Rola medyayê li ser zimên -1-

Îhsan Turkmen

"fergenga me ya dîtbarî"

Ji rabûna ser nigan a mirova heta niha mirovatî weke civateke sosyal jiyaye. Destpêkirine têkilî danane, tevhev jiyane, ji xwe re heval dîtine, nêçîr û şer kirine, li hev hatine, ji hev qetiyane, cîhê nû naskirine, pê re mirovên nû, destpêkên nû. Hinek ji wana bûne şah, hinek xûlam, hineka straye hinek reqisîne. Xwastine ku herkes pêbihese, ka ew çawa jiyane, çi dîtine, xwestine çi bikin. Li ser kevira, li ser posta, paşê li ser kaxiza nivîsîne. Wekî pirtûk, kovar û rojname belavkirine. Em di saya wan de dizanin di dîrokê de kêm zêde çi qewimiye. Xenophon di Anabasis de qala şerê/trajediya du birayan a berê 2500 salî li ber çemê Firatê qewimî dike. Misirî li ser papîrusan nivisîne ka bi çi lîstika Nefertîtî bûye Fîravûna yekem jin. Gatên Avesta û hesabên sala gelê Mayayî.

Destpêka sersala 21ê li seranserî dinê her roj bi sedan zimana û bi mîlyona çi li ser kaxizê û çi dîjîtal wekî pirtûk, rojname, kovar çap dibin, belav dibin û têne xwendinê.

Pêwistiya agahiya her dihere zêde dibe. Di nava vê de jî par û barê herî giran jî li ser înternetê ye. Belavkirin, xwendin, lêgerîn û lêkolîna li ser înternetê bêpere û di her malê de ye, meriv dikare hema hema hemû rojnaman bixwîne, di eynî wextê de agahdar bibe. Elbet ne tenê va ye. Şoreşa înternetê herî mezin bi îcada Web2 çêbû. Di saya wê de bikarênerên înternetê pasîf, wekî nivîskar û parwekar aktîv bûn.

Googlê bi bloga destpêkir û malperê şexsî û bêpere pêşkeşî mirovan kir. Paşê Youtube gaveke din avêt û îmkana xwenîşandan û îfadekirina bi reng û deng derxist. Paşê Facebook û Twitter. Her yek ji van malperan bi sed mîlyonan endamên xwe ê aktîv hene.

Mijara vê nivîsê jî komeke ku li ser Facebookê hatî damezrandin e. Şeş meh berê hevalê min kuruktiyê Ferhat li ser Facebookê komeke bi navê “Ferhenga me ya dîtbarî” vekir û hemû hevalên me yê gund wê demê û çendê din jî wek endam li ser ûpelê qeyit kir. Mebesta wê komê tomarkirina peyvên meyê windabûyî yan jî yê ku pir nayîn bikaranîn bû. Wekî destpêker Ferêt, min, Cengîz, Mîran, Bile û Cem, di nava çend rojan de bi sedan peyvên ku me/min bi sala bi kar neaniye derxist holê. Lê ne tenê derxistina peyva bû ku a em motîve dikirîn. Bikaranîna peyva, mînakên li ser peyvê, henek û teq û req, serhevde û henek...

Di dawiyê de nêzikî hezar, nav, lêker, rengdêr û îdyom derketin holê. Çend hemsalê me yê komê bi vî karî qayîl nebûn, gotin: “teooow ezî zatin vana dizanime”. Rast e ez jî dizanime, yê ji min mesttir ji min baştir û ji min pirtir dizanin. Lê kî ji me êdî wana bi kar tîne? Ji çend kesên ku yê salê wan mezin bêtir ez jî bawer nakim kû ew bên bikaranîn. Lê ew neyê wê wateyê ku, em wana ji bîr bikin. Her yek ji wana parçeyek ji kultur û nasnama me ne. Rihê ciwata me, ken û girî, hezkirin û dujminî, hatin û çûyîna me di nava wan peyvana de weşartiyê. Meriv dikare her zimanekî fêr bibe û xwe pê bîne ziman, lê tenê bi zimanekê dikarê hîs bike. Ez dibêm ew jî zimanê zikmakî ye!

Di vê nivîsê de bi piranî nav û lêkerên ku min jê hilbijartî hene. Me maneya hinek peyva a bi tirkî û hinekan jî bi kurmaciya wan a Kurdistanê nedît. Ger hûn bizanibin, kerema xwe ji me re binivîsin!

Li her gundekî me bi hezaran peyvê weng hene. Daku neyên jibîrkirin çi li ser kaxizê, çi li ser Facebookê kerema xwe hûn jî berhev bikin!

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 53yan da hat belavkirin: 2012, 45-52.