Xwendevanên birêz, pandemîya ku 2019an li cîhanê belav bû, helbet li me jî tesîreka xwe ya mezin bû, ji derveyî tesîra li jiyana civakî, aborî me jî nas, do , heval û hogirên xwe mixabin wenda kirin. Piranîya wan nas û hezkirîyên me bê xatirxwe in ji nav me bar kirin çûn! Em li vir di de pêkê de ji malbatên wan re dibên: serî we sax be, êşa we êşa me ye jî! Xuyaye bi destpêkirina derzîya li hember pandemîya Covid- 19an rewşa dunyayê ber bi aramîyekê ve diçe. Em hêvî dikin herkes berpirsîyarîya xwe bizanibe da nebin sebeba belavbûna vê sawê!
Kovara me ji 1996-97an vir ve heta niha 80 hejmar hatin weşandin, li ser hev 8 cild kovar amade ne. Di van 24-25 salan de, li xerîbîyê qasî ku ji me hat, me cîh û warên kurdên Anatolîyayê, dîrok, serpêhatî û folklora ji herêmê di van hejmaran de berhev kirin û parastin.
Di van salên dawî de hejmara kesên bi kurdî dinivisînin zêde bûne û em vê di nav rupelên kovarê de jî her sal dibînin ku kesên, ciwan ê ku bi kurdî dinivîsînin li nav hevkarên kovarê de cîh girtine. Ev jî helbet me dilşa dike û em hêvî dikin ev pêşdaçûyîna her berdewam be!
Kovar, bi taybetî jî yên wek kovara me ku her bi alîkarîya xêrxwazan ve tê weşandin bi xwendevanên xwe ve pêş dikeve û ji wan enerjîya xwe werdigrê. Li kovarê xwedîderketin, belavkirin û xwendina kovarê dê enerjîyeka din bide hevkarên kovarê. Îro li piranîya welatên Ewropayê ji her gundekî Anatolîyayê însanên me bi cîh bûne. Em bi hêvî ne ku însanên me dê hîn zêde xwedî li kovarê derkevîn û ji bo hîn zêde bê belavkirin daku bikaribe bigihê her malekê!
Mehmet Bayrak bi munesebeta 50-salîya nivîskarîya xwe bi sernîvîsa Rastîyên ku kovara Bîrnebûnê li hemberî jibîrbûn û jibîrkirinê pêşkêş kirine… li ser girîngîya Bîrnebûnê nivisîye.
Me ji bo bîranîna komkujîyên li hember xe- lkê ermenî û yên din ku di salên 1915-25an de pêk hatine bi ser nivîsa Şerê Cîhanê yê Yekem, komkujîya ermenîyan û kurd ji çavkanîyên dîrokî lêkolîneka kurt nivisîye.
S. B. Xell li ser Aborîya kurdên Anatolîya Navîn, Îbrahîm Korkmaz, li ser kalê xwe Hecîyê Kêzikê, Îhsan Türkmen kurteserpêhatîyek bi sernivîsa Vîjdana Mexmikê, Hesenê Metê di debareyê novelê de bi ser nivîsa Dîroka novelê û çend problemên wê, Nuh Ateş kurtehîkayeke bi almanî ya Wolfgang Borchert ji almanî bi navê Nan wergerandîye kurmancî.
Mem Xelîkan, bi kurtenovela Jana zimên û bi helbesta Çend çarîn, Dr. Mîkaîlî ji Polatliyê ji gundî Mikaîla du kilamên şînê berhev kiriye. Îhsan Türkmen bi sernivîsa Curukî, xezîneya keşfnekirî berhemên rehmetîyê Osman Alabay ku wek kitêb hatine çapkirin û bi navê Destana Qamîşê Qul dide naskirin.
Adem Özgür, Hecî Çevîk û Hemo Celikan bi hevpeyvînên xwe herdu xort û berhemên wan bi me dide naskirin. Seyfî Dogan bi helbest, kurtehelbestên bi navê qerfo, quto, Ferîdun bi sê henekan, Hizir Akbîna bi helbesta Etê, Hizir Ateş bi henek/yaranîyên xwe, Hayre in Güven bi sernivîsa Dengê bavê min! rêzenivîsek, bîranîn û dîyaloga bavê xwe dest pê kirîye. Mûlla Evîndar Wênename, Holik, Berîvan Keskîn Senfonîya mirinê, Ehmed Mîlan bi wergera ji farisî ji çarînên Omer Xeyam, Mehtab Îdelî bi birêz Beyhan Şahîn re li ser du berhemên wî, dîtin û gotinên wî yên li ser zimanê kurdî sohbetek kirîye.
Seyîdxan Anter bi ser nivîsa Tilîya di kunmozê de! kitêba Amed Tîgrîs a bi navê Mala Zalê û Teyrê Sîmir dide nasîn. Xizan Şîlan bi sernivîsa Rêya dirêj û Rojên xurbetê, Rojvan Enes bi helbesta Peyv êdî xwedî hejmar in, Muza er Özgür bi sernivîsa Cotek gulî ku heketa jîyana malbata xwe ye ev hejmara hatiye dagirtin.
Bi hêvîya ku ev hejmar jî li gor dilê we be bimînin di xêr û xweşîyê de heta hejmara bê!
Hejmara 81an bixwîne