Sê kes û sê kilam

Muzaffer Özgür

Amadekar

Wek tê zanîn di destpêka sedsala 20an de li Anatolîyê eşkîya gelek zêde bûbûn. Li Anatolîya navîn jî kes hebûn ku jiber sedemên cûrbecûr li hemberî dewleta tirka serîhilda bûn û li gund, çîya û banîya digerîn.

Dema şer xelas bû û dewleta nû hat avakirin û kontrola welat ket destên kemalîstan êdi jîyana eşkîyatîyê zehmet bûbû. Dewletê bangî wan dikir ku ma teslîm bibin û beşdarî sîstema nû bin. Lê her komê daxwazên wan qebûl nedikirin.

Li deşta Haymanê jî kesên bi nav û deng Xeloyê Deli Pepê, Mistoyê Tozo û Hecîyê Buxûrci bûn. Di sal 1924an de li gundê Tepeköyê Xeloyê Deli Pepê, Mistoyê Tozo û heval-hogirên wan bi lîstika dewletê hatin girtin. Ji ber ku tirsa dewletê li nav gund û bajerokên deşta Anatolîya Navîn belavbibe ew kes hatin kuştin û serîyên wan, ji laşê wan hatin jêkirin û gund bi gund bi ereba hespan hatin gerandin.

Heciyê Buxircî jî di sala 1933an de bi lîstik û derewen çend kesan teslimî dewletê bû. Hat ber dadgehê û liber sêdarê îdam kirin.

Li ser wan kesan cûrbecûr kilam di nav gel de belav dibin û heta hîro hatine. Me di kovara Bîrnebûnê de hinek ji van kilamana çapkirin lê kemasî hebûn. Birêz Serbûlent Kanat di CDya xwe ya bi navê "Demê Berê/Porgulîya Min” de kilamên li ser her sê kesan berhevkirine û bi avayekî baş sitraye. Bi taybetî jî kilamên li ser Hecîyê Buxircî hatine gotin bi pir versîyona nin. Jiber ku di arşîva Bîrnebûnê de hebin û di pêşerojê de jibo lêkolînvana liber desta bin min, carek din amadekirin.

XELOYÊ DELİ PEPÊ

Xelîl Bego qurban mêrê Satê, mêrê Satê
Rabîyê ser te sêse(i)d siwarî vê hikûmatê
Xelîl Bego qurban min go here ser kerîk pezî xwe re gavike Li Anqera şewitî biderxîne xeta xwe beratê
Xelîl Bego qurban berdê

Kevir-quçikê gundê Haymana şewitî neman
Gî li ber ningê xangê te bûn kêr e
Pezê Xelîl Begê min bizina fîlike
Ji Polatlîya şewitî da berdayê nîk bi nîke
Lo Xelîl Bego te ji xangê xwe kwîr(kor) bû ra xwe dipesinî
Te digo xangê xangê sêsid siwarî hikûmetê çîyê ji min ra hendike

Xelîl Bego qurban berdê
Kevir quçikê gundê Haymana şewitî neman
Gî li ber ningê xangê te bûn kêr e

Bejna zirav dara çamê
Qirikê gewre şûşê camê
Dinya ji Xelîl Begê min re nemayî
Bira kes xwe nepesîne ji kesî re namê

Xelîl Bego qurban berdê
Kevir quçikê gundê Haymana şewitî neman
Gî li ber ningê xangê te bûn kêr e

Gundê Palancîya bişewite ha li özê
Ji şîva da tê ye dengê topê motirlozê
Ar di mala qaymeqamê Haymanê keve
Koma du bira li cîhişt li ber ayazê

Xelîl Bego qurban berdê
Kevir quçikê gundê Haymana şewitî neman
Gî li ber ningê xangê te bûn kêr e

Gundê Terikan (Boğazkaya)-Haymana/Ankara

MISTOYÊ TOZO

Misto qurban gundê Palancîya bişewite di cî kî teng da
Mawizera motirloza bihevra deng da
Sesid sîwarî rakirine ser Mistoyê Tozo
Et etê kirine beranê kosedaxê di xwîna sor da reng da
Xayîn qurbano va sibê yê sîyarekî min tê
Bi ser ketîyê bîhna barûtê
Hayfa min te ji bîr nakim ez wê rokê

Mistoyê Tozo sîyardibû peyadibû li yayla Kutê
Dê naliyo! dê kor bîyo!
Dê nalino! dê kor bûno!

Digo hêle hêle xangê hêle
Çêr lêhatê! Misto di nav herbê da nasekine li ser nêle
Keçê gulê kor bîyê serê birê me jêkirin
Heynan birin Anqera şewitî avetin ber Kêmêle
Xelo, Misto, Milazim hûnê bi jinin
Bira we hajê nebû sê qezayê bi we re dijminin
Xwedê bişewitîne mala komitanê Haymanê
Seriyê we jêkirin avêt ber Kêmêl go; vana seriyê eşqîyê mezinin Dê nalino! Dê kor bîno! Dê naliyo!
Dê kor bîyo! Dê nalino! Dê kor bûno!

Gundê Terikan (Tepeköy)-Haymana/Ankara

HECÎ BUXURCÎ

Hecînko qurban bakî tê wo bakî şêne
Hecîyo qurban tirsa limine konê malê bavê min helşîne
Hecîyo qurban xwedê xeraw bike, bişevitîne mala mir-felekê
Hecîyo qurban ji me bidûr nêxist kêm nekir girî û şîne
Heldikişime serê gira mezdikime Heciyo lawo li çola, li kepira Omerano li bextê we be Hecî min de yê berxwe
Sesid sîyarê hikûmetê mîna naxira
Hecîyo qurban habû habû kekê min habû
Hecîyo qurban kendira Mistefa Kemal lidar da babû
Hecîyo qurban celat kî bi penç pera ser sîngê te rûniştibû
Hecîyo qurban perçema reşê dirêj di henîya gewr da ta bi ta bû

Gundê Omera (Tavşançalı)-Kulu/Konya

Çavkanî: ji CD ya Serbülent Kanat ya bi navê Demê Berê / Porguliya min /Îdocan Prodûksôyon-2017

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 71an da hat belavkirin: 2018, 51-53.