Ji destpêka 2020an vir ve li seranserê cihanê, ev nêzîkê du sala ne, însan di nav xemgînî û depresyonekê de derbas dibin ji ber ev sawa covîd-19ê.
Ji bo rê li belavbûna vê sawê bêt girtin li pir welatan, bi taybetî li wan welatên ku tradisyona dîktatorîyê berfireh e, yekcar ev tradisyonên xwe yên dîktatorî bi kar anîn û rewşa piranîya însanan, bi taybetî kesên xizan hîn xiraptir û dijwartir kirin. Meh bi meh bi qedexeya derketina kolanan, dibistanên girtî, karê li malê, îzolasyona civakî û bi sed hezaran merivên ku ji ber pêşketina vîrusê karê xwe wenda kirin!…
Ev cara yekem e ku lêkolîneran di vî warî de hewl dane bizanin ka heta niha pandemîyê li çaralîyê cîhanê çiqas bandor li ser psîkolojîya merivan kiriye.
Li gorî lêkolînên ji hêla lêkolînerên li zanîngeha Queenslanda Avusturalyayê ve hatî çêkirin û di kovara The Lancet de hatiye weşandin, pandemîyê sala çûyî 53 mîlyon bûyerên depresiyonê û 76 mîlyon bûyerên din ên xemgînîyê zêdetir bûne.
Xemgînî tirsek an xofek xurt e ku pir caran di laşê merivan de tê hîskirin. Xemgînbûn pir normal e. Xemgînî, bi taybetî ji stress, bûyer an guhartinên mezin dema di jiyana merivan de çêdibin, li merivan peyda dibe. Xemgînî pirê caran piştî demekê derbas dibe. Ger xof û tirs bi hêz be û ji bo demek dirêj berdewam bike û bandorê li ser hest û fonksiyona we ya di jiyana rojane de bike, xem, diltirsîtî û guman zêdetir dibe, însan dikevin depresyonê, xwestek û enerjîya danûstandina bi tiştan kêm an wenda dibe, û jiyana rojane giran û bêwate dibe.
Mirovatîyê wek vê sawê heta ji vêya xirabtir jî nexweşî berteref kirin: pandemîyên wek weba, kolera û vîrûsa piştî şerê cîhanê ya ku bi navê nexwaşîya spanyayê bi nav kirin ku 500 milyon însan li cîhanê pê ketin û bi sed hezaran însan telef bûn. Em bi hêvî ne ku li hemberî vê sawê jî, bi pêşxistina derzîyên aşîyê rê li ber wê bigirê.
Mixabin li nav însanên me jî pir kes di vê dema derbasbûyî de ji ber vê sawê telef bûn. Pir însanên me yên hêja, ciwan, salmezin roj nebûn ku em xeberên mirina wan li ser medya-sosyal newxînin!
Ew malbatên ku merivên xwe, nasûhezkirîyênxwewendakirin,li vir em ji wan re sersaxîyê dixwazin.
Xwendevanên birêz, li gel ev nexwaşîyên ku ji ber pandemîyê peyda bûn, jiyana rojane herçiqas wek caran nebe jî her berdewam e. Niha li piranîya welatên Ewropayê tengkirina ku li hember jiyana rojane hebû, hatine rakirin, pandemî hinekî sivik bûye, jiyan ber bi normalbûnê ve tere.
Berî pandemîyê Weqfa KANê li şaredarîya Botkyrkayê li bajarê Stockholma Swêdê dest bi mekteba Şemîyê kiribû bo zarokên kurd.
Ji ber pandemîyê demekê navber hatibû dayîn. Bi destpêka vê payîzê re dîsan her rojên şemîyan vekirî ye. Bi sernivîsa Pêşerojekê ji zarokên me re çêbikin agahîyên di derbarê vê xebatê de hene.
Burhan Sönmez nivîskarekî li welêt û li cîhana edebîyatê tê naskirin, li gelek welatan berhemên wî hatine wergerandin. Di vê hejmarê de bi sernivîsa Burhan Sönmez nasandineka kurt heye. Di 24ê payîza pêşîn a 2021an de nivîskar û parêzerê mafê mirovan, Burhan Sönmez wek serokê PENa Navneteweyî hat hilbijartin. Em bi vê xeberê dilşa bûn û wî pîroz dikin.
Xelata Wêjeyê ya Nobelê ku ji alîyê foneke Alfred Nobel ve hatiye avakirin, li Swêdê hersal tê dayîn. EvfonjialîyêWeqfaNobelêvetê birêvebirin û Akademîya Swêdê jî xwedî erka tayînkirina xelatê ye. Xeberên xelata edebîyatê û ya aşîtîyê ya 2021an hûn ê di vê hejmarê bibînin.
Muzaffer Özgür bi sernivîsa Cîhanbeylî û êşa 52 rojan bîranîneka bi êş ya jineka ji rojavayê Tirkîyê nivîsîye ku bûyer li gundekî Anatolîya Navîn rûdaye.
Mem Xelîkan di rêzenivîsa xwe ya kilamên me de kilama Elegçî bi kurteşiroveyekê ev kilama berhev kiriye.
Hakan Yaşar nîgarkêşekî li welatê Norwecê bi nav û deng e. Hevkarê me Adem Özgür, Hakan û berhemên wî bi me dide naskirin.
Abdulbakî Xalîsînan bi helbesta Lo Şifero, Feyzî Mîrhesen bi sernivîsa Şiroveya kilamên dengbêjan, Rojvan Enes bi helbeta xwe ya Baran li teqê min dixe, Xizan Şîlan bi helbesta Tenêtîya westiyayî, Altun Başaranê li ser şareyên me bi navê Bihîstina şînên me li xerîbîyê hem Ela Rehmêwekşaredayenasandinû hem jî kilameka wê ya şînê nivîsîye.
Nuh Ateş bi wergera ji almanî çîrokeka Heinrich Böll a bi navê Revendo, tu têyî Şpa… nivisîye.
Seyidxan Anter bi sernivîsa Stockholmê, ji salên 1980î û vir ve rêxistinên kurdan û xebatên wan nivîsîye. Mehtap Îdelîyê li ser gotina berşu ku kewneşopîyeka di nav kurdên An3atolîyayê de hebû bi navê Berşu nivisîye û bi vê xebatê ev gotin û bi dehan gotinên di wî warî de berhev kirîye.
Lêkolîner Rohat Alakom bi Keştîya Nûh xwe gîyand vê hejmara me. Bi sernivîsa Kurd: Nevîyên Nûh ji pirtûkên pîroz wek tewrat, încîl û qûranê û herwiha ji berhemên lêkolîner û gerokên wek Ewlîya Çelebî lêkolîneke balkêş amade kiriye.
Seyfî Doğan, bi navê qerfo û quto, kurtehelbest, Ferîdun bi henek û Hizir Akbina bi sernivîsa Odeyên gundan, Ehmed Berber bi helbesta Êkane û Hayrettîn Güven bi rêzenivîsa xwe ya Dengê bavê min, Ehmed Mîlan ji çarînên Omer Xeyam bi wergera ji farisî: ev hejmara dewlementir kirine.
Bi hêvîya ku em gîştik xwe û kesên li derûdora xwe ji vê pandemîyê, herçiqas niha hinekî sivikbûye jî, biparêzin, bimînin di xêr û xwaşîyê de heta hejmara bê!…
Alî Çîftçî
Bixwîne