Serdar Benlîyî ji gundê Bumsuzê (girêdayî navçeya Haymanaya Enqereyê ye) di hilbijartinên herêmî yên Danîmarkayê de serkeftineke dîrokî bi dest xist.
Benlî, wek namzetê Partiya Gelê Sosyalîst (Socialistisk Folkeparti) serokê şaredariya Gladsaxeyê hat hilbijartin. Gladsaxe şaredariyeke 70 hezar nifûsan e.
Ev serkeftin ji bo Kurdên li diasporayê wek mînakeke girîng tê dîtin û nîşan dide ku Kurd dikarin di siyaseta herêmî de cihên girîng bidest bixin.
Benlî li ser serkeftina xwe wiha got: “Bê guman ev xewnek e. Ez salên dirêj di siyasetê de me.”
Serdar Benlî kî ye?
Benlî di sala 1979an de li Bumsuzê ji dayîk bûye. Di sala 1988an de bi malbata xwe re ji Tirkiyeyê koç kiriye û li Danîmarkayê bi cih bûye.
Benlî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Roskildeyê temam kiriye û di sala 2005an de dîplomaya xwe ya Zanistên Civakî û Ragihandinê wergirtiye.
Di sala 2003an de bûye endamê Partiya Gelê Sosyalîst. Di sala 2019an de wek cîgirê serokê giştî yê Partiya Gelê Sosyalîst hat hilbijartin û heta sala 2022an va erka bi cih anî.
Ew niha bû serokê Şaredarîya Gladsaxeyê.
