Hejmara 92an a kovara Bîrnebûnê derket

Di vê hejmarê de ev nivîs hene;

Hevkarê me Adem Özgür bi sernivîsa Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya KONê ava bû, vekirina KONê bi me dide nasandin. Dîsan cîyê dilşahîyê ye, ev kesên ku di rêvebirîya komela KONê de cih girtine bi nivîsên xwe tevli vê hejmarê bûne. Melik Özkan bi sernivîsa Rêwîtîya komeleyê, Fehmî Karaçelîk bi Çend gotin, Zeynep Karatay bi sernivîsa Ez tenê kesek im, Bedirxan Ergul bi sernivîsa Serpêhatîya min, Elif Doğan bi helbesta Wexta ez biçûk bûm nivisîne. Mala wan ava be! Em bi hewildan û xebatên wan serbilind in û ji vira ha ew ê bi nivîsên xwe kovarê dewlemend û berfirehtir bikin.

Birêz Prof. Dr. Haci Akman li ser Helebçeyê bi sernivîsa Bîranîna qirkirinê nivîseka lêkolînî ya li ser cemidandina êşê û li muzexaneya nîşandina wê lêkolîye. Birêz Akman di vê lêkolîna xwe de hem li ser muzexaneyê û abîdeyên Helebçeyê bi wêneyan daye nasandin û hem jî bi muzexaneyên din, wek ya cihûyan a bi navê Holokastê dide berhev û wekhevîyên wan destnîşan dike.

Di vê hejmarê de ji çanda me ya gelêrî serpêhatî û kilam ji Mem Xelîkan, bi sernivîsa Kilama Mehmî Neîm, ji Hizir Akbîna Dayîka strana Êma Hemê-III, kilama Îbramî Mexmê û serpêhatîya Êm û Almas, ji Bêrîvan Keskînê Ma ode jî dimirin, rojnivîsek, ji Dîlan Kaya kurtenovelek bi navê Dibe ku demek bê hatine nivîsîn. Bilal Celepli bîranînek bi sernavê Cûtikên Heremî li ku ye? nivîsîye.

Adem Özgür, bi sernivîsa Li Kulu û Cîhanbeyliyê guherînên civakî û demografik bal kişandiye ser pirseka girîng ku divê em wek kurdên ji Anatolîya Navîn li ser bisekinin.

Dr. Mikaîlî, bi sernivîsa Kerr Kullike Selêvî ji folklora me çîroka ku ji gundê Mikaîla ji Taşoyî Yehmedî Macîr bihîstîye berhev kirîye û bi devoka xwe nivîsîye.

Xizan Şîlan dîsan bi helbesteka xwe ya Ez aşê sebrê me, Seyfî Doğan helbest û haiku bi sernivîsên Qerfo û Quto, Mem Xelîkan bi navê Li vî warî û Dara Paça ev hejmara bi helbestên xwe reng danê.

Mehtab Îdelîyê li ser erf û edet, rabûn û rûşkandina kurdan yên berê bi sernivîsa Fedî di çend xalan de nişan daye û herwiha gotina fedî çî ye, şirove kirîye.

Muzaffer Özgür rêzenivîsa xwe ya bi navê Dîroka hunera tevnê, xalî û kurd beşa diduya bi wêneyan raxistiye ber çavên me.

Xoyretînê Mihemmedî Seîd bi navê Dengê bêdewletîya min -II raman û derdê dilê xwe bi me re parve kirîye.

Birêz lêkolîner û niviskar Yusuf Kaynak teza lîsansa Mustafa Doğan a li ser Eşîrên Cîhanbeyliyan û Çêbûna Sosyal-Aborî ya Eşîran li gorî Deftera Nifûsê ya Osmanîyan ya hejmare 3525 bi sernivîsa Eşîra Cîhanbeylî û eşîrîn têkilîya wê daye nasandin.

Bi hêvîya Newroza 2025an bibe destpêka jiyaneka serkeftî û aram a sala nû, Newroza we gîştikan pîroz be!

Ali Çiftçi