Payîzî

Seyfi Doğan

Axê zer! Tarlên zer! Rojê zer! Giyayên zer! Rengên payîzeyên zer ê huzurê didin min û dûne min fireh dikine. Ezî xwe ewle hîsdikime.

Hêşinî ye asûman ê nezikî min e. Destî xwe dirêjkim, ezê ewran wek singê gewr û zindî di dest xwe kim.

Dilê minî dixwazê, pêxas bimeşim. Qîrnîyê bi ser dûnê xim! Dûnê ji xewê şîyar bikim. Li ser pêlên avê hêşin û ewrên sipî biherikim. Meha îlonê, meha berhemên bereketê biharê û zenginîya xuyê hanîya ye.

Ezî îsal, li meha îlone li Xelika bûm. Jo bo ku li biharê baran û zivistanê jî berfê bol bû ye, mahsulê îsal, xelkê heremê gelek şa kiri bû.

Wexte ku heyî dibe, însanan toleransa xwe bilind û tehamîla ji bo f ikren cuda fireh dibe. Însanî bi ruhekî vekirî li dûnê dinêre. Velhasil însanên îsal gurlex û coş bûn.

Jîyane minê li welatên dûr û welatên xerîb û xerîbîya min li sala 1964 wexte ku min, meha îlonê li Kulu yê dest bi orta okulê kir dest pê kir û hîn jî berdewame.

Wexte ku min li Kuluyê dixwand, ez jî wek hevalên xwe, bi hesreta gund bûm. Pir bîra gundî xwe dikir.

Bîra germîya axê xwe dikir. Germiya ku min xwe têda xwe ewla hîs dikir. Jîyanêke minê berdewamî û runîştî habû. Min xwe bi care kê re li boşligî yê kê xwe dît. Min li gund her însan nasdikir. Bes bi tenê ne insan. Min kuçik û çuçikên hemî gundîyan nasdikirin. Min hemî keçik, bûk û jinên gund nasdikirin. Sûlalên wanan dizanî.

Min dizanî ku roj ji kude hiltê û ji kude terê ava. Min bi zimanî ewran dizanî. Min barên ewren tehmîn dikirin. Min ji formasyonê ewran ceşît û ceşît wêne ava dikirin. Min tamê nanî ser selêyî germ dizanî. Min qûl û qewarên cîyanda xwe ji ber barane û berfe diparast. Min bi zimanî xwe deng kirin qulot dikir.

Min germiya û sermaya axê ku ez li ser digerîyam baş dizanî. Ronîyê cavên kecên kezî ez xenê dikirim.

Wendakirina keytane civakî û hisî pir zehmete. Xerîbî bi serî xwe kar û bare kî girana. Hesreta li şevên xerîbîyê bilind bibe û nefesê li însên teng bike. Hesreta, ruhî însanan teng û rasyonel fikirine kût bike. Şevên li gurbetê ê giranin. Marî bîrê axe xwe, bihnê xwarin û vexwarin, bîhnê cîh û waren xwe dike. Serpêhatîyên xwe û welatê xwe li paş xwe cîhdihêle.

Ez û hevalên ku di gune min re li Kuluyê dicûn ortaokulê, pir caran rojê şemî, ji nîvro bi şunda dicûn ser rîya gundî Xelika û bendê wasitan dipa ku herin gund. Gelek caran, em vedigerin mala xwe yê ku em li Kulu yê tê da diman. Cimkî; ya vasita nedihatin anjî wasitên ku dicûn gund em nedigirtin.

Carcaran jî em pêya dicûn gund.

Hevîyê min ew e ku ez dê rojakê, ji xerîbîyê xelas bibim.

Dema ku ezî li îzînê bûm, gelek caran cûm Kuluyê. Kulu yê pir hatîyê guherandin. Qalikê xwe yî tê guherandin. Hundirê xwe yî wek berêyê.

Însanan mejoyê xwe yî westîya yê. Nexwînine. Kûr nefikirine. Li ber her fikirên nujên astêngîyan dertêxine. Ji bo nûxwazîyan hewldan nakin. Empatî tune. Însanên pêşhîkmî ne. Mijarên mineqaşan, bira ci dibe ma bibe, zana ne. Kitêb û rojnaman naxwînin. Lê pisporên her babetê ne. Ekonimiyê, doktoriyê, perwerdeyî velhasil, hertiştî dizanin lê karê ku pê re mujil, dibin baş nizanin.

Herder erebên teybêtî. Cîhe ku erebê lê park bikî, nebînî. Tek û tûk hîn erebên hespên hene. Tê bîra min, wexte ku ez diçûm ortaokulê, tekerebecî kî li ser hespî xwe Apollo nivîsandi bû.

Li Kuluyê gelek xanîyên nu ava kirine û hîn jî ava dikin. Lê xanîyên bes ji beton û ji hêsi nin. Xanîyê bê tam û tik. Dema ku xanîya ava dikine yê keytanên bi jîyanê kevn re jî tehrîp dikine. Berdewamîyê mîrascandêye dibirine. Qutbûnekê di navbarê nêsîlan de çedibê û dibê sedema wendabûna hafizayê kollektiv. Ew fenomena li her derê xuya dike.

Li ser kolanên mezin gelek dukanê zera difiroşin hene.

Kolan û kuçên ji kirîyaran tiji bûn. Însanên ji dukanekê dikevine dukanekê. Di dest herkesekî da turikên naylonî habûn. Piranîyê kirdaran ê ji gundên kurdan bûn û bi kurmancî deng dikirin. Piranîyê gundên Kuluyê kurd in. Li ser kolanê mezin, gelek parsekçî habûn û piranîyên wanan jin bûn û hinekan ji wanan zarokên pir bi çucik kiribûn hembezên xwe.

Ez, xanime min û baldûza min, em li kehve kê runiştî bûn û me cay vedixwar.

Min dît ku lawike kî zayif û zincavî berve me tê. Salan wî, min li dor deh saliyê hesap kir. Di destên wî da kodeke darinî, fircayek û şimkeke ji naylon habû.

Lawik ku rind nezîkê me bû bi şîwe kurdî; “Amca ayakkabilarini boyayim mi?”

Wexte ku lêwik, ew pirsa kir, min lawik temaşa dikir.

Pirsa xwe wek bergerînekê bû. Cawên wî wek du kanîstankên ku avê xwe şelî bûn. Milên wî, keti bûn ser singê wî. Suretê wî wek carixa şivanê ku bi bayî bakûr û li ber rojê havînê zîva bû yî bû. Cermî ser destên wî mina axê ku bi salan av neditî qaliştî û reş bû. Kincên wî qelêrî û dirî bûn. Merasêkî dirî di lingan da û serkot bû.

Lê, damarekê camêrîyê, bi qerar û ronî di kûrîyê cavên wî da xûya dikir û agirên arreng vediketin. Zîz û zîz mêsdikir.

Kîjan bendên lî derîyê bahozên dil û mejoyî wî bûn?!

Ezî dudilî bûm ku merasên xwe bi wî lewikî boyax bikim.

A yekê; ezî li dijî ku zarok kar bikine me. Ez î dixwazime ku ew bixwînin(bi zimanê make) û dewlet mesrefe xwandinê wanan tedarik bike. Her zarok, rewza ekonomîya, de û bavan wanan ci dibe bila me bibe xudîyê eynê heqan bin.

A dudî ya; nexwazim ku kesek meresî min boyax bike. Ez de merasî xwe bi xwe boyax bikim.

Min pere dan lêwik û bi tirki;
– Ayakkabıları boyamana gerek yok. Sadece cilala.
– Cila yok.
– Oldu. Al şu parayi cila ya da gerek yok.
Ji bo ku niyête min zelal bike, bizdokî li çavên min kûr û kûr mêskir.
– Haram olmaz mı?
–Hayir ! haram olmaz! Kendi rizam ile veriyorum. Hoş helal olsun!
– Nerelisin?
– Mardinli.
– Ailece mi Kulu’dasınız?
– Evet. Benim ailem, amcam ve birkaç komşu Kulu ya geldik.
– Baban ne iş yapar.
–Babam inşaatlarda çalışıyordu ama şimdi evde yatıyor.
–Neden?
–İnşaatın ikinci katından düştü ve ayağını kırdı. Annem çalışmıyor
–Evin masraflarını sen mi karşılıyorsun?
–Ben ve kardeşlerim. Param artarsa küçük kız kardeşime şeker alıyorum.
– Kürtçe biliyor musun?
– Ben bilmiyorum ama annem ve babam bilirler. Amca, Burası Kulu! burada, ayakkabı boyamak için herkes Türkçe konuşur.

Bu kent peşini bırakmayacak. Aynı sokaklarda dolaşacaksın.
Aynı mahallede yaşayacaksın;
aynı evlerde kır düşecek saçlarına.
Bu kenttir gidip gideceğin yer. Bir başkasını umma,
Bir gemi yok, bir yol yok sana.
Değil mi ki hayatını kıydın burada.
Bu küçük köşede, ona kıydın demektir bütün dünyada.
Diyorsun ki, bir başka ülkeye,
bir başka denize gitmek istiyorum;
bundan daha güzel bir başka kent vardır kuşkusuz,
ama kötü yazgım peşimi bırakmaz ne yapsam, ve kalbim gömülü bir ceset sanki burada.
Ruhum daha ne kadar katlanacak bu çoraklığa
nereye çevirsem yüzümü, nereye baksam
hayatımın kara yıkıntıları çıkıyor karşıma bunca yıllarımı boşa tükettiğim şu ülkede..?
Yeni bir ülke bulamazsın, arama;
bulamayacaksın başka denizler de;
nereye gitsen bu kent ardından gelecek senin,
aynı sokaklarda dolaşıp duracaksın yine,
aynı hep aynı mahallede yaşlanacaksın,
aynı hep aynı evlerde ağaracak saçların
ve dönüp bu kente geleceksin sonunda;
yanılma sakın, bir başka şey umma,
seni bekleyen bir gemi yok, bir çıkar yolun yok…
Ömrünü nasıl tükettiysen burada, bu köşecikte
öyle kıydın demektir ona, bütün yeryüzünde. (1)

(1) Konstantinos Kavafis, şaîrê Yûnanî yê bi nav û deng e. 17 Nîsanê 1863 hatîyê dûnê û li 29 Nîsanê 1933 vegerîya dûnê alî din. Min ew helbesta ji intêrnete wergirt û navê wergêr tune bû.

* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 52yan da hat belavkirin: 2012, 48-51.