Alî Çîftçî
Ji Bîrnebûnê
Ev hejmara di dawîya 2024an de derdikeve. Her ku em ber bi dawîya salê ve tên li welêt û seranserê cihanê însan li benda hêvîyên nû dibin. Hêvîya ku ev şerên hene bi dawî bên, aştî û aramîyek bê da ku metirsîyên li nav însanan peyda bûne ji holê rabin.
Ji 2019an vir ve em dibînin pir bûyerên mezin wek şerên bêhempa ku însan ne li bendê bûn, tofanên mezin yên xwezayî û herwekî van bûyerên ku tesîra xwe li hemû cîhanê dikin, ev çar pênc salên dawî naveroka medya cîhanî dagirtîne. Mixabin ev bandoreka mezin li ser rewşa me kurdan jî dike. Ev destkevtîyên ku bi taybetî li hinek deverên welatê me, Başûr û Rojava hêvîyên mezin li ba kurdan peyda kiribûn, bi van şerên dawî, Rusya û Ukranîya, Îsraîl û Hamas rewşa kurdan li cîhanê wek berê di rojeva cîhanê de cîh negirt.
Li welêt jî dîsan dest bi qeyûman hatîye kirin. Li hinek şaredarîyên ku kurd hatibûn hilbijartin ji alîyê dewletê ve bi zorê dest dan ser. Di şûna wan de qeyûm hatine tayîn kirin. Ev şaredarên ku bi raya xelkê hatibûn hilbijartin jî hatine girtin. Di alîyekê de dewlet erîş dibe ser kurdan, di alîyekî din de jî behsa prosesa ‘lihevhatinê’ dikin!...
Guhertina avhewayê li herêma Anatoliya Navîn bandoreka mezin kirîye. Germahî li gor normên demsalî pir zêdetir bûye, barana salane em dibînin ku ketiye binê normalê. Di vê çarçoveyê de bi ziwabûna li herêmê çend pirsgirêkên girîng di van salên dawî de derketine holê, wek kêmbûna hatinên ji berhemên çandinîyê û zêdebûna bihayên xwarinê. Wendabûna veguherînên demsalê yanê çar demsal êdî wek berê nayên dîtin. Erozyon û windabûna axê. Ji ber kêmbûna hatina ji çandiniyê û bêkarî nifûsa gundan koçî bajaran dike. Piranîya gundên Anatolîya Navîn gundên kurdan in. Dema koçberîya ji gundan berbi bajarên mezin û welatên Ewropayê ve zêde dibe, ev gundana vala dibin û asîmîlasyon jî em dibînin ku zêdetir dibe.
Di vê hejmarê de li ser kursa ku berî sê salan Waqifa Kurdên Anatolîya Navîn, Stiftelsên-KANê li Stockholmê, li dibistana şemîyê dest pê kiribû bi navê Kursa îmtîhana universîteyê li Swêdê birêz Xoyretînî Mihemmedî Seîd danasîneka kurt kirîye. Stiftelsen-KANê yek ji xwendekara ku li vê kursê xwendibû, Meryem Barlasê re heypeyvînek jî ji bo vê hejmarê kirîye. Hûn ê di vê hevpeyvînê de serkeftin û dilşahîya Meryemê bixwînin.
Kurdên Anatolîya Navîn ji 1964an ve derketibûn welatên Ewropayê, ji destpêkê piranîya yên ji gundê Kelhasan jî hatibûn Danîmarkayê û piştî demekê jî pêwîstîya wan çêbû ku xwe bi rêxistinî bikin. Her gundekî ji xwe re bi navê ‘’Fona Cenaze’’ komele ava kirin, ji bo ku cenazeyên xwe bibin li gundê xwe binax bikin. Niha pêwîstîya xebatên din ên çandî ji bo malbat, zarok, ciwan û salmezinan re lazim in. Ji ber vê gundîyên kelhesenî jî li Danîmarkayê berî bi du salan navê komelê û destûra xwe guhartine û ji bo avahîyeka Mala Çandê ya Kelhasan li Danîmarkeyê ava bikin, dest bi xebatan kirine. Bi sernivîsa Şeva Komela Mala Çandê ya Kelhasan li Danîmarkê ev karûbarê ku dane ber xwe hatîye nasandin.
Têymûrê Xelîl bi sernivîsa Bûyerên balkêş ji jîyana êzdîyan hinek alîyên çanda êzdîyatîyê bi me dida nasîn.
Mem Xelîkan bi zîncîrenivîsa xwe ya Klamên me, Şîna Bektêş nivisîye.
Prof. Dr. Haci Akman bi sernivîsa Materyal û berê etnîsîteya çanda materyal ji bo afirandina civakek bi ‘’bîra’’ hevpar ku tiştek li ser ‘’em’’ kî ne vedibêje, lêkolaye.
Hizir Akbîna Dayîka strana, Êma Hemê -II strana wê ya li ser Gordo gotîye û serpêhatîya Gordo jî nivisîye.
Mehtap Îdelîyê Di parastina nasnameya Kurdên Anatolîya Navîn de rola çandê, Bêrîvan Keskînê Kavil, Ahmad Barbar helbestek bi navê Dayik, Rojvan Enes Rojnivîska lambeya trafîkê, Dr. Mikaîlî Ocaxî Malê Bello, gundê Ruta Gazê, nivisîne.
Hemo Celikan ‘’Hewik çê dikeve ser’’ ji berhemên xwe çendekan bi me dida nasîn.
Burhan Sönmez niviskarekî ji gundê Şêxan yê Heymanayê ye. Sönmez bi dehan roma nivisîne û serokê Pen a navnetewîyê ye. Adem Özgür bi sernivîsa “Ez vedigerim malê xwe” bi hevpeyvînekî bi me dide naskikrin.
Bilal Celeplî bi sernivîsa Jîyana li ser serê min li ser kofîyê, Seyfî Doğan bi sernivîsên qerfo, quto û helbest haiku û helbest, Xizan Şîlan wek caran helbestek bi sernavê Qêrîna xeyalên pûç, Muzaffer Özgür Di dîroka hunera tevnê, xali û kurd bi lêkolînekê û Xoyretînê Mihemmedî Seîd Dengê bêdewletîya min-1 ev hejmara dagirtine.
Hêvîya me ev e ku em ê bi hev re bi aramî û aştîyê bikevin sala 2025an. Ji niha ve sersala teze li we gîştikan pîroz be!