Mehtab Îdelî
1
Por
Her çend wekî parçeyek ji laşê mirovan xuya bike jî, di gelek çandan de xwedîyê wateyên pir kûr e. Wekî jinitî, bedewî, dilkêşî, hêz, ciwanî, zindîtî û heta heta pîrozî. Û bi hezaran salan jî di civakan de bi gelek sembol û aksesuwaran giringîya xwe parastîye. Aksesuwar û şeklên ku di demên kevnar de ji bo por dihatin bikaranîn, di derbarê rewşa wan ya civakî, statu, olî, sîyasî û zewacê de agahî didan. Her çiqas ev rewş ne wekî berê be jî, dîsa jî li hin cîhan vê taybetmendîya xwe diparêze.
Di nava civaka kurdan da jî ev rewş, heman bi vî rengî ye. Ew aksesuwar û şeklên por, gora dem, temen, ol, civak û rewşa wan dihatin guhartin. Her yek sembolên tiştekî bûn û her yekê zayenda wan dîyar dikirin. Jin û keçik bi bisk û gulî, bi kitan û kofîyên xwe. Mêr û xort, bi kofî û kulik, bi perçem û temelîyên xwe dihatin zanîn. Bisk, gulî, kofî, kitan ji bo bedewîyê dibûn xemla keç û jinan. Ji bo ku xweşik bibin, wan serên xwe bi aksesuwarên cuda dixemilandin û porên xwe jî cuda cuda dibirrîn û şikil didan. Ji van yek jî “Biskbirrîn” bû. Hen keç û jinan, ji bo hîn xweşiktirbûnê, pêşîya porên xwe ji porê din hinekî kurttir dibirrîn. Û ji vê yekê ra jî digotin “Bisk”. Bisk ji wan ra bûbû terzeke cuda. Piştî birrîna bisk, ew bi dorê de dihatin berdan. Pîrika min jî biskên xwe dikirin du parçe. Parçê paşîyê bi pêşîya guhên xwe de berdida, ya pêşî jî diavêt paşîya guhên xwe. Bi vi awayi porê wê him xweş xuya dikir û him jî bi ser çavên wê de nedihate xwarê. Hinekan jî ji bo ma nekevin ser çavan porê xwe çit (toqe) dikirin. Carna jî dikirin kezî û di bin kofîyên xwe da girêdidan.
Biskbirrîn
Biskbirrîn, li Anatolîya Navîn de hê jî di wateyake din de xwe diparêze. Bisikbirrîn seremonîya bidergîstîkirina zarokan a di temenê gelek biçûk de ye. Carna piştî xwedîdayîna zarokan, yek caran jî bêrî hatina dinyayê ya zarokan, kal û pîr û dê û bavên keçikê û yên lêwik bi rêya biskbirrînê soza zewaca wan ya di temenê gihîştî da didin hev.
Dema ew keçik û lawik mezin bûn, bixwazin an jî nexwazin mecbûr dizewicîn. Ew adet heta derengî berdewam kiribe jî êdî mîna gelek adetên kevn wenda bûye.
Biskbirîn, di çanda êzîdîyan de jî bi wateyeke din xwe nîşan dide. Kurdên êzîdî sermenonîya yekemîn porbirîna zarokan wekî biskbirrîn bi nav dikin. Wekî vaftîzê ye û Şêxê biskbirrînê heye. Şêx dua dike û biskên zarokan dibirre. Biskbirrîn, her çiqas di adetên kurdan de bi wateyên cûda hatiye bikaranîn jî, di dawîyê da hemû di por birrînê de digihîjin hev.
Kofî
Kofî li Kurdistanê bi hezaran salan wekî aksesuwara jinan tê bikaranîn. Derdora kofîyan bi hebên zêr û zîvan û bi morî û mircanan dihatin xemilandin. Hejmara zêr û zîvan li gora rewşa malbatan dihat guhartin. Hinek kofî bi 24 zêran dihate xemilandin, hinek jî ji vê hejmarê kêm an zêde bûn. Xeml û motifên ku li ser kofîyan dihatin çêkirin jî rewşa wan ya zewacê û nîşana malbat û eşîretan didan zanîn. Her yek ji hev cuda bûn. Ji xemla kofîyên wan dihat zanîn ku ka kî jin e, kî keçikeka ciwan e an jî kî dergîstî ye. Li hin herêman jî keçik bi dergîstî bûn şunda, dibûn xwedî kofî. Kofî hê li hin herêman hebin jî, her ku dem derbas dibe, şûna xwe ji kitan û şerpan ra dihêle. Jinan bi piranî kitanên spî didan serên xwe, bi ser da şarên reş û temezî didan ber enîya xwe. Jinên ciwan jî tenê şerpe didan serên xwe û ew bi awayêkî cuda girêdidan.
Gulî
Şiklê din ê ku li por tê dayîn jî gulî ye. Gulî, di çanda kurdan de herwiha wekî civakên din de jî, xemlandineke keç û jinan ya giring e. Keç û jinên kurdan berê porên xwe dikirin gulî, bi piranî jî çelgulî. Dûra ew bi ben û perçeyên qumaşan, zêr û zîvan, bi morî û mircanan dixemilandin. Bi vê yekê gulî xweşik xuya dikirin. Ji alîyê din ve jî bi gulîkirina por, jiyana wan a rojanê jî hêsan dibû. Keç û jin dihatin navberekê û bi alîkarîya dê, xûşk, heval û cîranan porên hevdu diûlîn û dikirin çelgulî. Ji bo çelgulîyan, siftê porê xwe ji serî heta binî, bi şeyê hestî yê devzirav dupar dikirin. Wan bi vê xêza ku di navbera por da çêdibe ra jî digotin, “rastik”. Dûra yek ji wan parçeyan diavêtin ber milê xwe, parçeya mayî dîsa dikirin bîst par û yek bi yek diûlîn. Ji hêla din va jî bi ev por yek bi yek diûlîn dikirin bîstgulî. Carna jî ben û perçeyên hûrkirî yên qumaşên rengîn dikirin navbera por û bi hev ra diûlîn. Serên gulîyan jî zêr, zîv, toqaz (gulik), morî û mircan pêve dikirin. Dûra hemû gulî ji kêlekê de bi benekî bi reng berepaş, ji hêlekê heta hêla din dihat ûlandin ku ma gulî belav nebin. Ji vê girêdanê ra jî digotin, „çatqi”. Gulîya çatqibûyî, him belav nedibû, bi ser çavên wan da nedihat û him jî hemû gulî li navberekê xweş xuya dikirin. Keçikan gulîyên xwe diûlîn şûnva diketin rêzê û bi kefxweşî diçûn ser avê, xort li dora kanî û bîran dibûn teyrên bê bask.
Dil ketine keç û xortan li van deran dest pê dikir. Her kesî evîndara xwe ji xwe ra belî dikir û bi îşmaran dilê xwe ji hev ra digotin. Keçan, sohbet û şahî xelas bû şûnva li vegerê kûzên (şerbik) avê ji bo ku ma gêrnebin (nekevin) bi gulîyên xwe ve girêdidan, didan ser milên xwe û bi kêfxweşî dihatin malê.
Elbet divê em dahol (dawet) û şahîyan jî ji bîr nekin. Xemilandina gulîyên keç û jinan ya herî taybet li wan şahîyan dibû. Wan por û gulîyên xwe bi aksesuwarên bi qîmet dixemilandin, kinc û kolên xwe yên herî xweşik li xwe dikirin, kofî û şarpe li serên xwe girêdidan diçûn dawet û şahîya. Xemlandinên kinc û gulîyên wan mîna ala Kurdistanê ya rengîn xuya dikirin. Xort di dora keçikan ra dibûn aşê bayê, keç jî bi vê yekê kêfxweş dibûn. Dûra kom bi kom direqisîn û govend dikşandin.
Ew hejmara gulîyan gora rewş û demê dihat guhartin. Dema di malbatê de şînek bibûya, ew hejmar dibû gulîyek. Yanê çelgulî xeml û nîşana şahîyê, yekgulî jî ya şînê bû. Her ku dem çû, ew kêf jî çû pê ra hejmara gulîyan jî kêm bû. Pîran, du an– çar gulî diûlan û bi dor xwe da berdidan, an jî bi hev da girêdidan, keç û jin jî heta yek– du gulîyan daketin.
Mixabin gulî ji bo kurdan ne tenê bedewî bû. Gulî sembola nirx e ku ji jinan ra hatiye dayîn. Ya wekî şerpa jinan giranbûha û tiştê ku dest lê nayê danîn. Gava di nav kurdan de pevçûn çêdibû, jina mêrkanî dihat û şerpa xwe diavêt navberê û mêran pevçûn xelas dikirin û belav dibûn.
Gulî carna jî dibû sembola evînê. Dema keçek û xortekî ji hev hez bikirana, keçikê gulîyê xwe dibirrî û dida evîndarê xwe. Wekî ku bêje “êdî ez ya te me”. Ew dibû sembola evînê û soza wan ya ku dabûn hev. Lawik ew gulî heta dizewicîn, dikir nav simala (destmal) xwe û di paşila xwe da vedişart, bi dizî bîhn dikir û li ser kilam û lorîk distiran.
Gulî, kezî û bisk pir caran dibûne îlhama stran û helbestan jî.
Biroyê Tîto bi Dîlbera Wekîl va di radyoya Erîvanê da strana “kezîzer” bi awazeka zelal, bi dorûdor ji hemû kurdan ra distran:
Kezîzerê kezîzer, kezîzerê kezîzer
Kezîzerê kezîzer, yeman yeman kezîzer
Tu ji govendê were der, kezîzerê kezîzer
Tu ji govendê were der, yeman yeman kezîzer Te ra bejim yek xeber, kezîzerê kezîzer
Te ra bejim yek xeber yeman yeman kezîzer…
Dema evîndar nedigihîştin hev jî, wê demê evîna wan dibû destan. Wan evîndaran, li ser evîn û miradê xwe yê neçûyî serî, dilorandin û kilam distran. Ew kilam û lorîkên evîndaran, ji dengbêjan ra dibûn îlham û heta roja îro jî tên strandin. Wekî Mem û Zîn û Xecê û Sîyabend. Li Anatolîya Navîn jî kilam û stranên li ser evînîn ku negihîştin miradê xwe hene. Yek ji wan jî kilama evîna keçika etmanî û elegçî ye. Li gundekî Enqerê dilên keçika axa Êm û yê lawikê elegçî, yê ku hatî gund eleg û bêjingan çêdike dikevin hev. Lê yê derûdor çi dikin nakin, nikarin wan ji vê evînê vegerînin. Dayika Êmê mês dike ku rewş ne baş e, bi çend jinên cîranan ve bi dizî dihere elegçîyan tehdît dike û ji gund dişîne. Êm sibê radibe ku kon tunene, meselê fam dike û ar (agir) bi dilê wê dikeve. Dihere ba etka xwe, lome û gazinên xwe dike û digirî. Dayika wê jî ji bo ku dilê wê xweş bike, bi gotinên xweş keçika xwe şîret dike. Li ser vê yekê ev kilam derdikeve holê:
Bar ke bar ke elegçîyo bar ke
Kurtin dayne ker tîmar ke
Etê kwîr bûyê zû ke serê min bişo
Gulîyên min bi çarmar ke
Min bi lawkê elegçîyan ra bi heval ke
Min bi lawkê elegçîyan va zû bi rêke
Emê, mala bavê te yê xanedan e
Qonaxa bavê te yê bi heyşt dîregan e
Xudanê heft şivana, kerîyê pezan e
Tu xemilîyî bi zêr û zîvan e
Li te nakeve lawikê elegçîyan e
Here Êmê poz bi xezemê
Tu pê çikî bi lawikê elegçiyanî nesîb kêmê
Etê malê dinê li dinê bimîne
Ma bişewite qonaxê bi heyşt dîregan e
Ma qiran bikeve kerîye bi heft şivana
Çavê min tine li axa û began e
Dîsa derdê dilê min jî lawkê elegçîyan e…
Etika Emê û meri û meristan çi dikin, nakin nikarin li ber dilê Emê dayîn, ne jî dikarin umêd û xwezîyên di dilê wê de bişkînin. Emê jî xwezîyên xwe wekî Arjen Arî kiribûn Qîzika Çilkezî. Bi şev dihûnîn, bi roj şeh dikirin. Û destana xwe jî wekî destanên din bi dawî kir û çû.
Gulî carna jî dibû mesela namûsê. Heger keçek nexwaze bi lawik ra bizewice, an jî malbat razî nebe, lawik dihat bi dizî gulîyên keçikê dibirrîn. Êdî ew dibû mesela namûsê û ew keçik mecbûr bi wî lawikî ra dihate zewicandin. Yekcaran jî ji ber vê şer û pevçûnên mezin çêdibûn û meriv dihatin kuştin.
Carna jî keçika bêdil, bi gulîyan ve kaş dikirin û direvandin. Qebûl bike an jî neke êdî ferq nedikir, ew mecbûr dima û dizewicî.
Gulî carna jî dibû tehdit. Di meselên di navbera malbatan de gulî wekî tehdît jî dihatin bikaranîn. Jinan bi jinan ra an jî mêran bi jinan re bigota “em ê gulîyên te bibirrin”, ev yek dibû sedema şer û pevçûnên mezin û bi kuştin û dijminatîya giran bi encam dibû.
Dema di malbatê ji kesekî pir bihata hezkirin, an jî kesekî ciwan bimiraya, wekî bav û bira, jin û keçên malbatê por û biskên xwe diruçkandin û gulîyên xwe bi kêran dibirrîn û binax dikirin. Ew edet hîn jî li ba kurdên êzîdî berdewam e.
Jinên êzîdî, dema ku mêrên wan dimirin, gulîyên xwe dibirrîn û bi serê kevirên gorê girêdidin. Bêpormayîn ji bo jina êzîdî pir bi êş be jî, ew porên xwe, ji bo êş û xema di dilê xwe ya bêdawî, feda dikin. Ew kirin jî ji bo wan tê vê wateyê: “Min di jiyana xwe da êşek ji vê mezintir neditîye. Bi te ra jinbûn û bedewîya xwe binax dikim û derîyên jiyana xwe digirim”. Yanî ew jin êdî dibe mirîyek zindî. Ji alîyê din ve jî, bi vê yekê xurtbûna têkilîyên malbatî jî nîşan didin. Ji jina ku porê xwe birrî û şînê digire ra dibêjin “porkur” “kezîkur” an jî "gulîkur". Herweha gotina “porkur” wekî nifir jî tê bikaranîn.
Gulî herwiha ji bo keç û jinên êzîdî bûbû berxwedana li hemberî hovitîya Daişê jî. Keçên êzdî di karesatê de, di serhildanekê de, yan jî gava li kesekî pir li hêrs bikevin, porê xwe ji kok de dibirrin . Tê gotin, piştî dagirkirina Şengalê ya ji alîyê Daişê ve, di bin her keviran da bi sedan gulîyên kêçên êzdî hatine dîtin. Ew gulîyan bûbûn serhildana wan ya dijî Daişê.
Gulî carna jî dibû, sirra li ber derîyê jêrzemîna şewitî ya li Cizirê. Sirra ku li ser kevir belav bûye û bêxwedî.
Û carna jî dibû qîrîna di nav agirê gundên şewitandî yên ku xof xistîye dile dijmin…
*Porkurê
Çil roj piştî şînê dîsa qîrîn bi dengê wî yê bêar diket.
Were
Were
Tilîyên xwe bike şûrên şamê Porê min ta bi ta talan bike
Were
Bila porkura vî bajarî ez bim
Were
Gulîzer
Çavkanî: Mem Xelîkan, Elegçî, Bîrnebûn, Hejmar 82, rûp 16– 17
Wêne ki sosyal medya hatine wergirtin.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 84an da hat belavkirin: 2022, 18-25.