
Xwendevanên birêz, ev hejmara 80î di destpêka biharê de derdikeve. Em bi vê hem dilşa û hem jî xemgîn in! Em dilşa ne ji ber ku bihar destpêka jiyaneka nû ya salê ye! Saleka nû bi hatina biharê re dest pê dike. Jiyan ber bi ronahîyê ve tere. Roj dirêj û şevên tarî kêmtir dibin. Ev jî her hêvîyeka nû dide pêşerojê û meriv bi hêvî dike!
Ji bo me kurdan jî herçiqas destpêka biharê hêvîyek û destpêka jiyaneka nû be jî, di eynê wextê de bi bîranînên komkujîyên wek Helebce û qirkirina kurdan bo me dilşikeştineka netewî ye.
Ji serdema îslamê vir ve nêzî sed fermanan li ser kurdan hatine dayîn. Erê, îro jî dîsan ferman li hember kurdan têne meşandin. Ev demeka kurt bû ku êrîşên Dewlata Îslamî (IS) û dewleta Tirk hinekî kêm û bêdeng bûn. Bi hatina hiharê re dîsan bajar û wargehên ku kurd xwedî desthilatdar in tûşî êrîşan dibin. Lê kurd wek milet tu carî ji nav ranebûne û têk neçûne!
Hêvî û daxwazên me ji pêşengên hêzên kurdan ew in ku ji bo xatirê zarokên kurdan dev ji berjewendîyên xwe yên biçûk yên rojane û şexsî berdin û ji bo jiyaneka bi rûmet a însanî û kurdîtî ya zarokên kurd hewil bidin û destbirakîya hevûdu bikin da ku pêşeroja zarokên me jî wek yên xelkên din bin!.. Ne ku bi bîranînên wekû Helebçe, Zîlan, Dêrsim û Şengalê bin!
Birêzan, di vê hejmarê de ev babet nivîs hene: Roja Navneteweyîya zimanê dê. Ji bo yên dû min re ji welathêz û emekdarê kitêbên kurdî Selahattinî Bulut, Mîrekîyên kurdên Anatolîyê, Alîşanzade bi amedekarîya Dr. Mikaîlî, Kurmancên Çankiriyê/Zeyvelîyê ji Firat Karakuş, Çend gotinên kurmancîya Anatolîya Navîn ji Mehtap Îrdelîyê, Hêvîyên qaçax ji Mûlla Evîndar, Zarok pêşeroja me ne ji Bedia Sarihan, Kilamên me: Memo Lawo ji Mem Xelîkan, Hênzel û Grêtel a ji çîrokên berhevkar ên birayên Grîmm bi wergera Nuh Ateş, Qefo û Quto ji Seyfî Dogan Henek û yaranî ji Ferîdun, Çîrokeka Dîkê Kuliksor ji Berîvan Keskîn, ji folklora me bi sernivîsa Ejê ji Altun Başaran, Em ji kalikên xwe jî paşdetir in ji Zinarê Xamo, Zimanhezîya min ji gundê min Doda dest pê kir ji Konê Reş, Şofêrê teqsîyê ji Îbrahîm Korkmaz, Ji çarînên Omer Xeyam bi wergera ji farisî bo kurmancî Ehmed Mîlan, Teyr ji Giovannî Boccaccio bi wergera ji almanî Nuh Atêş, Şev tarî bû ji Baranê Qereyazîyê, Hevbandorîya çand, bawerî û tevgerên tewşê ji S. Erdem ve hatîye dagirtin.
Di vê navberê de me çend heval, nas û dostên xwe, Hüseyin Kerpiç, Emrullah Süslü, Bayram Peker û Îdrîs Kaya wenda kirin. Serê malbat û rêhevalên wan sax bin!
Bi hêvîya ku hûn ê xwe û kesên din ji vergirtin û belavkirina Covid-19an biparêzin, Newroza 2021an li we pîroz be, bimînin di xêr û xwaşîyê de!
Hejmara 80i bixwîne