Yekemîn kitêba Kurdî ya Burhan Sönmez derket

Romana “Evîndarên Franz K.” a Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sönmez ji nav Weşanên Lîsê derket.

Ev yekem romana Kurdî ya Burhan Sönmez e.

Li gor nûçeya Gazete Duvarê lansmana kitêbê li Kadikoya Stenbolê hat kirin. Hejmarek nivîskar, weşanger, wergêr û hunermend beşdar bûn.

Burhan Sönmez, derbarê kitêba xwe ya nû ya Kurdî de ver got:

“Pênc romanên ku min heta niha nivîsandine, bi 48 zimanan hatine xwendin û ji tirkî hatine wergerandin. Min cara yekem bi kurdî nivîsand. Ev daxwaza dayika min e ku bi zimanê xwe tiştekî bikim. Kurdî jî bi qasî tirkî xweş e. Divê mirov vê bedewiyê bi kurdî jî hîs bike.”

Burhan Sönmez nivîskarekî li welêt û li cîhana edebîyatê tê naskirin, li gelek welatan berhemên wî hatine wergerandin.

Sönmez, 1965an de li navçeya Haymanayê ya Enqerê hate dinê.

Ew, bi pirtûka xwe ya bi navê “Kevir û Sî” bûbû berbijêrê Xelata Wêjeyî ya Îrlandayê.