
Sala 2020an bi Covid-19an de pê kir, xuya dike ku em ê bi vê metirsîya pandemîya covid-19an dawîya salê jî bînin.
Di van mehên payîzê de ev enfeksîyona covid-19an bi lez zêde dibe. Ew jî li ser însanan rewşeka aloz û dijwar peyda dike û jîyana normal a rojane tê guhartin.
Ji ber vê yekê hewce ye em şîyar bin li hemberî vê enfeksîyonê, ne tenê ji bo demeka kurt, ji bo tenduristî û hêza derûnî û giyanî ya demdirêj.
Heta niha ji ber vê pandemîyê li seranserê dunyayê, pir însan telef bûn, ji me jî nas, dost û hinek kesan merivên xwe yên nêz wenda kirin. Roj tuneye ku em li ser medya sosyal xeberên mirinê nexwînin!… Ji peyamnivîsîna sersaxîyê êdî însan bêzar bûne! Hêvîya me ev e ku rojek pêş de ev aşîyên ku niha peyda kirine dest pê bikin da rê li ber vê pandemîyê bêt girtin.
Herçiqas ev metirsî hebe jî, jîyan bi sînor be jî, berdevam e. Li Swîsreyê, li bajarê Baselê însanên ji gundê Kelhasan di vê dema pandemîyê de hatin ba hev û ji xwe re bi navê „Mala Me“ cîyek vekirine ku wek malbatî di şîn û şahîyên xwe de bên ba hev.
Li Stockholmê bi navê Mekteba rojên şemîyan mekteba kurdî hat vekirin. Sevîm Güvenê bi sernivîsa Dîtinên min li ser Mekteba Şemîyê li bajarê Stockholmê dilşahîya xwe pir xweş nivisîye. Mala wê ava! Em bi hêvî ne ji vira ha carina ji kovarê re, bi vî zarê xwe yê xweş nivîsan binivîsîne. Hewcedarîya kovarê bi kesên ciwan, ji nesla duyem ên bi fikir û dîtînên nû kovara me dewlementir bikin, heye. S. Erdem, bi sernivîsa Navên navlêk, Rohat Alakom lêkolîneka li ser Sînega êzdîya, Îhsan Turkmen bi rêzenivîsa Colo-5, S. B. Xell ji erf û edetên me Zewac û dawet lêkolînek, Seyidxan Anter ji bo bibîranîna seydayê Cîgerxwîn, bi sernivîsa Raman, wêje û du lingên pînika mirîşkan, nivîsandîye. Ehmed Mîlan ji çarînên Omer Xeyam werger ji farisî bo kurmacî kirîye.
Mem Xelîkan rêzenivîsa xwe ya 5an kilameka ji gundê Omê ya bi navê Birtî bi pêşgotinekê şirove kiriye.
Cutyar T. Hawramî di derheqê Memdûh Selîm Begê Wanî, Mehtab Îdelîyê Di kurmancîya Anatolîya Navîn de guherîna zayenda navan, Xizan Şîlan pexşanek bi navê Ey mirov!, Ferîdun henek/ yaranî, Abdulbakî Xalîsînan, Seyfî Doğan, Adem Akat, Berîvan Keskîn, Rojvan Enes, Mûlla Evîndar bi helbestên xwe, Hızır Akbîna bi sernivîsa Baqo û Halkın Yolu, Nuh Ateş bi wergera çîrokeka almanî ji yên Grimm, Gur û he karik, Altun Başaranê bi şare, Hesenê Metê bi wergera kurteçîrokeka ji Göran Tunström a bi navê Jimmy Tulpan ji swêdî bo kurmancî, ev hejmara dewlementir kirine.
Me bi navê quncika şagirdan quncikeka nû ji bo şagirdên ku dersên kurdî werdigrên vekirîye. Remzî Kerîm berhemeka ji 12 şagirdên ji kurmancên Anatolîyê, ji gundên Omera, Celebê, Încovê û Bulduxê ji sala xwendinê ya 2016-2017an bûye, bi sernivîsa Tîyatro-Xostin bi kurtenivîseka ronîkirinê amade kirîye.
Bi hêvîya ku hûn ê xwe û kesên din ji vergirtin û belavkirina coronayê biparêzin, bimînin di xêr û xwaşîyê de!
Hejmara 79an bixwîne