Destpêka axaftinê û fonksiyonên ziman

Prof. Dr. Ilhan Kizilhan

Ziman û pedagoji

Belê ziman pêwist e. Lê kî ji me di jiyana rojane de li ser difikire, em çima dengdayan, bi zimanekî rast xwedî syntaks diaxifin. Axaftina otomatîk û rast zarok çawa hîn dibin? Zimanê me yê organîk wek ji ber xwe ve dest pê dike û diaxife. Elementên biyolojî, civakî, nevrolojî û psîkolojîyê bi hev re ev zimanê ku em pê dixafin gengaze dike. Heta mirov bêjeyekê derdixe, bi hezaran hucrên organîk û nevrojî di nav hinek mîkrosaniyan de kar dikin û wiha mirov bêjeyekê dibêje. Ku yek element kêm be, an jî baş kar neke, asteng di axaftina ziman de derdikevin.

Ziman ne tenê ziman e

Heta mirovek bikaribe biaxife gelek fonksiyon divên werin bi kar anin. Di grafîka 1 de, tê diyarkirin ku ziman ji gelek babetan digihîje hev û wiha ziman dibe xwedî şikil û formeke efsûnî daku mirov ji mirov fêm bike.

Zarok û axaftin

Ferbûna ziman beriya ku zarok were dinyayê dest pê dike. Di zikê dayika xwe de guhdariya axaftin û dengan dike. Hinek hefteyên piştî ku zarok tê dinyayê, dest pê dike bi girî û herz xwestinê xwe tîne ziman. Herwiha ragihandinek di nav dayik û zarok de beriya axaftinê çêdibe. Dayik û zarok pir dengan di navbera hev de dikin ku mirov bawer dike ew bi hev re diaxifin.

Ragihandina sembolîk ya yekemîn piştî şeş mehan dest pê dike. Ev bi girî, an jî bi livbaziyan wek livandin xwestinên xwe diyar dike. Bi wê ragihandina sembolîk zarok ziman wek aletekî bi kar tîne. Ku zarokên piçûk bixwazin werin hemezkirin, ew destê xwe dirêj dikin ku mezin dikenin, ew zarok jî dest pê dikin û dikenin, ew wiha bala mezinan dikşînin ser xwe û dibin perceyekî ragihandina kolektîf.

Li dora neh mehan zarok dest pê dikin û dikin qêrîn daku tiştekî bi zanebûn bistînin. Bi girî hedef nîşan didin daku bighîjin armancên xwe. Ku dîtin û awirên xwe li ser tiştekî konsentre kiribin, ew destê xwe nişanî wê hedefê dikin. Ku hedef ne li ber çavan be, divê mirovên mezin bi xwe derxînin ku zarok çi dixwazin. Ku mirov tiştekî xelet diyarî wan bikin, ew dengê qêrîna xwe bilindtir dikin.

Piştî hinek mehan zarok ji bo tîştekî bixazin bi sembolîk diaxifin. Ango zarok bi neh mehan ji aliyê zanistiya ziman dixafin. Mînak: Ku zarokek birçî be, dibêje: namnam, an jî hamham û hwd. Namnam wiha dibe cigirê „Ez birçî me û xwarinê dixwazim.“ Dayik an jî bav têdigîhîjin û xwestina wî zarokî bi cih tînin. Piştî gihîştina wê derecê zarok dereceya heywanan derbas dikin, ji ber ku xwestin û hedefên xwe bi hizrandinê nîşan dikin. Ev destpêka ragihandineke aktif ya zarokan e.

Piştî salekê zarok ji pirsan jî têdigihîje. Ku mirov ji zarokên biçûk bipirse “Ka çavê te?“ Ew bi destê xwe çavê xwe diyar dike û hwd.

Pêşî bêje û piştre axaftin

Beriya ku zarokên biçûk fêrî bêjeyan dibin, ew dest bi axaftinê dikin. Car caran jî wek mezinan devê xwe dibin û tînin, dixwazin wek mezinan dengan derxînin. Beriya ku biaxifin, zarok dibin xwedî gelek bêjeyan, wan fêm dikin lê nikarin bibêjin. Mînak: Ku mirov bibêje hesp, ev hespê diyar dike û dibêje; hîhî, nabêje hesp.

• Struktura ferbûna ziman li gel zarokan
• Hiraşî û sazûmaniya hevokan heye.
• Struktura kûr û ser rû heye. Struktura kûr li ser wateyê radiweste. Herdu struktur bi şertên tranformasyonê digîhîjin hev.
• Ziman dikare bê dawî hevokan biguhirîne û dikare herdem hevokên nû biafrîne.
• Daku zarok bikaribin fêrî zimanekî bibin, divê wateya ziman fêr bibin. Pêşî struktur û rêziman ne pewist e.

Ev hinek mînakên jor diyar dikin ku prensîpêkî giring heye:

Zarok ne tenê fêrî axaftinê, bêjeyan û gotinan dibin, ew herwiha fêr dibin ku her bêjeyek xwedî livandin (hareket) û wateyekê ye. Ev hemû jî prensîpên zimannasiya linguîstik in. Di têgihîştina dinyayê de ziman ristekî mezin dileyize.

Zarok bi kurtkirina bêjeyan û kopîkirinê zimanê mezinan fêr dibin. Herwiha zarok di salên pêşi de zêde dixwezin naveroka bêjeyan fêm bikin.

Mînak: „Dayê, mal e, em herin.“ Mezin jî, ku zarok bêjeyan şaş bibêjin (wek min û ez) rast dikin, heta wan bêjeyan rast fêr bibin. Ziman çiqas ji hev cuda bin jî, dixwazin wateya pêwendî û têgihîştinê were amedekirin, ango mirov ji hev fêm bikin û bi hev re têkevin nav pêwendiyan. Beriya ku zarok fêrî rêziman bibin, ew stratejiyên têgihîştin û wateyê bi kar tînin.

Armanca zarokan herdem têgihîştin e. Ji ber xwe ve û hêdî hêdî fêrî rêziman dibin. Di destpêkê de zarok ji aliyê mejû xwedî kapasîteyeke mezin in û zû enformasyonan digirên. Lewra jî, zarok dikarin pir zimanan bi hev re fêr bibin. Lê her ziman divê serrast were fêrkirin. Ku du an sê ziman tevlihev werin axaftin, di mejûyê zarokan de struktur baş nayê bicîhkirin. Mînak: Ku zarok ji aliyê bav fêrî kurdî bibe, divê ev bav gotin û bêjeyên kurdî û tirkî tevlihev neke.

Ziman û civak

Zimanê gel, komek an jî netewek çiqas dewlemend û pêşketî be jî ku nejî, nikare ji bo pêşerojê bibe zimanê zarokan, ango nesîlên nû. Ziman divê bijî, ango di her xala jiyana gel de divê ziman bibe bingeha ragihandinê û pêwendiyê. Ku bi zimanê zikmakî em bi hev re li ser raman, çand, civak, aborî û hwd. neaxifin, ku em kul û derdên xwe, xewnên xwe bi hev re parve nekin, ziman nikare bijî. Tenê ku hinek rewşenbîr, nivîskar, komeke biçûk bi zimanê zikmakî biaxifin, ev têr nake.

Îro ku civaka kurd bi hemû sazî, rêxistin û komelên xwe ve bi rastî bixwazin dîsa vegerin ser zimanê xwe, divê ev di karmendî û teoriyê de bernameyên xwe biguherînin. Bi taybetî mirovên nas, ango serokên rêxistinan, siyasetmedar, hunermend, nivîskar û hwd. divê gavên pêşî biavêjin û bi fermî bi zimanê kurdî biaxifin. Mînak (idol) ji bo gel û taybetî ji bo zarok û ciwanan pir giring in.

Daku were têgihîştin ku zimanê zikmakî ji bo civatekê çiqas giring e, ez ê hinek xalan pêşkeş bikim.

Giringiya têgihîştina zimanê zikmakî ji bo civatekê

Ziman di pêşveçûna nasnameyê de (identity) rista herî mezin dileyize. Ziman dibe bingeha nasnameya zarokekî û şexsîtiya wî.

•Bi zimanê zikmakî zarok fêr dibe ku jiyana xwe û cihanê nas bike û têbigihîje.
•Ziman rê diyarî zarokekî dike daku karibe li ser piyên xwe di pêşerojê de raweste.
•Zarok tenê bi zimanê zikmakî ne fêrî tiştan dibe, ew herwiha dikare binirxîne û biafrîne.
•Zarok bi zimanê xwe dikare bi mirovên din re têkeve nav ragihandin û pêwendiyan.

Mîras û xezîna civakê: ziman Herwiha zarok bi zimanê bav û kalan dibe endamê civakekê û civaka xwe bi serbilindî, şahî û şerefeke mezin dinirxîne û lê xwedî derdikeve. Yek ji sedemên ku car caran pir ciwan li nasnameyên xwe xwedî dernakevin, ew nasnameya xwe negatîf şirove dikin ku zimanê zikmakî baş nizanibin, xwe ji vê nasnameyê (çand, edebiyat û pêwendî bi civaka xwe re û hwd) dûr dixin.

Nasname ji bo parastina dîroka şexsî û koma wî risteke mezin dileyize. Ev jî hinek girêdayîyê ziman e.

Ziman jiyana dîrokî ya kolektîf, çand û mejûyê kolektîf diparêze û dide nesîlên nû. Bîrbûna civakî ya dîrokî bi zimanê zikmakî tê parastin. Dîroka her mirovekî ya şexsî û netewî perçeyekî jiyana wî ya paşerojê ye. Dîrokeke kolektîf ya rast û bingehî bi zimanê wî tê naskirin. Bi zimanê zikmakî zarokek di nav civaka xwe de tê pejirandin, çand û dîroka kolektîf fêr dibe û wê mîrasê di paşerojê de dide zarokên xwe. Zarokek ku zimanê dayika xwe di zarokaniya xwe de fêr nebe, di paşerojê de ew pir astengiyan dibîne, ew ji aliyê civaka xwe û civakên din jî belkî her dem biyanî dimîne. Mirovekî ku nikaribe rast û bi babeteke têgîhîştî bi zimanê xwe biaxife, ew ê herdem kêmayiyekê di xwe de bibîne. Lewra jî axaftina zimanê zikmakî bingeheke herî mezin e ji bo tenderûstiya civakekê.

Mesela zimanê kurdî îro ne tenê meseleya zimanekî ye an jî guftûgoyeke teoriyê ye. Hebûn û tunebûna zimanê kurdî hebûn û tunebûna hemû nirxên kurdan yên kolektîf e. Tradejiyên mezin hatine serê kurdan. Ku kurd nexwazin giyan, rih û nirxên wî milletî bimire an jî were perçekirin, divê ev li ser zimanê xwe rawestin û biaxifin daku ziman bijî!

Literatûr:
N. Chomsky, Sprache und Geist, Ffm 1973
J.J. Katz, Philosophie der Sprache, Ffm 1969
N. Chomsky, Reflexionen über die Sprache, Ffm 1977
B.L. Whorf, Sprache, Denken, Wirklichkeit, Reinbek 1963
Kizilhan, I., Der Sturz nach oben. Kurden in Deutschland, Frankfurt 1995
Kizilhan, I., Kurdisch einfach lernen, Berlin (1996), St. Georgen (2001)
Kizilhan, J. (2004). Sozialisation im Krieg. In Sommer und Fuchs (ed.). Handbuch der Kriegs- und Friedenspsychologie. Weinheim: Beltz Verlag (S. 357-368).
Kizilhan, I. (2005). Biographiearbeit für Kinder und Jugendliche mit Migrationşintergrund. In: Forum Erziehungşilfen 2/2005, Weinheim: Juventa Verlag (S.140-143).
Kizilhan, I. (2008). Die Gegenwärtigkeit der Vergangenheit. Funktionen des Erinnerns von außergewöhnlichen Ereignissen im Kontext der Gegenwart. Berlin: Regener Verlag (440 S., in Druck) Wolfgang Köhler: Zur Psychologie des Schimpansen, in: Psychologische Forschung, Berlin/Göttingen/Heidelberg 1922, Bd. 1
R.M. Yerkes: The mental life of monkeys and apes, in: Behav. Monogr., NY/London/Paris/Leipzig 1916, Bd. 1
Yerkes R. M. und Learned, B.W.: Chimpanzee Intelligence and its vocal expressions, Baltimore 1925

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 44an da hat belavkirin: 2010, 12-16.