Sersaxî: Behram Alabay jîyana xwe ji dest da

Lawikê nivîskarê kovara me rehmetî Osman Alabay (Curukî), Behram Alabay, li Swîsreyê (Lozan) ji ber nexweşîya dil jîyana xwe ji dest da.

Ew, lawikê kurdperwer û nivîskar Osman Alabay (Curukî) bû. Her wiha birayê sîyasetwan Kenan Alabay bû.

Alabayê bavê 2 kurikan li Polatliyê hat definkirin.

Dema ku li welêt bû, li Polatliyê kovara Bîrnebûnê belav dikir û piştgirîya çanda Kurdî dikir.

Em wek redaksîyona Bîrnebûnê sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wî re dixwazin.