Rêvitî û cîhbûna li Ewropa pir giran bû

Muzaffer Özgür

Di sala 1965an bi şûnda, ji gundên me yên kurmanc ên li Anatolîyayê jî koçberiyêka dûr û dirêj berva Ewropa destpêkir. Li ber dîwarên mala, li cimata li ser çûyîna Ewropa dihat sohbetkirin. Carcaran me dibîst ku ji gundêkî felan kes çûyê Almanyayê. Me jî dixwast em herin lê rê gelek dûrbû û perê me jî tûnebûn.

We demê me; li havînê li gund, demsalên bihar û peyîzê jî li Anqarê an jî bajarên din kar dikir. Li bajêr em li xana diman. Li Anqarê li meydana Etfayê xana kurmanca, ya kurdên me yên şêxbiznî hebû, em diçûn li wir diman. Dema me karekî rojana bi dest dixist kefa me dihat. Li înşeata, li baxûbaxçan, li ber destên dewlemenda, li xan û konaxa yan jî li otela kar dikir. Welat jî ne wek mîna hîro bû. Belangazî jî derdekî mezin bû.

Dema zivistan dihat li bajaran jî kar nedima, tunebû. Em vedigerîn gundê xwe. Li gund, me li pez û ga yên xwe mêzedikir. Berê berf pir bû. Xaniyê me jî biçûk bûn. Zivistan dirêj bûn. Dema me ya vala gelek bû. Li axir û tandiran de kaw dilîstin. Em li mala dicivîn. Hevalên sevta xwe, dengê xwe xaş ji me ra kilam distirandin. Bi kilamên kurmancî govend dihata girtin. Evarên me bi gotina çîrok û destana derbas dibûn. Mezine me herdem behsa welatê jêr dikirin. Eş û kulên koçberiyê dianîn ziman. Merivên me li welat, mezine me jî li wir mabûn. Çîrokên jiyana koçberiyê, pez û kerî û destanên me yên berê rihe me bûn. Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Zembîlfiroş yên ji wan ten bîra min in. Kesek hebû ji welatê kalûpîrên me, ji Rihayê, je ra digotin Îbramê Tur, Dengekî xwe yî zelal û pir xwaş hebû. Dihat û li oda dima. Cimat li dor Îbramê Tur diciwiya. Bi seatan destan digotin. Îbramê Tur bi tene bû. Nezewcîbû. Gund gund digeriya.

Li gundê me reçberî hebû lê kem bû. Pezê me jî hebû, ji bo katixê malê tera me dikir. Ez mezine malê bûm û zewicîbûm. Kurikên min hebûn. Birayê min jî zewicîbû. Di berîka me de jî pere tûnebûn.

Min ji bo çûyîna Ewropa li Anqerê ji gundîyê me, Hesenê Zexê Kille gelek agahdarî girtibûn. Me bi xwe nedikanî herin, lê îmkana çûyînê bi rê ya dewletê hebû. Ji gundê me çend kes derketibûn rê, lê biserneketin û vegeriyan hatibûn gund. Min amadekariya xwe kir, ku ez bi rê ya dewletê herim Ewropa. Min merivekî xwe, Heskê Mala Mestî Yaylê jî agahdar kir û me şora xwe kire yek û me li Anqarê seriledana xwe kir.

Demeke bi şûnda xebera me ya hatina helbijartinê hat. Em çûn Anqarê. Li ber Dezgeha Karûkarker Diyîne me xwe amade kir. Gereg bû ku tu nexwaşiyên te tûnebin. Ji bo we jî laşê me hat kontrolkirin û rontgena kefesa me hat kişandin, xwîna me hat girtin. Paşê bi dor dor em kirin odeyekê û pirs ji me kirin. Gotin:

Xwe bide nasîn? Tu xwandin û nivîsandinê dizanî? Heta niha te çi kar kiriye? Te li ku eskerî kir û çend pirsên din. Dema ez derketim derva kelejaneka mezin ketibû canê min. Ji min bi şûnda xarziyê min Hesik ket hûndir. Li dawiyê em herdu jî hatin helbijartin.

Hesik ji min ciwantir bû û em wek xal-xarziya bûn. Bi rêwîtiya me em bûn bira jî, lê Hesikê herdem ji min re digot xalo. Gelek kêfa min bi hevaltiya wî dihat. Me pişta xwe da hevûdu û em ketibûn rê.

17ê tîrmehê 1969an em, duûsed kes bi şîrketa belafirê ya Hollanda KLM ji Anqarê çûn Amsterdama Hollanda. Dema em ji teyarê peya bûn bi şikleka resmî hatin pêşvazî me kirin. Koma muzîqa wan lêdiket, heyecaneka mezin bi me ra bû. Em birin, kirin malên fabrikaya kablo, me li wir kar kir.

Ji gundê me; Şixbekir, Teyarê malê Satê, Seîde malê Pîrê ji ber me wek turîst derketibûn rê hatibûn Almanyayê. Lê bi rê ya devletê cara yekemîn ez û Hesik hatibûn Ewropa. Ji me 7-8 meha bi şûnda jî Omikê mala Şexlî bi rê ya devletê hat ba me.

Ji gundê me cîran û heval, ji gundên dor me nas û merivên me gelek hatin Almanyayê. Li bajarên wek Mûnih, Rüsselsheim, Haiger, Dillenburg û Rheinhausenê di fabrîkan de kar dîtin û li wan deran man. Kesên mal an jî kar didîtin seri li dewletê didan û xwe resmî dikirin. Bîranînê min gelek in. Ji bo te behsa çenda bikim.

Rojekê ji gundê me; Hecberemê Yemnê, Mexmoyê mala Şexlî û Heyderê Xanê, ji Şerefliyê jî Hecîyê Cemêl ten Almanyayê bajarê Haigerê. Wê demê çend kesên ji gundê me li wir wek turist dijîn û kar dikin. Ji bo mayîna wan îmkan çênabin. Ew biryara xwe didin û bi teksiyekê heta sînorê Belçîka tên. Nikanin derbasî Belçîka an jî Hollanda bibin. Heyderê Xanê û Hecîyê Cemêl ji ber bêçaretiyê biryara xwe didin û vedigerin Tirkiyê.

Hecberemê Yemnê û Mexmoyê mala Şexlî carek din bi teksiyekê rêya xwe dibînin û derbasî Hollanda dibin û tên bajarê Amsterdamê û ber deriyê cîhe em lê dimen. Hevalên li Haigerê dimên navnîşana me didin van. Min pirs dikin.

Me jî wê demê xarina nîvro dixwar. Tercûmanê me bange min kir û got;

-Du kes hatine û daxwaz dikine bi te re deng bikin, te bibînin. Navê te dayîne.

Ez rabûm bi tercûman re tevûhev çûm derva, ber deriyê em lê diman. Dema min ew dîtin, şaş bûm, çi bikim! Min tercûman re got “em wan bigirin hûndir.” Lê berpirsyarê ber deri qebûl nekir. Wê deme kesên xerîp û nenas nedikanîn tekevîn hûndir. Em demeke li ber geriyan ku ewî hat îmanê, min herdû birin hûndirê xwaringeha me. Me çend rojan bi alikariya hevalên ji gundên Anatoliya Navîn ew li cem xwe veşartin. Lê tercûmanê me bange min kir û got;

-Osman mezeke weng nabe. Ez dizanim ku merivên te li cem we ne. Gerege ku ew ji bo kar û mayîne ji xwe re cîhekî bibînin. Min got;

-Rast e, lê em bêçare ne. Çend roja sebr bike ez çareyekê mêzedikim.

Tercûmanê me merivekî baş bû peşniyara min erê kir. Me ji wan re li fabrîkeya daran kar dît, çend rojan kar kirin. Lê li cem me nedikanîn rakevin. Rojekê em ji kar hatin malê û tercûmanê me bange min kir û got;

-Mêzeke Osman, ew kar weng nabe. Em dikanin ji merivên te re rindiyeke bikin. Tu bi wan re deng bike, ewê li wir bê mal û bê kar perişan bin. Ez alikariya wan dikim, eger bibên erê, ezê wan bişînim Almanyayê.

Ez çûm ba wan, min gotina tercûman ji wan re eşkere kir. Herdu jî şa bûn. Min bi tercûman re deng kir. Kesê wan ji sînorê Alman derbas bike li bajarê Enschede dijî. Min ew herdu girtin, ji Amsterdamê bi trenê em çûn bajarê Enschede û ew kesê ku tercûman gotî bi navnîşana wî dît. Em ji sinirê Almanya derbas kirin. Me bîletên xwe yên trenê girtin çûn bajarê Rheinhausenê. Kurdên me li wir hebûn. Naye bîra min, lê bawerim şevekê em li mala hevalekî ji gundê Xelika (Qerecdaxê) man. Berê di nav însanên me de hevûdu girtin hebû. Li xerîbiyê piştgirê te tunebin jîyan bi rasti pir giran bû. Me heta sibe sohbet kir. Dilê me yî zîz bû. Hevalekî ji me re kilamên şîna gotin, piraniyên me çav şil kirin. Roja din disa em bi trenê ketin rê û çûn bajarê Haigerê. Min ew teslimî gundiyên me kirin û çend roja li ba van jî mam.

Demeke bişûnda, Hecberemê Yemnê li wir bû karker û kar dît. Mala minê ciwan bû û jin û kurikên xwe li gund bûn. Di sala 1972an da, li cîhe kar qeze kir û çû rehmeta Xwedê. Mexmoyê mala Şexlî jî derbasî Danemerq bû, li wir cîh û kar girt. Ew jî li wir, di sala 1984an da çû ser rehma Xwedê. Rêvitî û cîhbûna li Ewropa pir giran bû.

Sala, demsala da du hev, min malbata xwe jî anî Hollanda. Lê demek hat dastî, min xwast vegerim welatê xwe. Ez û xarziyê Hesik bi rêya nexwaşiyê tekevut bûbûn. Demekê bişûnda jî vegeriyan gundên xwe.

(1) Tebinî: Ev nivîs; di sala 2013an da, ji sohbeteka navbera min û xalê min Osman Aytaç da hatiye girtin.

(2) Wêneyê bergê: Rolf Schulze. Çavkanî: https://www.bundesbahnzeit.de/seite.php?id=173

* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 64an da hat belavkirin: 2016, 35-38.