Asîmîlasyon û rewşa zimanê kurdî di nav kurdên Anatolyayê de

Memê Mala Hine

Di vê nivîsê de ez ê ewil behsa têgeha asîmîlasyonê bikim. Gelo têgeha asîmîlasyonê wan dîyardeyên ku di nav kurdan de tê dîtin û wan polîtîkayên zimanî yên ku di nav kurdan de ji hêla dewletên serwer ve tên birêvebirin, bi awayekî têkûz pênase dike an na? Ez ê li bersiva vê pirsê bigerim û li dewsa vê têgehê, ji bo pênasekirina qedexeya zimanê kurdî û ji navbirina çand û zimanê kurdî têgeheke din pêşnîyaz bikim. Di beşa duwem a vê nivîsê de ez ê qala rewşa zimanê kurdî di nav kurdên Anatolyayê de bikim.

Destpêkê ez dixwazim behsa têgeha asîmîlasyonê bikim.

Destnîşankirina çarçoveya konsepta asîmîlasyonê, eşkerekirina paşxaneya dîrokî ya wê gelek zehmet e. Belê, ev têgeh ji zimanê latînî ketiye nav zimanên rojavayî. Koka vê têgehê ji similo ango kopîkirin, teqlîtkirin an jî şibandin e. Gelek manayên vê têgehê hene. Ev têgeh ewil di bîyolojîyê de dûre jî di zanista civaknasîyê de hate bikaranîn. Têgeh di civaknasîyê de tê wê maneyê ku mirov xwe li gor civakê diguherînin ango xwe dişibînin civakê. Ango bi gotineke din manaya vê têgehê li gor civakê xweguncandina takekesan e. Bêtir jî ji bo wan penaber û koçberan tê gotin ku xwedî çand û zimanekî cihê ne û çand û zimanê civaka nû ya ku tê de ne hîn dibin.

Bêguman gelek modelên asîmîlasyonê hene ku gelek dewletên cihê bi rê ve birine. Lê em dikarin van modelan bikin du beş. Li gor modela beşa ewil a asîmîlasyonê divê ew kesên ku tên nava civaka nû, çand û zimanê xwe yê berê ji bîr bike. Ango li gor van modelan biserketina asîmîlasyonê bi jibîrkirina çand û zimanê berê tê destnîşankirin.

Berîya sala 1960'an li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ji koçberan dihat xwestin ku raborîya xwe biterikînin û nirx û normên çandî yên anglo-sakson bipejirînin. Heta demekê dewletên DYA, Kanada û Awustralyayê nedihişt komên ku nayên asîmîlekirin (wekî çînîyan) koçî welatê wan bikin. Li gor modela duyem jî şert nîn e ku koçber çand û zimanê xwe yê berê ji bîr bike. Ya girîng ew e ku xwe li gor çand û nirxên civaka nû biguncîne. Ev model her ku diçe bêtir tê hilbijartin û birêvebirin.

Têgeha asîmîlasyonê bêtir ji bo takekesan an jî malbatan tên bikaranîn û ji bo neteweyekê nayê bikaranîn. Lêbelê têgeha asîmîlasyonê di nav kurdan de bêtir di maneya jibîrkirina çand û zimanê resen tê bikaranîn û ne ji bo tak an jî komek, lêbelê ji bo neteweyekê, ango ji bo neteweya kurdan tê bikaranîn. Dema ku em ji kurdekê/î re bêjin asîmîle bûye, ev yek tê wê maneyê ku ew kes digel ku malbata wî/wê kurd e, kurdî nizane. Ango têgeha asîmîlasyonê li gor modela duyem ku me berê behs kiribû nas dikin. Lêbelê kurd bi giştî çi li Kurdistanê bin çi li derveyî Kurdistanê bin vê têgehê ji bo jibîrkirina çand û zimanê kurdan bi kar tînin. Lêbelê li gor gelek vekoleran asîmîlasyon ne di nav gelên ku li welatê xwe bi awayekî otokton dijîn de, di nav wan kes û komên ku ji welatê xwe diçin welatekî din de pêk tê. Ango em têgeha asîmîlasyonê ji bo wan kes û komên ku koçî derveyî Kurdistanê yên mîna Stenbol, Enqere, Şam, Tehran û welatên Ewrupayê hwd. bûne dikarin bi kar bînin. Lêbelê em nikarin têgeha asîmîlasyonê ji bo kurdên ku li welatê xwe, ango li Kurdistanê dijîn bi kar bînin.

Li gelek welatên Ewrupayê di bernameya asîmîlasyona koçberan de ji zarokên koçberan re hînkirina zimanê resen heye. Di van welatan de zanîn û bikaranîna zimanê resen wekî astengî li ber asîmîlasyonê nayê dîtin. Heta di gelek lêkolînan de zanîn û hînbûna zimanê resen di rêjeya asîmîlasyona mirovan de wek taybetîyeke baş tê dîtin. Lê belê li Tirkîye rewş cihê ye. Lewre li Tirkîyeyê polîtîkayên dewletê li ser jibîrkirina çand û zimanê kurdî ye. Dewlet hewl dide ku kurd, bi taybetî jî nifşên nû yên kurdan zimanê kurdî yan ji bîr bikin, yan qet hîn nebin û kurdî bi tu awayî bi kar neynin. Ji bo vê yekê jî dewlet rê li ber xebat û derfetên hînkirin û bikaranîna zimanê kurdî li nifşên nû yên kurdan digire. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku têgeha asîmîlasyonê qedexekirina perwerdeya bi zimanê kurdî, qedexekirina zimanê kurdî di nav sazîyên dewletê û nehiştina ziman û çanda kurdî di nifşên nû yên kurdên li Kurdistanê de rave nake. Ji bo pênasekirina vê rewşê divê em têgeheke din bibînin.

Bi dîtina min jî ev têgeh jenosîd e û li bakurê Kurdistanê wekî tirkkirin tê pêkanîn. Bêguman ev polîtîka li Sûrîye û Rojavaya Kurdistanê erebkirin û li Îran û Rojhilata Kurdistanê jî fariskirin e. Ji ber ku niha li başûrê Kurdistanê kurdan gelek mafên xwe yên neteweyî bi dest xistine û ji mêj ve ye kurdên wî perçeyî bi zimanê kurdî perwerde dibin mirov nikare behsa erebkirinê li vî perçeyî bike.

Lê belê berê dewleta Iraqê polîtîkaya erebkirinê bi awayekî din bi rê ve biribû ku ji bo vê polîtîkayê peyva "taarîb" ango erebkirinê dihat bikaranîn. Armanca vê polîtîkayê ji erebkirina kurdan zêdetir erebkirina navçeyên Kurdistanî bû. Ji ber vê yekê niştecihên kurd yan bi awayekî girseyî dihatin kuştin wekî ku di Enfalê de qewimî yan jî dihatin sirgûnkirin û li dewsa wan ereb dihatin bicihkirin. Polîtîkayeke nêzî vê ji hêla dewleta Sûrîyeyê ve li Rojavaya Kurdistanê hatibû birêvebirin ku ev polîtîka wek "Kembera Erebî" dihat binavkirin. Niştecihên ereb ên ku li rojavaya Reqeyê di bin ava bendava li ser çemê Firat bimana li nav Rojavaya Kurdistanê wekî gund hatin niştecihkirin. Gelek erdên kurdan ji hêla dewletê ve hatin girtin û li van ereban hatin belavkirin.

Wekî ku tê dîtin armanca van polîtîkayan guherandina mirovan zêdetir guherandina demografîya Kurdistanê bû. Polîtîkayên wisa di serdema Împaratorîyeta Osmanîyan de li hember kurdan hatibûn bikaranîn. Bi taybetî jî li rojavaya bakurê Kurdistanê eşîrên kurd ji serdema Yavuz Sultan Selîm û şûnde ber bi deverên cihê hatin sirgûnkirin û her wisa li wan deveran eşîr û malbatên tirk hatin bicihkirin.

Dema ku em li polîtîkayên sereke yên dewleta Tirkiyê û Îran û Sûrîyeyê dinihêrin, em dibînin ku dewletên navborî bi qedexekirina perwerdehîya bi zimanê kurdî û nehiştina bikaranîna zimanê kurdî di sazîyên fermî de hewl dide ku kurdan li bakurê welêt bike tirk, li rojhilata welêt bike faris û li Rojavaya welêt bike ereb. Ji ber vê yekê jî bi ditîna min têgeha asîmîlasyonê vê rewşê nikare pênase bike. Di gelek lêkolînên akademîk de têgeha asîmîlasyon û tirkkirin wekî hev hatîye dîtin û bi hev re hatine bikaranin. Lêbelê bi dîtina min em têgeha asîmîlasyonê ji bo kurdên ku li derveyî Kurdistanê dijîn bi kar bînin û ji bo wê polîtîkaya ku armanca vê jinavbirina kurdan e bibêjin tirkkirin, fariskirin û erebkirin dê baştir be.

Ez ê niha derbasî beşa duwem a nivîsê bikim. Bêguman ew yasayên fermî yên ku li kurdên bakurê Kurdistanê û kurdên Anatolyayê hatine zalkirin mîna hev in. Lêbelê ji hêla asta bikaranîna kurdî ve di navbera herdu alîyan de cihêtîyeke berçav heye. Gelo sedemên wê çi ne? Em ê di vê beşê de li bersiva vê pirsê bigerin. Her wisa bi bawerîya min eger em van sedeman destnîşan bikin, dibe ku em taybetmendîyên kurdên li bakurê Kurdistanê yên ku xwe li ber polîtîkayên digirin destnîşan bikin û bi rêya van taybetmendîyan derfetên nû yên têkbirina vê sîyaseta tirkkirinê ava bikin.

Ji bo ku em rewşa zimanê kurdî di nav kurdên Anatolyayê de baş derxin holê, divê em hinek bala xwe bidin kurtedîroka wan kurdên ku li Anatolyayê bi cih bûne. Herçiqas çîroka koçberîya kurdan a ber bi Anatolyayê gelek kevn be jî, ew koçberî di demografîya Anatolyayê de guhertineke mezin nekiriye. Lê belê ew koçberîya ku di dawîya sedsala 18'an û destpêka sedsala 19'an de qewimîye mirov dikare bêje ku devereke kurdî îro dikeve navbera wîlayetên Enqere, Qonye, Kirşehîr û Aksarayê, pêk anîye. Her çiqas gelek eşîrên cihê yên kurdan di vê heyamê de hatibin Anatolyayê jî mirov dikare behsa sê eşîrên sereke bike ku piranîya kurdên Anatolyayê pêk tînin: reşvan, canbeg û şêxbizinî. Wekî ku tê zanîn reşvan û canbeg berê di navbera Semsûr, Meletî û Xarpêtê de bi awayekî nîvkoçerî mane.

Eşîra şêxbizinî jî ji navçeya Kerkûkê koç kiriye û piştî pêvajoyeke dirêj li wê devera ku dikeve navbera Haymana û Kuluyê bi cih bûye. Eşîra reşvan û canbegan kurmanc in, lê belê eşîra şêxbizinî li gor gelek vekoleran lek in. Heta di salnameyên Osmanîyan de eşîra şêxbizinî wekî ekrad-i lek ango kurdên lek hatine binavkirin. Eşîra reşvan û canbegan û eşîrên din ên kurmanc ji bo zimanê xwe "kurmancî" dibêjin, lêbelê eşîra şêxbizinî ji bo zimanê xwe "kurdî" dibêjin. Di navbera herdu dîyalektan de gelek cihêtî hene. Ji ber vê jî eşîrên kurmanc û eşîra şêxbizinî gelek bi zehmetî ji hevdu fêm dikin. Ji bilî eşîrên kurmanc û şêxbizinî li devera Aksarayê jî nêzî deh gundan Kurdên ku bi dîyalekta Dimilî qise dikin hene.

Bi giştî li Anatolyayê nêzî 300 gundên kurdan hene ku piranîya van gundan dikeve navbera Enqere, Qonye û Kirşehîrê. Li Enqereyê di navçeyên Polatli, Haymana, Bala û Koşhîsarê de, li Qonyeyê di navçeyên Cîhanbeylî, Kulu, Yunak, Çeltîk û Sarayonuyê de, li Kirşehîrê jî di navçeya Kirşehîr, Kaman, Çiçekdaği û Boztepeyê de, li Aksarayê, li Çankiri, Çorum, Yozgat, Tokat û Amasyayê jî hin gundên kurdan hene. Eşîrên kurdên Anatolyayê ku berê bi xweyîkirina pez debara xwe dikirin, heta dawîya sedsala 19'an bi temamî di gundan de bi cih bûne û piştre hêdî hêdî bi çandinîyê re mijûl bûne. Piştî pêşketina çandinîya bi makîna û pêkhatina derfetên kar a li bajaran, bi taybetî jî ji salên 1960an şûnve ji gundên xwe çûne wan bajarên ku gundên wan bi awayekî îdarî girêdayî ne û her wisa çûne bajarên mîna Enqere, Qonye, Kirşehir û Eskişehirê. Ji bilî vê, rêjeya kurdên Anatolyayê yên ku çûne Ewrupayê jî zêde ye. Bi taybetî jî ji Cîhanbeylî û Kuluyê gelek kurd niha li Ewrupayê niştecih in.

Bêguman qedexe û astengîyên li ber zimanê kurdî li bakurê kurdistanê bi awayekî fermî çawa be, di nav kurdên Anatolyayê de jî wisa ye. Lêbelê gelek faktorên cihê hene ku bandor li ser rewşa rêjeye axaftina kurdî di nav kurdên Anatolyayê de dike. Wek mînak, rêjeya koçberîya gundan ber bi bajaran di nav kurdên Anatolyayê de li gor bakurê Kurdistanê zêdetir e û ev yek jî bandoreke wisa dike ku asta bikaranîna zimanê kurdî di nav kurdên Anatolyayê de kêmtir bike.

Kurdên Anatolyayê deverên cihê yên Kurdistanê hatine û ji ber vê yekê jî devok û diyalektên cihê yên zimanê kurdî di nav wan de tê qisekirin. Vê yekê jî bandoreke neyînî li ser asta bikaranîna kurdî dike. Wek mînak di navbera kurdên kurmanc, şêxbizinî û dimilî de zimanê ragîhandinê tirkî ye.

Di nav kurdên Anatolyayê de çanda medreseyên kurdî tune ye. Lêbelê heta dawîya sedsala 20'an jî li bakurê Kurdistanê medreseyên kurdî çalak bûn û mele bi zimanê kurdî karên olî bi rê ve dibirin. Heta gelek feqî û mele bi kurdî berhemên wêjeyî afirandine û van berhemên xwe gîhandine gel. Lêbelê di nav kurdên Anatolyayê de mele bêtir bi zimanê tirkî karên olî bi rê ve birin. Vê yekê jî bandoreke wisa kiriye ku asta bikaranîna kurdî kêmtir be.

Di nav kurdên Anatolyayê de çanda dengbêjîyê çi mixabin tune ye. Sedemên vê yekê cihê ne. Qasî ku em dizanin li wan deverên ku kurdên Anatolyayê jê koçber bûne çanda dengbêjîyê ne bi hêz e û her wisa li bakurê Kurdistanê çanda dengbêjîyê piştî ku kurdên Anatolyayê ji bakurê Kurdistanê koçber bûne, geştir bûye. Çanda dengbêjîyê di veguhastina ziman û çanda kurdî de ji bo nifşên nû de roleke gelek girîng bi cih anîye. Herçiqas çanda dengbêjîyê di nav Kurdên Anatolyayê de tune be jî, çanda stranbêjîyê di nav van kurdan de pêşketî ye. Stranbêjê navdar ê kurdên Anatolyayê Kurd Remzî, ango Remzîyê Elî Kino ku bixwe ji gundê Bazikana bi ser Haymanayê ve bû, di salên 1970'an de stranên kurdî digotin û kasetên wî di nav kurdên Anatolyayê de dihatin guhdarîkirin. Kurd Remzî heta salên 1990an, ango heta ku wefat kir stranên kurdî, bi gotina kurdên Anatolyayê kilamên kurdî gotin. Di salên 1990an de gelek stranbêjên kurd ên mîna Serbulent Kanat, Bîlal Ercanê rehmetî, Koma Xelîkan, Îsmet Ornek, Nurettîn Çîçek hwd. dest bi gotina kilamên kurdî kirin. Niha bi dehan stranbêjên kurdên Anatolyayê bi awayekî aktîf stranan dibêjin û bi taybetî jî di dawetên kurdên Anatolyayê de stranên kurdî dibêjin.

Her wisa di salên 1940 û 1950'an de li piranîya gundên kurdên Anatolyayê de dibistanên seretayî hatine danîn û rêjeya xwendina di van dibistanan de gelek zêde bû. Vê yekê jî wisa kir zarokên kurd di temenên biçûk de hînî tirkî bibin û ji kurdî dûr kevin. Gelek malbat jî ji bo ku zarokên wan di dibistanê de serkeftî bibin hewl didin bi zarokên xwe re bi tirkî xeber bidin. Ji ber vê jî di nav gelek malbatan de ji ber bikaranîna zimanên cihê problemên mezin derketine.

Her çiqas kurdên Anatolyayê wekî girseyî û li devereke dîyar bi awayekî homojen bi cih bibin jî di nîveka pêşîn a sedsala 20an de hin eşîrên yoruk ên bakurê Torosan, bi taybetî jî yorukên alîyê Spartayê di navbera gundên kurdan de wekî gund hatin bicihkirin. Vê yekê bandoreke xirab li ser parastina çand û zimanê kurdî di navbera kurdên Anatolyayê de kiriye. Her wiha hin teterên ku ji Kirimê di nîveka sedsala 20an de hatine Tirkîyeyê di nav hin gundên kurdên Anatolyayê de hatin bicihkirin. Herçiqas ev teterên ku di nav gundên kurdan de hatin bicihkirin, hînî kurdî bûbûn jî tesîreke neyînî li ser parastina çand û zimanê kurdî kir.

Bajarên ku kurdên Anatolyayê lê bi cih bûne bêtir bajarên tirknişîn in. Ango zimanê bazarên wan bajaran tirkî bûye. Ji ber vê jî kurdên Anatolyayê li bajaran naçar in ku têkîlîyên xwe bi zimanê tirkî daynin. Her wisa rêjeya zewaca bi etnîsîteyên din re, bi taybetî jî bi tirkan re li gor bakurê Kurdistanê zêde ye. Vê yekê jî wisa kiriye ku rêjeya axaftina kurdî di navbera kurdanên Anatolyayê de kêm be. Malbat carna naçar dimînin ji ber bûk an jî zavayê tirk her tim bi tirkî bipeyvin. Ji ber ku hêzên siyasî yên kurdan û sazîyên çand û zimanî yên kurdan li deverên ku kurdên Anatolyayê lê ne qels in, sazî û dezgehên hînkirin û lêkolandina zimanê kurdî gelek kêm in. Ew kursên hînkirina kurdî yên li bakurê Kurdistanê hene, çi mixabin li wan bajarên ku kurdên Anatolyayê lê dimînin tune ne. Vê yekê jî bandoreke wisa dike ku asta vejandina zimanê kurdî di nav kurdên Anatolyayê de kêmtir be.

Di vê navberê de em divê behsa hewlên vejandina çand û zimanê kurdî di navbera kurdên Anatolyayê de bikin. Yek ji van hewlên girîng kovara Bîrnebûnê ye. Ev kovar ji hêla hin rewşenbîrên kurd ên Anatolyayê ve di sala 1997an de hate derxistin. Ew kovar heta niha bi awayekî berdewamî ango 20 sal in tê derxistin. Di vê kovarê de gelek xebatên lêkolînî, folklorî û wêjeyî yên kurdên Anatolyayê hatin belavkirin. Ji ber vê kovarê rewşenbîr û entelektuelên kurdên Anatolyayê ji bo vejandin û pêşxistina çanda kurdî ya kurdên Anatolyayê roleke girîng bi cih anî. Her wisa di sala 2015an de li Enqereyê bi navê Komkurd-an ango Komeleya Kurdên Anatolyaya Navîn komeleyek hate vekirin. Ev komele heta niha çalakîyên cur bi cur li ser çand û zimanê kurdên Anatolyayê bi rê ve dibe.

Di çend salên dawîn de li bakurê Kurdistanê hin deveran di dibistana seretayî de zimanê kurdî wek dersên hilbijartî tên xwendin. Li bakurê Kurdistanê dehan hezar xwendekar sûd ji van dersan digirin. Lêbelê li dibistanên wan bajarên ku kurdên Anatolyayê lê ne dersên kurdî wek dersên hilbijartinê nayên xwendin. Dema ku xelk van dersan daxwaz dikin, rayedarên van dibistanên nebûna mamosteyên kurdî wek hincet nîşan didin û vê dersê nadin xwendin. Va yeka jî bandoreke xirab li ser hînbûn û pêşxistina zimanê kurdî di nav zarokên kurdên Anatolyayê de dike.

Wekî serencam dikarin bêjin ku ziman hewza hemû nirxên çandî yên gelan e. Dema ku ziman were jibîrkirin, ew hewz têk diçe û ew nirxên çandî yên wî gelî jî ber bi deverên cihê cihê diherike û bi wextê re ji nav diçe. Ji ber vê yekê jî dewletên disthilatdar ên li ser Kurdistanê her tim li ber kurdî astengî danîne û wî zimanî qedexe kirine. Astengîyên li pêş zimanê kurdî yên ku li derveyî Kurdistanê hatine danîn mirov dikare wek asîmîlasyon bi nav bike ku ya ku di nav kurdên Anatolyayê de tê pêkanîn jî ev e. Lêbelê ew astengîyên li pêş zimanê kurdî yên li Kurdistanê jî wek beşeke sereke ya jenosîda kurdan ango li bakurê Kurdistanê tirkkirin, li rojhilata Kurdistanê fariskirin û li Sûrîyeyê erebkirin e.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 68an da hat belavkirin: 2017, 17-24.