Xerîbî

Mem Xelikan


Tinebûna te ye
Dûrî ye
Li kuçe û kolanan
Wek pelên dara payîzê
Berba bûne
Bêkesî
Bêwarî
Xem barîne
Şevên tarî û xemgîn
Reşka çavên te de
Dilop dilop
Wek baranên biharê barîne
Bêheval û
Bêhogir
Li warên nenas
Tenêbûn e.
Tinebûn e
Dil parî parî
Kovan barîye
Ya herî giran
Bêwelatî û
Penaberî ye

* Va helbesta, di hejmara Bîrnebûnê ya 83yan da hat belavkirin: 2022, 27.