Burhan Sönmez: Ez vedigerim malê xwe

Adem Özgür

Romana ‘Evîndarên Franz K.’ a Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sönmez ji nav Weşanên Lîsê derket.

Ev, yekem romana kurdî ya Sönmez e. Lewra Sönmez heta niha hemû romanên xwe bi zimanê tirkî dinivîsand.

Di pirtûkên Burhan Sönmez de şopên efsane û karakterên kurdî berbiçav in. Di romana wî ya dawî ‘Evîndarên Franz K.’ de, serboriyên cihêreng ên kesayetên xwedî nasnameyên dureh, sûretên kevn û nû yên bajarên Stenbol, Parîs û Berlînê, çîrokên şer û qeyranên siyasî û evîna Ferdy û Amalyayê tev li dora bûyereke kuştinê pêrgî hev dibin.

Pirtûkên Sönmez heta niha ji bo 48 zimanan hatine wergerandin. Sönmez pirtûka xwe ya dawî ‘Evîndarên Franz K.’ bi zimanên kurdî û tirkî nivîsand. Lê çapa bi kurdî berîya ya tirkî hat weşandin. Çapa bi tirkî jî ji nav Weşanxaneya Îletişimê hat weşandin.

Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sönmezê ku ji Kurdên Anatolyaya Navîn e, bersiva pirsên Kovara Bîrnebûnê da û ver got: “Tiştê sereke vegerandina malê ye, ew zimanê me yê dayikê ye. Ez di vê rêyê de vedigerim malê xwe, lê hinek nivîskarên din jî wek ku bixwazin dikarin bi rêya xwe vegerin. Her rê şexsî ye, her nivîskar azad e ku rêya xwe hilbijêre.”

Li gor lehengê romana "Taş ve Gölge" Avdoyê, mirov nikare cihê jidayikbûna xwe hilbijêr; lê ew dikare li ku derê bimire hilbijêre. Cihê ku mirov lê çêbûye û mezin bûye ji bo we tê çi wateyê? Em di pirtûkên we de rêça Haymanayê zêde dibînin; rol û bandora gund û Kurdewariyê li ser ramanên we yên siyasî û pênûsa we çi ye?

Welat û zarokatiya mirov ji bo jiyanê bandorê li ser hişê wî dike. Ger şopek baş di bîrê de bihêle, mirov dixwaze vegere wê rabirdûyê; ger şopek xirab bihêle, her dem jê direve. Ez bêriya rabirdûyê dikim. Gundê ku ez lê ji dayik bûm û lê mezin bûm bingeha zarokatî û çanda min e. Îro jî di kesayet û nasnameya min a çandî û siyasî de cihê wan heye.

Pirtûkên we her wiha pirtûkên “rê” ne jî. Hûn di hevpeyvîneke de dibêjin, “Her welatê xeribîyê sirgûneke jî.” Di rêwîtiya we ya ku ji gundekî Haymanayê dest pê kir û ber bi Polatliyê, ji Enqereyê ber bi Stenbolê û ji vir jî ber bi Londonê ve çû de, we hîç xwe "bêwelat/bêwar" hîs kir? Û biya we ev gotin gotineke raste yan na: “Ji bo mirovên bêwelat nivîsandin dibe cihê jiyanê.”

Min her tim bêriya cihên ku min li dû xwe hiştiye kiriye. Ez bêriya gundê xwe û Stenbolê jî dikim. Ev melankoliyê dide ser dilê min. Li cihê ku hûn lê dijîn, hûn her gav xwe xerîb hîs dikin. Di wê rewşê de, huner dibe rêyek ku hûn her gav mala xwe bi xwe re hilgirin. Bi taybetî muzîk û edebiyat li vir girîng in. Bêyî nivîsandinê, ez ê nikaribim li welatê xerîbiyê bijîm.

Hûn di pirtûka xwe ya “Masumlar” (bi navê “Hespên Reş Bayên Sorgevez” ji bo kurdî hat wergerandin) de pirsa “Dewlet kî ye?” jî dikin. Hûn behsa zarok û ciwanên di “dersa dewletê” de hatine kuştin dikin. Bi ya min bersiva vê pirsê hê jî nezelal e. Bi rastî dewlet kî ye?

Raste, tu bersiv tune. Ji ber ku min xwest li wir pirsekê bikim û bibînim ku mirov di wan şert û mercan de çi hîs dikin û çawa dijîn, ku dewlet ji her alî ve dora wan girtiye. Pirî caran bersiv ne dijwar e, ya sereke ev e ku hûn pirsê bipirsin û cesareta vê yekê bikin. Wêje gelek caran vê rêyê hildibijêre. Mîna siyasetê li bersivên rasterast nagere, lê pirsan berfirehtir dike û derdixe holê ku mirov dikare bi wan pirsan rêyek nû veke.

Pirtûkên we ji tirkî ji bo gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. We vê carê bi kurdî nivîsand. We çawa biryar da ku pirtûka xwe bi kurdî binivîsin, di dema nivîsandinê de we xwe çawa amade dikir?

Min demek dirêj dixwest kurdî binivîsim, lê tenê berî derketina pandemiya Covidê fersenda min çêbû ku ez li ser vê mijarê bisekinim. Ji bo min rêya nivîsandina romana kurdî; pir xwendina romana kurdî ye. Min hewl da ku her pirtûka ku tê ber destê min bixwînim û bi vî awayî dengên cuda yên edebiyata kurdî fêm bikim.

Gelek kurd bi tirkî û bi zimanên din ên serdest dinivîsin. Hûn vê çawa şîrove dikin?

Nivîsandina bi kurdî ji bo min wek anîna xewnekê ye. Ez bi wî zimanî mezin bûm. Yên ku ez bi kurdî mezin kirim êdî neman. Ez hîs dikim ku ew niha bi nivîsandina min sax dimînin. Zimanê zikmakî wek hesreta malê ye. Lê ji bo min dijwariyek hebû ku zimanê min yê nivîskî têra nivîsandina pirtûkan nedikir. Ji bo ku ez bikaribim zimanê xwe yê zikmakî pêş bixim, min wek xwendekarekî xwend û xebitîm. Gelek nivîskarên kurd hene ku bi zimanên din dinivîsînin, wekî tirkî, erebî, farisî, îngilîzî, almanî hwd. Lê divê em bibînin ku, kurdîya piranîyê ji wan têra nivîsandina pirtûkê nake. Ez nabêjim ku ew mecbûr in ku kurdiya xwe pêş bixin û vegerin ser zimanê xwe, lê eger derfet hebe wê baş be. Zimanê kurdî di bin zulmê de ye û pêdiviya wî bi piştgirîya zêdetir ji nivîskar û xwendevanên me yên kurd heye.

Rojnameger û nivîskaran bala xwe dane pirtûka we ya dawî. Li ser vê meselê hin nivîs jî hatine nivîsandin. Xwînerên we pirtûka dawî çawa şîrove dikin, rexneyên çing ji we re tên?

Kêfxweş im ku xwendevan û nivîskaran pêşwaziya nivîsa min a bi kurdî kirin. Ez bawer dikim ku piştî çapkirina pênc romanên bi tirkî, ji bo min gaveke girîng e ku bi kurdî binivîsim. Ez hêvî dikim ku ev ji bo nivîskarên din jî bibe mînak. Lê hinek pirs jî hebûn, ji ber ku min versiyona vê pirtûkê ya tirkî jî nivîsand. kurdî ya vê romanê di meha sibatê de û tirkî jî di adarê de derket. Hinek kes ji min dipirsin çima ez bi du zimanan dinivîsim, yan çima versiyona tirkî ji aliyê kesekî din ve nehatiye wergerandin. Di jiyana min de sê zimanên min hene, îro bi giranî îngilîzî ye. Ez tercîh dikim ku van hemû zimanan bi kar bînim. Mesela ez hewl didim romana xwe ya nû bi sê zimanan binivîsim, ne tenê bi kurdî, bi tirkî û ingilîzî jî. Ez nabêjim ku her kurdek dinivîse divê bila wisa bike. Divê em li vir tiştê sereke bibînin: tiştê sereke vegerandina malê ye, ew zimanê me yê dayikê ye. Ez di vê rêyê de vedigerim malê xwe, lê hinek nivîskarên din jî wek ku bixwazin dikarin bi rêya xwe vegerin. Her rê şexsî ye, her nivîskar azad e ku rêya xwe hilbijêre. Mebest girîng e, ew mal e, mala zimanê kurdî ye.

Hûn kelecana xwe çawa tînin ziman?

Mirov hemû xwedî hest û ramanên xurt in. Nivîsandin ew e ku meriv zanibe çawa peyvên rast ji bo danasîna wan hest û ramanan bibîne. Ji bo min, nivîsandin ew e ku meriv li ser wan bisekine û dûv re wan bi gotin û melodiye edebiyatê bitewîne. Ev gelek wext digire, lê kêfek mezin e.

Hûn dersên nivîskariyê jî didin. Li gor we nivîsandina bi zimanê dayikê çima girîng e? Li aliyê din, li ba Kurdên Anatolîyê jî hewlên edebiyatê hene, nivîskarên me bi kurdî dinivîsin û pirtûkên xwe çap dikin. Li ser vê mijarê hûn dixwazin çi bêjin?

Zimanê zikmakî mafê herî bingehîn ya mirovan e. Ev îfadeya azadiyê ye. Îro roj bi roj hejmara weşanxaneyên kurdî zêde dibin. Ji Amedê heta Stenbolê gelek weşanxane pirtûkên bi kurdî çap dikin. Pêwîst e piştgirîya van weşanxaneyan bê kirin û pirtûkên wan zêdetir bên belavkirin. Ji bo paşeroja kurdî girîng e ku nivîskarên ji herêm û zaravayên cuda zêdetir xuya bibin.

Pirsa dawî; Bîrnebûn ji sala 1997an vir ve tê weşandin. Li ser dîrok û jîyana kurdên Anatoliyê gelek gotar, nivîs, makale, helbest û hevpeyvîn weşandin. Hê jê berdewam dike. Hûn xebatên kovara me çawa dibînin?

Ez jî kurdekî ji Anatolîyê me. Dema ku ez li tirkiyeyê bûm, di destpêkê de ez li pey Bîrnebûnê bûm. Piştî ku ez hatim Brîtanyayê min şopandinê wê berdewam kir. Bi baweriya min pêdiviya me bêtir kovarên mîna Bîrnebûnê heye ku çanda xwe zindî bihêlin û bi civakên berfireh re parve bikin. Ji bo vê xebatê mezin ez we pîroz dikim.

Burhan Sönmez kî ye?

Romannivîs Burhan Sönmez li gundê Büyük Konak Görmez (Şêxan) yê Heymanaya navçeya Enqereyê hatiye dinyayê. Sönmez piştî darbeya leşkerî ya 1980an li Zanîngeha Stenbolê beşa Hiqûqê dixwîne. Sönmez ji ber karûxebatên siyasî li Stenbolê li navendeke navdar ya îşkenceyê tê girtin. ‘Sûcê’ wî jî ew e ku; di dema cuntayê de ew yekem çalakîya xwendekaran organîze kiriye. Burhan Sönmez piştî xwendina zanîngehê wek parêzer dest bi kar dike û piranî li ser dozên mafên mirovan dixebite. Ji loma jî ew tim dibe hedefa polîs û dadgehên Tirk. Sönmez piştî ku li Enqereyê ji aliyê polîsan ve rastî êrîşan hat û birîndar bû, ji neçarî Tirkiyê terikand û bi sirgûnî berê xwe da Londona Brîtanyayê. Wî li Brîtanyayê bi alîkariya ‘Navenda Îşkenceyê ya Londonê’ demekî dirêj tedawî dît.

Di wê demê de Burhan Sönmez dest bi nivîsandina romanan kir; di pirtûkên wî de bandora çîrokên kevn yên kurdî hene ku ji wan gelek îlham wergirtiye.

Berhemên wî yên navdar ev in: Bakur (Kuzey, 2009), Bêguneh (Masumlar, 2011), Stenbol Stenbol (İstanbul İstanbul 2015), Labîrent (Labirent, 2018), Kevir û Sî (Taş ve Gölge, 2021), Evîndarên Franz K. (2024).

Sönmez wergirê xelata Wêjeyê ya EBRD (2018), xelata Aştîyê ya Xemgîn (2017), Xelata Rûmetê ya çîroka herî baş a Buyaz (2015), Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavi (2011), û xelata romana herî serkeftî ya St. (2011) wergirtiye.

Sönmez li zanîngeha METUyê mamostetiya edebiyatê kir, her wiha bû endamê juriya xelata wêjeyê ya Cevdet Kudret (2014), di heman demî de ji bo Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê (2020) berpirsîyarî wergirt.

Her wiha ew damezrînerê TAKSAV, Weqfa Lêkolîn, Çand û Hunerê ya Civakî ye.

Burhan Sönmez di navbera Stenbol û Cambridge de dijî.

Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 91an de hat belavkirin: 2024, 49-54.