Birayê Ali Çîftçî û emekdarê kovara Bîrnebûnê Mecit, li Swêdê koça dawiyê kir.
Hevalê me li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.
Kek Mecit ji bo Weşanxaneya APEC û kovara me gelek alîkarîyên hêja pêşkêş kiribûn û hertim piştgiriya çanda Kurdî dikir. Di 30 salên dawî de, ew mirovekî pir xebathez bû û di çapkirina nêzîkî 700 pirtûkên kurdî, lêkolînên li ser kurdan, kovara me û gelek xebatên din de roleke sereke lîst.
Em wek redaksiyona Bîrnebûnê sersaxiyê ji malbata Çîftçî û hemû hezkiriyên wî re dixwazin.
Oxir be!