Ji xewna bakîreyekê

Sîya Jandar

Cih: Ne eşkere ye. Dibe ku li ber singa kesekê an jî li dojehekê…
Lê ev dojeh ne bi destê Xwedê hatiye avakirin
Li vir Xwedê û xwedîtiya tiştekê nîne…
Li vir karakter û xewn hene…
Li vir organzmabûna hîsan
Û mirin bi cih bûne…
Tu tarîya odeyekê de di kurte xeweke de xerq bibû…

Li vî cihî tenê pejna te ya esmerî, pejna şevê ya esmerî û gorek…

Mîna ku refek qulingê ber bi sahraya bê av be

Devê min ji bûyîna min vir tîna qeliya ye

Ji bûya min vir ve êşek di laşê min de hatiye pêxistin

Ji êşa dîya min, a ji malzaroka wê afiriye hatiye girtin

Destpêk
Nav:
Agil
: Dil
: Giyan
: Gor

Herkes wê rojek biqasî çiroka xwe biêşe û bibe xwedî êşek metafizik. Bibe xwedî valahiyê geometrik û zeyanden xesandî. Lê ev çiroka nexesandîye nû ve li ber singa te hatiye vejiyandin. Di vir de hût û kund yekin.

Di vir de mahsî û çol bi hevûdo şad in.

Aqil

Berya ku ji vî kirasê ji agir rizgar bibim dibe ku ev kiras weke tofanekê bi laşê min ve bê pêxistin.

Min ji hemû haz û amûrên laş rizgar bike. Min bike yekê bêaîk. Mi ji ilmê laş azad bike… Laşê min ê ku weke keftarê ajalekê ji ber spermê bavê min afiriye. Bûye xwedî xwîn-goşt-tilî-aqil. (Belkî herkes transeksuel be, ji ber ku ev du zeyand ancax dikarin bibin xwedî afireniyerekê.)

Lê ancax ez bi van her duyan bikarim bibim ezê azad bibim. Rizgariya laş, an jî metafora ku mêrov bikaribe xwe ji bin nîrê dilgirtine azad bike. Hema dayika min, an jî gora min a yekem… Mêrov tim jiyana xwe li ser qewirandinê dimeşîn e. Dixwaze ji vê qewirandin rizgar be û azad bijî lê dê tu caran nikari be rizgar be. Lê mêrov bê vîn tê qewirandin û bê vîn dijî.

Di vê qewirandinê de a bi mêrov re tê; xwîn û hestîn, lê li vir hestêyarî nîne. Koşka weperstine bê xwedîye. Serdestî û bindestî nîne. Li vir yeken qewirandinê de dayikeke bi êş û bavekê bi xîreta civakî… Bavekê ku bi spermê xwe ser bilind. Bavekê ku bi bûyîna zarok re xwe mêr dihebîne. Herkes bê vîn tên dinê dê bê vîn jî biçin… Lê ez na, ez bê vîn naçim. Ez ê yekem caran bibim xwedî vîn û deriyê jiyanê di ser laşê xwe ve bigrim.

Çavê xwe digrim ode dibe gor, ji dûr laşê te di tariyê de weke kabûsekê di ser min ve digre. Ez ê di vê taritiyê de bimrim.

Lê niha bi vî agirê ku di laşê min de hatiye pêxistin, silûetê laşê te li diwarê tenêtiya min xêz dike. Ji xwe tu hêza xêzkirinê yî. Tu ji nişkê ve weke peykerekê antî ji wan nivîsan afirî. Xîreta min nîne ku dest bidim ku laşê te yê di rengê axê de… Ez ê tu caran neghêjim vê xîretê jî. Silûtên te li ber çavê min bûne reqase di tariya Odê û di tariya hişê min de… Direqisin… Direqisin… Direqisin… Direqisin…

Lê ez ê xwe tim bi çola laşê te bigrim. Ez ê tim ava ji laşê te ji xwe re bikim ava heyatê. Ez bi çawa bi ava canê dîya xwe bûm xwedî laşek, ez ê niha bi ava canê te bibim xwedî vîn, xwedî xwe. Ez ê di hembêza te de bibim mêr. Belkî bi mêranî bijîm. Ez ê xwe di tariya laşê te de azad bikim… Ez ê azad bibim… Lê ev azadî ne biqasî azadîya herkesî ye, ev azadî a weseriya min e… Tu di taritiyê de ji min re xweditiye bike… Bibe xwedî laşê min…

Bihost bihost laşê min ve hilbe weke ku tavehîva bi laşê şevê ve hil tê pêlik bi pêlik laşê min dagir bike. Bibe dagirkirina şev û laşê min… Ezê bimrim. Ezê di germahiya lêvê te yên ku bi laşê min dikevin de bimrim. Her ku tu bi laşê min ve hilbî ez ê gora xwe di hindurê te de bikolim. Ezê laşê te ji xwe re bikim bihûşt… Bikim mizginiya ku weke sehabeyên çav bi bihûşta xwedê ketibin bê tirs di şeran de xwe davêjin ber şûran… Min xwe bi bihûşta nav lingê te girtiye. Min xwe bi bêhn pûngiya pirça te girtiye… De min bikuje… Agirê xwe di laşê min de pê bixe… Min bike agirgeha xwe weke sofiyekê di ilmê xwe de elimiyê ilm bûbe min ferî xwe bike… Ferî agirê xwe… Ez laşek im ku bi dilmayî hatime dergahên te. Min venegerîne ji vê rê yê. Min di malzaroka xwe de bike xwedî agir. Min bike zerdestê agirê xwe. “Hemd û sena” ji bo laşê te. “Hemd û sena” ji behn pûngiya nav lingê te… “Hemd û sena” ji te.. “Hemd û sena”… “Hemd û sena”…

Ev çend carek ku di şev de xwe bi pejna navê te digrim. Dibim lêgerîna tiştekê kevnar. Dibim arkologekê ku ji bo rast bi antîqayekê were bi rojan erd kolabe û daviyê de gihiştibe miradê xwe, ez jî xwe bi pejna te, bi silûetê te digerim. Her ku ber bi te ve têm, her ku nêzê pejna te dibim di ilmê hez kirin û lêgerînê de derdikevim asta nîrvana. Bi lêgerîna pejna te re organzma dibim canê xwe hîs dikim. Di nav canê te de nû ve şîn dibim. Kok vedidim… Min bike hembêza bakîretiya xwe, bibe afirînerê min… Laşê min biafirîne. Min nû ve li hevûdo bîne. Min di malzaroka xwede nû ve bihebîne. Lê tu bakîreyî bi qasî şevê. Tu nû ve bi laşê xwe dihisî… Tu nû ve ferî herûdo hinarê li pêsîra xwe dibî. Nû bi pirça navlingê xwe hisyayî… Lê ez ne nû me ji bo laşê te. Dema ku çav bi pejna te ketim vir ve dibêjim qey ji Adem û Hava vir de tu bi min re jiyayî. Bêhna te, pejna te, min xwe tim ferî van kiriye. Ev bi qasî dîroka xwedê ye, tu bûyî agir bi laşê min ketî. Bêhna pûngê a ku li nav lingê te diafiri.

Ax ev bêhn pûngiya canê te çiqas dîrokiye. Mîna dîroka pîramîdan, mîna klopatrayê ku nû derketibe ser textên fîravûna, mîna lênêhrandina Nîl ê bi dîrokî.

Şev û tu agirin bi min ketine.

Min bike serşoya laşê xwe, min li vir de nû ve bişo ji bêhna malzaroka dîya min rizgar bike min ji vê şaristaniya qirêj rizgar bike. Min di şaristaniya laşê xwe de azad bike. Bibe şaristana sîluetan bibe şaristan ji bo şev ê…

Dil

Ev ne milkê kesekiye. Herkes dikare ji xwe re bike berete, xwe lê bigre ber bi wê ve bibe rêwî û hewrî. Lê herkes nikare bi aramî di deriyê wê re derbas û bibe xwedî wê. Ew qesra li pişt çiyayê qaf e, ew sandoqa di destê medûsayê ye, ew hespek kumête tim dixwaz e siwariyê wê di şer de be, ew edûle, derweş bi destê xwe dişîne mirine. Heya ku tu ji qesra dil qehwa mirinê venexwî ew tu caran aramiyê pêşkeşî dildarê xwe nake, ew xwedayekê binerde.

Axaftina dil

Rast e, ez mizgefta giyana me, ez azadî xwazê giyan im, xwe bi azad berê hudurê min bidin, xwe azad berê hindirê min bidin, xwe azad bikin, dema ku hûn ber bi deriyê min ve hatin ji tu tiştî metirsin, tirs di deriyê min ve nikarin bikevin hundir, heke hûn ji xwe nizanibin teqez neyên ez we hilnagirim, we nakim xwedî hêzekê û hezkirinekê. Dema berê te ket ber bi min hewceye tu bikaribî bibî BÛDA, gerek tu agirê Zerdest di xwe de bibîn î û gerek tu bi qasî Manî di ilmê zanînê de azad bî… Ez dilim deriyê azadîyê, azadîxwaza dixwazim… Heke te xwe azad kiri bê ez ê te weke sofiyekê hilgirim mizgefta xwe, di hicreyên xwe de ferbikim. Ez ê weke heciyekê ku ji heca xwe vegeriya be te pêşvazî bikim. Ez ê te hilbigrim, te bikim xwoşewistê xwe… Lê gerek tirs ji bo we nîn be, a wê demê were bibe sofiyê mizgefta min, bibe azadî xwazê mizgefta min…

Ev rastiya dilê a ku ji bo ez bi şev di nav vê tariyê de te bikim fîndek pêbixim û ji bo ku silûtê te li hember min bireqise, ji bo memik û qalçên te dihejin bi çirûska vî agir re. Ji bo tu bibî şev çiraya hîsê min min vexwinî vê lêgerîne. Min ji vê êşê rizgar bikim… A niha tu li ba min li ser singê min mîna qurtek av a ku piştî kuxikekê aramî didî min.

Ez rêwî me ji bihûşê hatime, ev çend hezarsale ku li vir qewirî me lê a şaş ev e ku bihûşt şaş ferî min kiribûn, xwedê derew li min kiribû. Ez hatime deriyê te ji bo xwe bavêjim bihûşta te, li vir de ji êşa laş û giyanê xwe rizgar bibim. Laş gira giyan e bi hembêza şevê de tu ji giyanê min re bibe gor. Min di vir de xwedî bike. Ji ber ku zanim gera li ser bejna te… A di nav herdû memikê te mina gera di nav baxçeyekê antîke… Weke xwedina ahîtekê ye ku ji ber destê zordestan rizgar bibû ji ber ku zanim weke ku dengbêje di asta deng zîziya xwe de desbasê asta erotîzmê be ez ê jî bi laşê te û zîzbûna dengê de re di asta aramiyê de organzma bibim. Hew bê hemd bi silûetê memikê te şa dibim… Heya ku xwe dighêjim canê te. Pirça nav lingê te.

Giyan

Yanî rewestgeha dawî ez im, hûnê li min vegerin, çawa hun bê dil ji malzaroka dîya xwe hatin qewirandin hûnê vê carê jî ji wir bên qewirandin. Hûnê bikevin sarinca qefesa min. Hûnê bibin beyanî li vir de. Cawa ku hûn beyanîyê der malzaroka dîya xwe bûn… Vê carê jî hûnê bibin beyanê qefasa min… Ez di laşê herkesî re cihê kurman im. Cihê rizandinê me… Nirxê rizandinê me…

Lê ev ji bo min neraste tu bi şevê re hatiyî ji hembêza te germtir nîne tu gor û aramtir. Caran şev dibe weke heyva sêzdeh mehî, mîna destekê şeş pêçî… Tu jî weke heyvê tim li min zêde dibî… Li xwe mikurtêm, dibim xwedî xwe û şevê, dibim xwedî xwe û şeş pêçiyên xwe…

Dawî

An jî piştî fikrandina û axaftina te re a bi seatan niha çar elementên silûetê te li ber çirûsa findê li di odê an jî di vê gora min a ku ez bikaribim xwe tê de bikujim civiyane…

Bi rasthatinekê ne eşkere rastê silûetê te hatibûm. Mîna ku kesekê di çolê bê av mabe tu îhtimal nemabe ku bîreke avê bibîne dê di nişkê ve ji pişt qûçen qumê kerwanek derketibe û avê dabe wî. A min jî wisa bû tu îhtimala min bi rast hatina te nemabû lê tu nişkê ve bi silûetî rastê min hatî. “Hemd û sena” ji silûeta te re.

Ev giyan êdî di laşê te de ye. Bi laşê te re şevê hilhatiye… Xwe di xewnê de ferî laşê te kiriye. Laşê te ku jê re bûye dergeh û cihê xwezanîn ê… Ez ê spermê xwe ji bo te bikujim, ezê cavên te bikim qiblegeh di hembêza şevê te. Di qemeriya memikê te de bighêjim…

Şewata findê û bi derbasiya şevê re her diçim ji xwe derbas dibim… Bi her diçe silûetê te nêzê min dibe. Zêdetir di kurahiyê te de xerq dibim herûdu memikê te û behna pûngê a ku ji nav lingê te difure yek bi yek ew tayên pirça te, her dicin bandorê li ser min dikin. Silûetê te nişkê ve bi xwîn û goşt digre… Ji kaniya bêhna te vedixwim. Naxwazim bêhna te derê der ve ji ber ku ev dinya bêhna te heq nake… Ev oda ev şev bêhna te heq nakin… Memikê te dibin kevirê Hacer’ûl Esved dixwazim hemû diayên xwe li dor wan bikim…

Lê ez ê xwe bavêjim vê bîrê.

Di hemû silûetan de xeyalek heye… Di xeyalan de sîlûetek heye.

Ez û tu du rebenin, ji şevê re bûne mêvan, tu silûetekî, ez silûetekim li ber tîroja heyvê, li bin bê baniya esman rastê hevûdo hatine, em şaristan in, tu şariştan î… Tu xewa dawiyî, tu yê bibî dawiya min. Min bi pejna te sond daye agir, min bi pejna te hêstiyarî daye agir, min bi sewta te soz daye giyan, min bi bêhna pûngê a ji nav lingê te de difûre soz daye gorê û di nav lingê te de bibim xwedî gor. Em du laş-du giyan in, mîna ku mahsiyê li ser avê bişimite ber bi hevûdo dişimitin, xwîdan û xwîn, bêhndayîn û bêhn… Lê çavên te yê reş, gerdena te a ji ber çakûçê xwedê bi hunerî li hevûdo hatiye.

Em du laş in.

Ez ê xwe di malzaroka te de bi cih bikim, ez ê tîbûna xwe bi xwîdana te bişkênim a ku ji bihûştê… Lê xewn miradê koran e, ez û tu xwe nû ve ferî korbûna xewan dikin, weke ku tu nû bi memikê xwe hisyabî, mîna ez nû bi mêraniya xwe hesîyabim. Ez ê mîna çavekê ku bi tirs heyva sêzdeh mehî binê re li gerdena te dinêr im, gerdena te a şif tazî. Tu jî nû bi xwe dihisî tu xewar î, tu taziyî. Tu bi canê xwe dihisî nû ve.

Em korên xewan e… Tu li ser qefesa min bêhna baqe simbil, gihîştî û esmer î… Ez pale li dor firîkên te, xwe bi laşê te nû dikim. Tu mahsiya ser singa minî, çirokekî ku min xwe pê girtiye her diçe ber bi te ve têm. Silûetê te her diçe ji çirûska findê diqete. Dibe komek agir xwe ber bi min ve berdide… Tu bakirya agir î… Tu bi qemeriya xwe mîna kirasekî li şevê hatiyî, bi qasî şevê bakîr î, tu kirasî bi şevê re… Ez jî ji vî kirasî afiriyî me… Tu qemer û bakîr… Tu sîlûet î…

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 89an da hat belavkirin: 2024, 55-60.