Belgefîlma “Lêger” li ser Youtube hate belavkirin

Belgefîlma “Lêger” a di derbarê dîroka kurdên Anatolîyê hatiye amadekirin, li ser Youtube’ê hate belavkirin.

Belgefîlm bi alîkarîya Platforma Kurdên Anatolîya Navîn (PKAN) hat çêkirin û derhênerîya Lêgerê Esîn Akgul Guneş û Omer Leventoğlu dikin.

Fîlm êdî di Youtube jî tê temaşekirin.

Lêger, li gelek welatan û festîvalan hatibû nîşandan.