Mehdî Zana: Navek e ku kurd dê ji bîr nekin

Alî Çîftçî

Hin merî hene tenê jiyanekê derbas nakin; ew dibin beşek ji bîranîna cî û warekî, bajarekî û welatekî. Mehdî Zana jî ji wan kesan yek bû. Bi mirina wî re, kurdan û bi taybetî jî bajarê Amedê ne tenê kesayetîyekî siyasî, lê parçeyek ji dîroka xwe ya nêzîk winda kir.

Mehdî Zana (Bilici) 1940î de li Silvanê (Meya Farqîn, navenda dewleta Merwanîyan) hatiye dunyayê. Bavê Mehdî li şaredarîya Silvanê wek memûr kar dike. Mehdî di maleka xwedî 9 zarok de mezin dibe. Ji ber rewşa aborîya malbatê nikare xwendina xwe berdewam bike. Di zaroktiya xwe de li ba terziyekî şagirtîyê dike ku mesleka terzîtîyê hîn bibe. Wê demê wek şagirt ji bilî bexşîşê meriv tu mûçe wernedigirt. Di sala 1957an de li ba Nîyazî Usta kar dike heta ku di sala 1960î de ji neçarî diçe eskerîye.

Dema 1961an de li başûrê Kurdistanê, bi serokatîya Mele Mistefa Berzanî kurd serî hildidin coş û kelecanek mezin li nav ciwanên bakûrî çêdibe. Wê demê Mehdî li eskerîye bi komek xortên din yê kurd vê bûyerên li Iraqê bi baldarî dişopînin. 1963an dema Mehdî vedigere Amedê li ba nasekî xwe yî terzî dest bi kar dike. Wê demê li Iraqê bi navê Dengê Kurdan radîyoyek kurdî heye, ew bi hevalên xwe ve pirê caran guhdarîya wê radyoyê dikin.

Terzîxane, ji bo wî, tenê ciyê kar nebû; ew ciyê nasîna rewşenbîr û siyaseta kurdî û ciyê ku tê de hişmendîya wî ya siyasî ava bû.

Di wê demê de parlamenterên tirk pêşbazîyê dikin ka kî herî zêde heqaretê li kurdan çêtir dike. Ev pir hêrsa Mehdî tîne, radibe bi herfên mezin slogana ‘BIJÎ BERZANÎ’ li dîwaran dinivîsîne. Ev yekem serhildana wî ye.

Mehdî 1963an li Farqînê ye. Partiya Karkerên Tirkiyeyê nû hatiye damezrandin, yekem partiya çepgir e, û serokên partiyê Mehmet Alî Aybar û Behice Boran in, Mehdî biryar dide ku tevlî vê partiyê bibe, ji ber ku ew yekem tevgereke tirkan e ku dijminatîya kurdan nake. Di 1968an de dibe endamê komîta navend a TIPê. Mehdî aktiv li nav TIPê (Partiya Karkerên Tirkîyê) kar dike. Paşê, di sala 1971an de, partî dê were qedexekirin ji ber ku wê li ser gelê kurd û mafên wan dest bi gotûbêjan û li seransarê bajarên kurdan mitingan kiribû.

Li metrepolan di nav xwendekar û rewşenbîrên kurd de jî hişyarîyeka mezin çêdibe û bi navê DDKO (Devrimci Doğu Kültür Ocakları, Navendên Çandî yên Rojhilatê yên Şoreşger) komeleyeke siyasî û çandî di sala 1969an de li Tirkiyeyê tê damezrandin. Mehdî di nav vê tevgerê de jî cîh digrê. Dema pirsa kurdan li Tirkîyê û bajarên kurdan bi pêş ve tere dewlet nerihet dibe û bi sedema krîza aborî, şerê navxweyî û çalakîyên komên çepgir bi artêşa xwe mudehale dike.

Destdanîna artêşê ya 1971an a li Tirkiyeyê, ku pir caran wekî “Darbeya Promemorandayê” (bi tirkî: 12 Mart Muhtırası) tê binavkirin, di 12ê Adara 1971an de pêk hat. Ev duyemîn destdanîna artêşê bû di dîroka Komara Tirkiyeyê de. Dema artêşê dest danî ser hukum, bi piranî çalakvan, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd hatin zîndankirin. Mehdî ji 1971an heta 1974an, sê sal û sê mehan di hepsî de ma. Dema derdikeve, partîya wî, TIP hatîye qedexekirin. Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), ku di 31.12.1974an de hatibû avakirin de dest bi xebatên xwe yên sîyasî di nav vê partîyê de dike.

Di hilbijartinên herêmî yên 1977an de, Zana wek namzedê serbixwe ket hilbijarina şaredariyê û bi dengê gelê Amedê bû şaredar. Ji 1977an heta darbeya 12ê Îlonê ya 1980an, wî rêveberiya bajêr kir. Hilbijartina wî ne tenê serkeftinek siyasî bû; di şert û mercên wê demê de, ew nîşanek bû ku dengê kurdî, nasnameya kurdî û daxwazên gel dikarin li navenda jiyana siyasî ya bajêr cî bigirin.

Di serdema şaredariya xwe de, Mehdî Zana bi helwestên xwe yên li ser nasname û zimanê kurdî bala gelek kesan kişand. Ji ber vê yekê, navê wî ne tenê di dîroka şaredariya Amedê de, lê di dîroka nûjen a siyaseta kurdî de jî cî girt.

Lê ev rê ne bê bedel û bê êş bû. Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê 1980an, şaredarî ji Mehdî Zana sitendin, ’kayum’ dan ser û hat girtin. Salên dirêj li girtîgehan derbas kir; di nav wan salan de, Girtîgeha Diyarbekirê ya Hejmar 5an jî bû beşek ji jiyana wî. Ew lêdan, zulm û îşkenceyên ku wî li zindanan dît û jiya, paşê di nivîs û bîranînên wî de cî girtin.

Belkî ji bo dîroka Amedê girîngtirîn aliyê mîrata Mehdî Zana ev e: wî nîşan da ku şaredarî dikare ji saziyekî rêveberiyê zêdetir be; dikare cîyê dengê merîyan, cîyê nasnameya bajêr û cîyê ragihandina daxwazên civakê jî be. Di bîranîna kolektîf a Amedê de, navê wî bi vê serpêhatiyê ve girêdayî ye.

Mehdî Zana di 29ê havîna paşîn 2026an de, di 85 saliya xwe de, li Amedê jiyana xwe ji dest da. Rojek piştî mirina wî, li pêşiya avahiya Şaredarîya Mezin a Amedê merasîma bîranînê hat lidarxistin; piştre nimêja cenazeya wî li Ulu Camîyê hat kirin û li goristana Yenîköyê hat veşartin. Bi wî re jiyanek qedîya, lê bîranîna wî her berdewam e.

Ji terzîxaneya Sîlvanê heta şaredariya Amedê, ji şaredariyê heta zindan û sirgûnê, jiyana Mehdî Zana bi dîroka herêmê re hatîye tevdan. Hinek merî bi karên xwe nav li dîrokê dikin; hinekên din bi berxwedana xwe. Mehdî Zana ji wan kesan bû ku navê xwe ne tenê di nivîsên dîrokê, lê di bîranîna bajarekî de hişt. Amed dê wî ji bîr neke; ji ber ku hin kes ne tenê di dîrokê de dijîn, lê dîrokê jî di bîranîna bajêr de dihêlin.

Berhemên Mehdî Zana: Bîranînên ku li ser kaxezê man

Mehdî Zana tenê bi jiyana siyasî û şaredarîya Amedê nehatîye nasîn. Ew nivîskar jî bû; ji zindanê, sirgûnê, evînê û serpêhatiyên jiyana xwe re dengê xwe di nav rûpelên kitêban de hişt. Nivîsên wî, bi taybetî bîranînên wî, parçeyek ji bîranînên wî ne.

Di sala 1991an de, Bekle Diyarbakır derket, ku di nav berhemên herî naskirî yên wî de ye. Kitêb bi taybetî li ser jiyana wî, Amed û rêya wî ya hişmendiya siyasî radiweste. Di vê bîranînê de, terzîxane jî wek cîyê girîng yê gihiştina wî ya siyasî û civakî tê xuyakirin.

Paşê, Vahşetin Günlüğü – Diyarbakır Zindanlarından di sala 1992an de hat weşandin. Ev berhem derd û serpêhatiyên salên zindanê vedibêje û bi taybetî bîranînên wî yên ji zindana Diyarbekirê radigihîne.

Di sala 1993an de, Evîna Dilê Min jî wek berhemên din ên kurdî Çarşiya Silîva, Parastina Min û Ay Dayê, li weşanxaneya APECê hatin weşandin.

Mayor David N. Cicilline, şaredarê Providence û Mehdî Zana di dema daxuyanîya fermî ya Şaredarîya Providance di 21 Adara 2004an de li ser navê kurdan dide Mehdî Zana.

“(…) Newroz nirxên azadî û serbestiyê temsîl dike û ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo gelên li seranserê cîhanê jî girîng e, bajarê Providence îro vê cejna girîng û wateya wê ya gerdûnî nas dike û daxwazên herî baş ji hemû kurdan re dişîne; Ji ber vê yekê, ez, David N. Cicilline, şaredarê bajarê Providence, 21ê Adara 2004an bi fermî wek Roja Newrozê îlan dikim. (…)”

Di sala 1996an de Zelâl – Yeniden Doğuş hat weşandin. Ev jî di nav berhemên Mehdî Zana de tê hesibandin.

Herwiha, berhema Prison No. 5: Eleven Years in Turkish Jails, ku bi André Vauquelin re hatiye amadekirin, di sala 1997an de bi îngilîzî hatîye weşandin û serpêhatîya salên dirêj ên zindanê ye.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 96an da hat belavkirin: 2026, 10-15.