Bilal Celepli
Jin li ba me her dem bi qîmet bûn: li ber her karî jin hebûn û fikirê wan girîng bûn. Jin li ba kurdên Anatolîya Navîn rêhevalê mêran bûn. Qîmeta jinan ji dema koçberîyê da heta cihbûnê tim hebû.
Jinan va qîmet û girîngbûna bi xwe qezenç kirin û dest xwe xistin. Ewna pir caran ji mêran pirtir şuxilîn û xebat kirin û li pêş ketin. Li nav kurdên Anatolîya Navîn ji bo iştên wek kar û bereketê her dem mêr li pêş xuya dikirin, feqet jin çiqas li paş xuya bikin jî karê mezin li ser pîyê wan bû û jin bargiran bûn.
Ekonomîstê navdar yê Skotlandê Adam Smith metaforeka xwe ya taybet û bi qîmet heye: destê xuya nake, bi navê orîjîn ‘the invisible hand.’
Adam Smith bi vê metaforê diwê her tiştek û her karek bi xwe di rê keve, hûn rehet bin û qaxî mekşînin. Hûn karê li we ketî ji dil û bi xwastineka mezin bikin desteka xuya nake û pîroz, e were û karên we di rê kevin. Li jiyana me jî ew destê pîroz hertim jin bû.
Jinên Anatolîya Navîn jî barê mêra sivik dikin, karên me vê qaxî dikin rê, ew mînaka Adam Smith gotî ‘the invisible hand - destê xay nake ye.‘ Yanî jin li nav Anatolîya zavîn desteka xuya nake û pîroz e.
Jin pir caran tuneyîyê dikin heyî û dibin doxtor, hûnermend, dengbêj.
Mêran pez çêrand, jinan ew dotin û ji şîr rûn, mast û penêr çêkirin.
Jinan ji gil û gîya, ji daran boyaxa kokan çêkirin û bi tevinê xali, merşik û cil çêkirin.
Jinan ji postê berxan bêjing çêkirin, bi wê bêjingê ard lêkirin û bi wî ardî nan lêxistin.
Jin, carna jî dibûn doxtor û hekîm: bi hevîr, bi goşt, yan jî bi zeytûnan pê û ningên şikestî derman dikirin.
Jin bi kilamên xwe jî bûne dengbêj û dîrokzan: ji me ra qalê Hecî Buhurcu, Mistoyê Tozo, Xalê Deli Pepe û qalê evînên berê dikirin û şevên dirêj bi çîrokên wan derbaz dibûn.
Mêrên me jî bi rastî qîmeta ku jin heq dikin, didayîn wan û roj dihat bi şoreka jinan, bi kitaneka jinan şer xelas dikirin. Ez dixwazim ji bo wê qalê hekatekî bikim:
Çimana Biçûk zozanê Gundê Kehya (Beşqawaqê Mezin) ye. Navê xwe fermî Yeşildere ye.
Ji eşîra Têrikan xwanga Du-man Beg, navê xwe Elok, bi Hecî Mahmadê Qerefekîyan va direve û dizawice. Malbata Qerefekî jî ji eşîra Sêvidî ne. Loma navbera du eşîran ji hev dibe. Û rokê li Çimana Biçûk sawa pezçêrandinê du eşîr dikevin hev û şerekî mezin dest pê dike. Xwûn belav dibe.
Elok vê dibihîze, li hesp siwar dibe, tê Çimana Biçûk û kitanê xwe davê erdê. Mêrên herdu eşîran jî li ser vê şer teva dikin û belav dibin. Bi sedan mêr bi hereketeka jinekê dawancên xwe cîhtînin û ji hev dûr dikevin. Va heketa li ba me qîmeta jinan hîn pir bi taybet dimîne û mînakeka berbiçav e.
Jin dayik e, evîn û bermalî ye, karkera malê û xebatkar e: bi qutayî Jin Jiyan e. Jinên me, em şûnakin bi nivîsan û peyvan bidin naskirin.
Ji bo wê ez dixwazim bi etîmolojîyan du navên qedîm û bi taybet berdewam kim.
Bostan û Bodê
Ji kurikbûyîna min pê va min navê Bostan û Bodê pir bihîstibû. Navê dapîra min û navê bapîra dêya min jî Bodê bû, feqet maneya wê me nedizanibû.
Maneya Bostanê jî em gîştik baxçê heşinayî û zebze dizanin û min ew jî mereq kir, çima va na-va li ba me pir û navdar e.
Min lêkolîn kir û agaheka pir balkeş dît. Navê Bostan û Bodê li bajarên din mîna Meletî, Semsûr û Meraşê û li alîyê Kurdistanê tunene, tenê li Qonyê û Enqerê heye. Li bajarên Anatolîya Navîn yên din jî ya tune ya jî qasê tilîyên destekî hene.
Li Enqere 199 Bostan, li Qon-ye 81 navên Bostan hene.
Li Konye 55 Bodê, li Enqere 16 navên Bodê hene.
Min xwast ez kokên va navan jî derxim û min fahm kir ku va herdu nav jî pir qedîm û taybet in.
Bostan peyveka Aryanî û pir qedîm e.
Bostan koka xwe ji Bûhn têye. Bûhn hem di zimanê Avestayî de hem jî di zimanên Rojavayê Îran de heye.
Li nav zimanên Rojavayê Îranê: kurmancî, talişî, zazakî, balochî, lurî , mazenderanî heye.
Bûhn li zimanê me çexê Bêhnê bû ye. Stan jî maneya xwe kon û cihgirtin e. Bostan bi rastî Bûhnstan e, yanî maneya xwe bêhna xweş, dera ku bêhna xweş jê tê ye. Jin li ba me weqes bi qîmet û heja ye ku me va navê qedîm û fodil daye wan.
Manaya Bodê jî dîsa pir bi taybet û qedîm e.
Ew jî dîsa peyv û navekî aryanî ye: di zimanê mazenderanî de, lurî û farsîya kevin de heye.
Koka Bodê ji Bûn têye û mana-ya navê Bodê jî ‘hêbûna me’ ye. Di ferhengên zimanên aryanî Bodê, bi Bûdî (یدوب) derbaz dibe.
Li axzê Poladlî û Yûnaqê dibên Bodî, li axzê Cîhanbeylî û Qulakê jî dibên Bodê.
Me bi vê navê taybet gotîye ku ‘ jinên me hebûnên me ne û jin her tiştekî me ye. Jin nebû jiyan jî nabe.
Nav nasname ye, nav hebûn û heqîqata me ye.
Em hebûna xwe, bi ziman û bi navên xwe diparêzin.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 86an da hat belavkirin: 2023, 74-76.