me. Ambulansên Kurdistanê bi çirayên kesk û sor, zer û gewr sînor rakirin. Amed dîsa bûbû paytext. Apê şîna xwe ji dijmin veşartibû û xwelîya xwe bi dizî, bi serê xwe dikir. Jinan kilamên şînê bi kurdî dilorandin. Ciwanên kurd bi neynûkên xwe kavil dikolandin. Keça ku ji bin xirbeyan hat derxistin, bi rojan li benda xelaskerên xwe mabû. Dergûş hefteyekê negirîyan. Zarokên şeş salî soz dabûn bavên xwe yên di bin kavilan de mayî, ku debara malê bikin. Girtiyan di girtîgehan de, malbata xwe yên mirî di dilê xwe de veşartin. Ji wêranîya Semsûra ku me jê ra digot, wenda ye, pirtûkên kurdî derdiketin. Lîstikvanên şanoyê her yek bûbûn melekên alîkarîyê û dîsa derketibûn turneya xwe. Îcar navê lîstika wan ‘‘Xerakina dekûdolabên dewleta Tirkan’’ bû.
Dengê Ebdulla Peşêw ji başûr dihat û digot:
Ta ku çiraya me geş nebe,
Hûn ê tu carî ronahiyê
Bi çavên xwe nebînin
Ta ku em dil û kole bin,
m ê her mirkût û nîran,
Toq û zincîran li we kin!
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Ger em bimirin jî,
Em ê tenê dîlîtiya xwe
Ji dest bidin, wenda bikin.
Ma çi dîlîtiyê taltir e?
Ger em bên kuştin jî,
Ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e?
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Piştî mirinê jî
Em nahêlîn hûn welatê me
Ji xwe re bikin mal,
Em rê nadin
Hûn goştê me bixwin
Weke qirereşk û qertalan!
‘‘Xweliser ‘’
‘‘Xwelî bi serî wer bû’’
‘‘Xwelî li serê min be!’’
‘‘Xwelî li serê te be!’’
‘‘Xwelî bi serî bûya/ê!’’
‘‘Xwelî li serê we be!’’
‘‘Xwelî li serê wan be!’’
‘Xwelî li serê wî neyarî be!’’
‘‘Xwelîya vê dinyayê li serê te be!’’ ‘‘Ez niha çi xwelî li serê xwe kim!’’
‘‘Bi destê xwe, xwelî bi serê xwe kir’’
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 86an da hat belavkirin: 2023, 24-25.