Di perwerdeya zarokan de parastin

Hesen Polat

Her jîyandar/candar bi halekî neçar tê serê erdê. Di nav jîyandaran de yê herî zeîf însan e û demekî dirêj hewcîyê parastinê ye. Loma malbat ji bona însan xwedî maneyek girîng e.

Ger parastin ne tenê di warê maddî de were fêmkirin. Zarokên di bin mayeta dewletê de bê malbat tên xwedî kirin di alîyê maddî de zarokên malbatên neçar baștir bên xwedî kirin jî xwe zêdetir mehrûm dihesibînin. Va jî nîșan dide ku hewcîyên mirov bi tenê cîhanîna hewcîyên maddî pêk nayê.

Bi taybetî ji bona pêșketina keseyetê malbat pir pêvist e. Zarok di malbatê de hinî bi xwe bawerbûnê dibe, gotin û kirinên kesên li malê de ji xwe re mînak digire, gor wan temela keseyeta xwe datîne. Di vî warî de tu tișt cîhê malbatê nagire. Bila neyê fêmkirin ku pirsgirêkên malbatan tunin. Her malbatek xwedî pirsgirêkên xwe ye. Bi xwe li serê erdê tu kes bê pirsgirêk nabe. Kesên ku bê pirsgirêk in, pirsgirêka wan tunebûna pirsgirêkan e.

Bê îstisna her tișt xwedî bașî û nebașîyên xwe ne. Loma „her nîmet xwedî kulfet e jî“ tê gotin. Tu tișt ne di sedî de sed tenê baș, ne jî tenê nebaș e. Bașî û nebașîya her tiștî gor miqdar, dem û cîh dikare curecur bê fêmkirin. Tiștekî pir zerûrî dema pir zêde hat kirin dibe ku zerarê bide mirov. Dibe ku piçekî kirina tiștekî bi zerar bi fêyde be jî. Va nîșan dide ku li serê erdê tu tișt bê fêyde nîne. Mînak: Alîkarî tiștekî baș e. Lê alîkarîyek zêde dibe ku mirov hinî teralî yê bike. Axû bi xwe bi zerar be jî kêma wê dibe derman. Bi vê maneyê de parastin ji bo mezinbûn û pêșveçûyîna mirov girîng be jî dema li ser pîvanê ket dibe sedema bêsinorîyê an jî xwe nebawertîyê.

Zarok çavên xwe li serê erdê vedike nake di pêsîra dîya xwe de xwe bi bawerî hîs dike. Di serî de dergûș xwe û dîya xwe mirovek dihesibîne. Hêdî hêdî ferqa navbera xwe û dîya xwe bihese jî dê ji bona wê parêzger e. Loma dema dê ber çavan wenda be tedîrgîn dibe, digîre û diqêre. Hêdî hêdî ew hajîya kesên din ên di malbatê de jî dibe. Va kesana gor mezintîya malbatê bav, xweng, bira, dapîr, bapîr, bêsulmeya malê û hîn kesên din in. Her kes gor pêvendîyên ji dergûșê re di dinya wê de cîh digire.

Pir caran wer tê zanîn ku derguș mîna kaxezek spî tê serê erdê, bi gor dîtin û kirinên xwe, ango perwerdebûnê șiklê xwe digire. Îzahetek wusa bi serê xwe kêm û çewt e. Her kes bi bûyîna xwe ya serê erdê ji tev xwe re hinek nișêtên genetîk jî tîne. Her kes xwedî dê, bav û malbetekê ye. Di can û ruhê wî de nișêtên dê, bav û malbata wî jî hene. Her çiqas însan di warê șexsîyeta mirov de hinek tiștên mîna perwerdebûn, orf, edet bîne ziman jî di noxtekî șûve êdî gotin diqede. Her kes mecbûr dimîne ku gor bawerî û nêrinên xwe behsa qederê, behsa tiștên derî hiș, sedemên nayîn zanîn û hwd bike. Bi rastî jî mirov mîna ku tê dîtin nîne. Mevlana Celaleddinê Rûmî dibêje ku „hey mirov tu xwe çi dihesibînî, tu alemekî bi nehsed qat î.” Mirov hîn ji fêmkirina qatekî re eciz e, ma çer dikare bibêje ku ew ji însan fêm dike? Lê va nayê maneya ku ger di derheqê însan de tu tișt neye gotin. Ger di derbarê perwerdeyê de tișt bên gotin û ji bo fêmkirinê hewl bên dayîn ku hinek tișt ji me re așîkar bibin. Dema mirov tu tișt nekir ewê hêdî hêdî piștve bikeve û tiștên dizane jî bîr bike. Tecrûbeyên mirov nîșan didin ku her hewldan ji bona hewldanek din pêviste û mirov pêșve dixe.

Di ciwata me de bi peyîva perwerdeyê zêdetir perwerdeya derî malê, ango di dibistanan de tê fêmkirin. Bi peyîva terbîyeyê jî zêdetir perwerdeya li mal. Bi rastî parçekirina perwerdeyê ne durist e. Tiștê hat serê mirov bi tenê di wî cîhê de namîne. Bûyera li mal di derî malê de jî li ser zarok xwedî bandor e. Bûyera li derve tê serê wî li malê de jî bandora xwe didomîne. Ger neyê bîrkirin ku perwerdeya li malê li ser zarok xwedî herî bandora qeyîm e. Hinek demên zaroktîyê de bandora perwerdeya li derî malê zêde bibe jî rola perwerdeya li malê her dem dîyarker e.

Bunyeya malbatên me yên gor edetan hat guhertin. Êdî ji peyîva malbatê zêdetir malbatên piçûk; ango dê, bav û zarok tên fêmkirin. Kalik, ap û met êdî ji malbatê nayên hesibandin. Bav zêdetir bi kar re, dê zêdetir bi zarokan re û perwedeya wan re berpirsîyar tê dîtin. Dê bi xwe di derve bișuxile jî va bara li ser milên wê ye. Dê bin vê barê giran de tecrûbeyên xwe yên șexsî dinêre û dike ku berpirsyarîya xwe bîne cîh. Ji ber guhertinên mezin êdî tecrûbeyên dayîkê ên șexsî pir jî nikarin alîkarîya wê bikin. Ne civat civata berê ye, ne jî malbat malbata berê ye. Eynî tișt ji bona bav jî dikarin werin gotin. Hêjmara kanalên televîzyonan bi sedan in, înternet jî di bêrik û nivînên mirov de cîhên xwe girtine. Zarok jî zarokên berê nînin û zarokên dema xwe ne. Tiștên ku di derî malbatê hin bibe û bigire bê hed û bê hesab in. Zarok bin tesîra tiștên di medyayê de zêdetir xwedî hêz in de dimîne. Gor wan dixweze ku daxwezin xwe ji dê û bavên xwe bide qebûlkirin. Pir caran bav naxweze tu tiștî bibîne û bibihîse, dêya neçar nizane ku çi bike. Dê hajîya pir tiștan e, dixweze ku bavê zarokan jê re alîkarîyê bike. Dema alîkarî nedît mecbûr dimîne gor hestên xwe hereket dike.

Gor temașekirin û bîhistinên min pir dê û bav: „Em pir neçar û bê îmkan bûn, bila zarokên me hewesa xwe bigirin,“ dibêjin. Tu dê û bav xirabîya zarokên xwe naxweze va gotina jî ji bo rindîya zarokan tê bilêvkirin. Lê alîyê perwerdeyî de gotinek pir bi tehlûke ye, dikare zerarek pir mezin bide zarokan. Zarok ba dê û bavên xwe hinî jîyanê û sinorên jîyanê dibin. Dema ji alîyên dê û bavan de sinor nehat belûkirin zarok sinora xwe nizanin, di jîyanê de pir caran kulfeta nezanîna sinorê dikșînin. Dema zarok di salên ewil de alîyê dê û bav de zêdetir hat parastin û jê re pir zêde îmkan hatin amadekirin firsenda tecrûbekirinê mehrûm dimînin. Tecrûbeyên salên piçûktîyê çiqas bên dereng xistin, destxistina wan weqas bi zehmet dibe. Zarokên piçûk dubarekeirinê zewq digirin, dixwezin zêdetir bicêriwînin. Dema tiștek gor xwestina wan nebû zû bîra xwe dikin, naxeyîdin, bi xwe bawerbûna wan naheje. Ji bona destpêkek din her dem amade ne. Wexta dê û bav vê firsendê nedin wan, ji ber tecrûbeyan bitirsin û wan zêdetir biparêsin tecrûbe hildana wan qut dikin. Zarokên bê hildana tecrûbeyên jîyanê mîna masîyên derî avê ne. Dema bi serên xwe man nizanin ku çi bikin, hember jîyanê bi tirs û bi xof dimînin. Pir caran jî kesên derî xwe sedema xof û tirsa xwe dibînin, jîyanê ji xwe û malbata xwe re dikin doje. Wê çaxi mirov dikare behsa nexașîyek derûnî bike ku ewê hemû kesên malbatê zehmetîya wê bikșînin.

Tu dê û bav naxweze ku zarokên wan bikevin halekî wusa. Lomaye ku ger dê û bav di alîyekî de îmkana jîyandina zaroktîyê bidin wan, di alîyê din de jî wan îmkanên tecrûbekirina jîyanê mehrum nehêlînin. Hinek tengasî û zehmetîyên zarokan kezeba dê û bavan bișewitîne jî ji ber ku di pașerojê de bikarin li ser pîyên xwe bisekinin lazime wan tecrûbeyan hilbigirin. Ya herî baș ewe ku; zarokan qasî hewcîye ji tengasîyan biparêzin, lê bona hildana tecrûbeyên jîyanê jî bidin ber tengasî û zehmetan.

Ramanbûn û nêrîna zarokan ne mîna ên mezinan in. Dê û bav bibin jî mecbûrin ku vê ferqê her dem li ber xwe re bînin. Dema wusa neyê kirin dikarin bibin sedemên pir șașitîyên mezin. Misogere ku tu bav û dê ji bona zarokên xwe xirabîyê naxwezin. Lê pir caran jî yên bi nezanîna xwe zarokan xirabîyê dikin jî ew in. Ji bona pêvendîyek durist a di navbera zarok û mezinan de bar li ser milên mezinan e. Mezin dikarin xwe daxinin sevîya zarokan. Lê zarok nikarin derbike vin sevîya mezinan. Dema mezin li zarokan re kar ketin mecbûr in ku dakevin sevîya zarokan. Wer nebe mușkîlat zêde dibin.

Xetayek bav û dê ên rojane ew e ku rojên îroj hîn mîna doh dihesibînin. Ji bi xwe nekarîne bikin, dixwezin ku bi zarokên xwe re her îmkanên ku ji dest wan tê peyda bikin. Dijwarîyên hatine serên wan tînin bîra xwe û dixwezin zarokên xwe hemû dijwarîyan biparêzin. Dema îmkanan bibînin weqas pir pêșve diçin ku naxwezin zarokên wan nanên di devên xwe de jî bicûn û daqulînin. Bîra xwe dikin û jîyan bi zehmetîyên xwe re xweș e. Rastîya jîyanê zû û dereng xwe așîkar dike. Zarokên bi șiklekî pir zêde tên parastinê hildana tecrûbeyan mehrûm dimînin, zû û dereng wan zehmetîyan dikișînin. Tecrûbeyên di dema xwe de neyên hilgirtin dû re dibin xwedî pir pirsgirêkên din. Dê û bav bi wan tedarîkên sunî dixwestin ku zarokên xwe biparêsin û ji wan re çêyîtîyê bikin. Bi van kirinê xwe dibin sedema tehîrkirina higirtina tecrûbeyên wan û ew nîyeta wan ê çê ji zarokên wan re dibe xirabî.

Her mirov gor salên xwe ên bîolojîk xwedî salên xwe ên derûni ne jî. Dema mirov bala xwe bidiyê dibîne ku di hinek deman de zarok dubareyê zewq digirin, di demekî de pir rik dikin, di demekî de pir bi hereket in û hwd. Dema dê û bav vê ferqa zarokan nebînin û gor wê hereket nekin ji zarokan re dibin çeper. Ger zarok li gor sal û halên xwe werin destekkirin. Dema mirov ji zarok re îmkanên rehetîyê peyda kirin mîna destek bibîne di șașitîyek mezin de ye. Destek gor sal û halên zarok ji bona tecrûbe û dershildanê îmkan peyda kirin e. Dibe ku zarok pir zehmetîyê bikșîne. Armanc rehetîya an jî zehmetîya zarok nîne, armanc tecrûbe û dershildana ji bona pașeroja rastîya jîyanê ye. Herî hinbûna baș di nav rastîya jîyanê de bi hal û hereketên xwe, ango bi kirinên xwe hildayîna tecrûbeyên jîyanê ye.

Qet tiștek șuna tecrûbeyên rojane nagire. Kesên ku çêyîya zarokên xwe dixwezin ger gor salên wan ên bîyolojîk û psikolojîk îmkanên tecrûbe hildana zehmetîyan bidin zarokan ku di pașerojê de zarok bikarin bi serê xwe wan tecrûbeyan îstifade bikin. Alîkarîya herî baș alîkarîya ku mirov jê tecrûbe û dersan hildigir e.

Pêșgotinek çînî dibêje ku: “Dema tu masîyekî bidî mirovekî birçî, tu jê re çêyîyekî dikî. Lê dema tu masî girtinê ji wî bidî hinkirin, tu jê re alîkarîyê dikî.”

Hesen Polat di sala 1964 de di gundê Qizilce ya girêdayî Depê (Karakoçan/Elazığ) hatîye dunê. Dibistana seretayî di gundê xwe de xwend. Dibistana navîn û lîse li Elezîzê xwend. Di 1988 de Zanîngeha Stembolê Fakulteya Siyasetê qedand. Di sala 1989 de hat Elmanyê. Di Zanîngeha Stuttgartê de di beşa sîyaset û perwerdeyê de master kir. Hîn jî li Stuttgartê dijî.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 64an da hat belavkirin: 2016, 66-70.