Kulîlka Azadîyê

Dilan Kaya

Wexta ku me berê xwe dabû vê rêyê û em bûbûn rêwîyê rêya xwe, me di dilê xwe de hêvî mezin kiribûn û gav bi gav nexşeya xwe ber bi azadîyê xemilandibû. Ji zarokatîyê vir ve ev rê û ev meş bûbû nifşeya xeyalên wan. Wan tim ji hevdu re vedigot, heke ku em rojekê têbigêhêjin daxwaza xwe, em ê bibin rêwîyê rêya azadîyê.

Bi derketina rojê re, ew ji bajêr qetiyabûn, berê xwe dabûn çiyayê hember bajêr.

Heta demekê ew bi wesayîta ku navbera vî bajarî û yên din de rêwî dibe tîne, siwar bûbûn. Dema ku ew gihiştibûn cihê lê peya bibin rêya ku dê peya bimeşiyana xuya dikir ji dûr ve, kelocanî û germahîya hundirê wesayîtê ez aciz dikirim.

Ji wesayîtê peya bûn, der û dora xwe mêze dikirin. Ji wan yekî gavek bavêta ber bi rêya nû ve dê bûbûya lehengê rizgarîya wan: ew, çente û rêya wan…

Elî bi kelocanî çentê xwe girt û gava yekem avêt. Bi vê gavê re yên din jî çentên xwe girtin û bi Elî re meşiyan. Êdî bûbûn rêwîyê rêya hevdu. Rê û ew, ew û rê bi hevdu re dimeşiyan. Ev çiya û rêyana tim bûbûn mijara çîrokan, niha ew jî ber bi çîroka xwe ve dimeşiyan. Lehengên çîroka xwe bûn.

Sînê destê xwe avêt berîka xwe, wotmena xwe derxist û guhdanka xwe da ber guhê xwe û banda ku ji çarşîya bajêr sitandibû derxist û xiste cihê wê û dest bi mandala wotmênê kir

Ji nişka ve dengekî efsûnî di guhê wê de olan da. Ew deng dengê solîstê koma Amed Evdilmelîk şêxbekir bû:

Tu kulîlka azadîyê
Strana welatê me yî
Hespên şeh î, dibezî
Çiya û zinaran, bira

Bi meşa wan re roj veguhrîbû û standina xwe pişta xwe bar kiribû û îro jî ji van çiya xatir dixwast, ji dûr ve tenê çirûskê wê mabûn, ew jî ber bi xatirxwastinê bûn.

Ji dûr ve lambeya qerekola leşkerî dixuya, lê ew hê jî negêhîştibûn gundê ku wê şevê lê bimana. Ji ber vê yekê wan rêya xwe veguhirand û ber bi gundikê herî nêzîk ve meşiyan…

Ev gund û navnîşana nû ji bo wan rêya nezanîyê û xeteran bû. Ê biçûna kîjan malê, kê dê derî li wan vekira? Di nav gengaşî û meraqan de berê xwe dan mala derveyê gund û di tarîyê de meşiyan, bi qasî 30 deqeyî xwe gihandibûn wê malê.

Meş û kelocanî ew westandibûn. Sînê gihêşt ber derî, du caran li derî da û vekişiya: bi qasî du metroya dur ve sekinî!

Elî li ba wê bû. Hesen û Rojhat jî bi çend gava ji wan dûr sekinî bûn. Peşîyê lambeya derve vêket û bi vêketinê re dengê jinekê hat:

– Ew kî ye?
– Em in xaltî, nêvanê Xwedê xayî dikî?

Bi dengê Sînê re xaltîyê derî vekir:
– Nêvan nêvanê Xwedê ne, kerem bikin werin.

Bi keremkirina xaltîyê re ew yek bi yek derbasî hundir bûn.

Wexta ku derbasî hundir bûn û germahîya sobeya sergînan di nav çavên wan da û wan jî hîs kirin ku çiqas cemidî ne.

Sînê ji xaltîkê pirsî:
– Xaltî lêborîna xwe dixwazim. Me qet navê te nepirsî, navê te çi ye?

Xaltî devbiken:
– Berxika min tiştek nabe, navê min Sosin e.

Sinê, dewam kir:
– Xaltî navê te çiqas xweş e, gelo kê ev nav li te kir?

Xaltîya Sosin bersiva pirsê da:
– Navê min bavê min li min kir, wexta ez bûme pir bedew bûme, loma bavê min ji min re gotiye Sosin.
Sînê:
– Xaltî tu hê jî pir bedew î!

Herdu jî keniyan.

Xaltîka Sosin bi lez û bez malhazirî anî (penêr, mast,toraq, rûnê nivîşk û çay). Her çar rûniştin û bi dilê xwe xwarin. Çavên Sînê ji nişka ve bi wêneyê diwêr ve daliqandî ket.

Sînê pirsî:
– Xaltîya Sosin ew kî ne?

Xaltîya Sosin li wêne mêze kir û got:
– Ew berxikên min bûn. Wan canê xwe di rêya azadîyê de dan.

Sînê poşman bûbû, xwe bi xwe got xwazil min qet nepirsiya, dilê wê neêşanda.

Wan ji xaltika Sosin destûr xwastin û çûn oda din rakevin…,

Sînê wexta ku şiyar bû roj bi qasî du bihusta bilind bûbû. Sînê bangê Elî, Hesen û Rojhat jî kir û ew ji xew rabûn.

Bi dengê wan re xaltîya Sosin jî kete odê û got:
– Taştê hazir e, kerem bikin.

Bi hevdu re derbasî salonê bûn, taştê xwarin û xatirê xwe ji xaltika Sosin xwastin û ber bi çiyan ve meşiyan.

Bi qasî seatekî meşiyan. Ji nişka ve dengê teqînê hat. Elî û Hesen pêlê mayînê kiribûn, Sînê û Rojhat jî birîndar bûbûn.

Rojhat serê xwe veguhrand û Sînê lê nêhirî, keniya û çavên xwe girt.

Sînê jî xwîna ji qefesa wê diherikî, bêhal ketî çavê xwe hêdî hedî girtin û guhdanka xwe dîsa da ber guhê xwe û wotmen vekir. Stranê di cihê mayî de berdewam dikir:

Ez ê biçim yan bisekinim
Pûç dibim yan zuha dibim
Ez ê biçim yan bisekinim
Pûç dibim yan zuha dibim

Ez bê te qet xwe nizanim
Xem û xeyal bûme, bira
Ez bê te qet xwe nizanim
Xem û xeyal bûme, bira

Tu kulîlka azadî yî
Strana welatê me yî
Hespê şeh î, dibezî
Çiyan û zinaran, bira

* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 85an da hat belavkirin: 2022, 27-29.