Stranên gelêrî

Mem Xelikan

SIYARO DÎNO
Kuda kuda siyaro kuda
Perçema reş di eniya gewr da xuhda
Miriyê xelkê mirin di male xwe da
Ax li minê li min nemayê
Ezê seri xeliya gulî werşiya yê
Li şev nîvê şevê dîyar dîyar gerîya yê
Kesî xebera xwedî malîyê min nedayê

Mala şêxê berî li benê
Heri risandine dane denê
Min bane zeyan kir em herinî hennê
Xwedî mala min gêrbûyê hay ji xwe nê
Dûman dûman qala cenazê şewitî dikine
Dibên her perçekê li derekê bela kirine
Xwediyê mala minê şewitî bûye komir
Xweng û bira jî nas nekirine

Ji wê şînê heta vê şînê
Çûçika reş difire semtê xwînê
Xwedî mala min li bira qehr kiriyê
Çûye heta id û erefa nayê diyînê
Bi karkirina birayê xwe qayil nebûyê
Çûyê çar teqsîda bi hev ra bîne şûnê

Herem: Kûtiga /Cihanbeyli
Çavkanî : S. Kanat

HECÎYÊ BUXIRCÎ

Here Heco tu neyî nasî
Tu yî serqotî bi ningê xasî
Ji qeza Qonyê bi derê
Welle tu ji gîyê xelasî

Riz e riz e Heco riz e
Berfek li kekî min barî qerarsiz e
Î ku kekî min nasneke
Didan zêrinî xwedanê hespî yaxiz e

Çima çima keko çima
Eza li ber kekî xwe dînim mest û şima
Kekî min li ber mirinê ye
Arekî xwe dada bi qayma

Cahîl cahîl Heco cahîl
Terebluskê bi nava xwe de reş û daîl
Elegçîkî bi çar pera
Ji kekî min re bû ezraîl

Çavkanî: Çavuş YAPICI
Herem: Omeranlı

OY DILO
Çiyayê me tev li bayê
Dara şîlan çîçek dayê
Min bi te ve dil girtîye
Huro li şûnê kes nemaye

Oy oy dilo oy oy dilo
Katke katke oy oy dilo
Oy oy dilo oy oy dilo
De bê de bê oy oy dilo

nakarat

Çima seva keçka xelkê
Ez dikşînim derd û kula

Ne zivistan e ne bîhar e Berf dibare çikas sar e
Min rinda xwe wenda kirî ye Derdê min bû sed hezar e
Paşîya mala çem û xam e Yar ji bîra min dernakeve
Î ku rînda xwe wendakirî Bi ro bi şev ranakeve

Gotin: Gelerî
Herem: Anatolîya Navîn Çavkanî: S. Kanat

DE VIRDA

De virda virda virda
Bînê ningê te xu da
Li rinda qe megere
Rindê va ne di vir da

De wema wema wema
Sî daket ser kelema
Ez rinda xwe ramûsim
Xu li enîya wê nema

De wer wêda wêda
Pez li xwêdanê xwê da
Sing û berê te qendîl
Navê min sêvî tê da

De wîra wîra wîra
Şara wê derzi têra
Şar li serî bimîne
Neda ser qorê zêra

Gotîn: Gelerî
Herem:Anatolîya Navîn Çavkanî: S. Kanat

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 28an da hat belavkirin: 2005, 40-42.