
Me bihar û havîna îsal bi tirs û xofa pandemîya bi navê Covîd-19an derbas kir. Ev pandemîya îsal ê bîranîneka gelek nexweş be, bi taybetî ji bo zarokên îro. Lê tiştê girîng niha ev e ku em vê rewşê çawa birêve dibin. Em ê çing xwe biparêzin û xwe bigihînin dawîlêhatina wê?
Girîng û pêwîst e ku amadebûneka herkesî ji vê krîzê re hebe û dema hewce bike bi hazirî be. Ev tê vê wateyê ku gava em baş bin û hertişt bi rê de here jî em xwedî helwesteka dilnizm bin. Meriv nekire ku herdem ê veng baş bibe. Hertişt dikare bibe. Zû yan dereng be jî, dê şert bên guhartin -dibe ku ne ewqas hovane wekî covid-19an belê bi awayekî dikare kirîzeka din rûbide. Eger ji destpêkê em xwedî helwesteka rast bin, wê hingê em bi hêsanî dikarin bi pirsgirêkan re rûbirû bibin û çareser bikin.
Piştî ev şeş mehên derbasbûyî em dibînin hîn jî ev agahdarîyên ku ji alîyê pisporên pandemîyê ve li seranserê dinyayê tê dayîn hinek guh nadinê. Bi piranî ji nav însanên xizan, ji ber bê îmkanî û nezanîyê hîn zêdetir belav dibe.
Di destpêka vê nexwaşîyê de li nav gundên kurdên Anatolîya Navîn ev nexwxaşî qet tunebû. Pîştî ku tatîlê dest pê kir û rêya çûyîn û hatina ji welatên Ewropa bo Tirkîyê hat vekirin, em niha pê dihesin ku li gundên Anatolîyê jî ev nexwaşî belav bûye. Mixabin zanebûn û agahdarîyên ji bo vê sawê di nav însanên me de kêm e. Ev jî dibe sebeba ku ev nexweşî hîn zêde belav bibe. Em hêvî dikin herkes baş guh bide agahdarîyên ku ji alîyê pisporên pandemîyê ve têne dayîn, xwe ji Covîd-19an biparêzin û nebin sebebê belavbûna vê sawê!
Dema ev saw pir belav bibe, bi piranî însanên xizan û belangaz ê jê zerarê bibînin. Ev dewletên ku bi darê zorê têne îdarekirin karê wan ê hêsantir bike.
Dema bahsa kurdên Swêdê dibe, yekser pêşketina zimanê kurdî, nivîskarîya bi zimanê kurdî û Ekola Swêdê tê dengkirin. Yek ji sitûnên wê helbet birêxistinkirina komeleyên kurdistanî bû ku di destpêka 1981an de, piştî Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa (KSSE), li derveyî welêt yekemcar bû bi temsîlkarîya ji her çar alîyên Kurdistanê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hat avakirin. Ya herî girîng jî ew biryar bû ku zimanê kurdî zimanê Federasyonê yê resmî be û bi vê re jî derxistina kovara Berbangê ku tenê bi kurdî bêt weşandin. Îsal Federasyonê kongreya xwe ya 29an pêk anî.
Keya Îzol yek ji wan kesan e ku di pêşengîya avakirin û rêvebirina Federasyonê de kedeka pir daye û bi salan serokatîya Federasyonê kiriye. Ji bo xwendevanên Bîrnebûnê me xwest em hevpeyvîneka pir kurt bikin.
Di vê hejmarê de birêz Şefîq Pêşeng, bîranîna xwe ya li gundekî kurdên Anatolîyê û herwiha danûstendinên xwe yên bi wan re li derveyî welêt jî, bi sernivîsa Li gundekî şêxbizinîyan bi agahdarî û têbînîyên xwe bi kurmancîyeka zelal nivîsîye.
Memduh Selim, bîranîneka xwe ya zaroktî û xortanîyê ya cîran û hevalekî bavî xwe yî bi navê Apê Reso nivîsîye. Di nav kurdên me yên Anatolîyê de li her gundekî ew kesên ku eskerîya xwe li Kurdistanê kirine xwedîyê bîranînekê ne.
Bîranînên eskerîyê di nav cimaeta kurdên me de meriv bi rihetî dikare bêje sohbetên civatê yên sereke ne. Tê bîra min jî dema li gundan însan topserhev dibûn hertim sohbeta wan li ser eskerîyê dibû, dirêj dikirin û teva nedibûn! Lê hinek ji wan wek a Apê Reso em pir diêşandin.
Îhsan Türkmen bi rêzenivîsa xwe ya Colo -4, Abdulbaki Xalîsînan, bi du helbestan, Mîlet mezin e û Tarix, Mehtab Îdelî li ser gotina ro/roj Peyva „ro“ ku di nav kurmancîya kurdên Anatolîyê de bi çend maneya tê bikaranîn, çing tê bilêvkirin û nivîsandin bi çend hevokan nimûneyan dide.
Hesenê Metê, kurteçîrokek bi navê Koçan, Dr. Mikaîlî, Îskana têrikan/mirdêsan, li gor belgenameyên arşîva osmanîyan serokwezareta Tirkîyeyê li gel orijînala belgeyan hem bi tirkîya osmanî û hem jî bi wergera wan a kurmancî amade kiriye.
S. Erdem, Hêmanên gencîneyên me yên girîng û çandî: Nav û bilêvkirina navan, Mem Xelîkan, Serenad, Ehmed Mîlan, ji çarînên Omer Xeyam çendek ji orijînala farisî bo me wergerandîye kurmancî.
Zinarê Xamo, bîranîneka xwe bi navê Kurdên Konyayê û serpêhatîyeke xweş nivîsîye. Birêz Zinar, balê dikişîne ser pirseke girîng, ziman ku piranîya kurdên me yên Anatolîyê li welatên Ewropayê jî bi erf, edet û zimanê kurdî bi zarokên xwe re deng dikin û li gor edetên xwe tevdigerin.
Xizan Şîlan, bi helbesta Kemana dil, Nuh Ateş, wergera çêrokeka almanî ji yên birayên Grimm a bi navê Hansê bextewar, Mûlla Evîndar, serborîyeka şivanekî bi sernivîsa Şivanekî cemêr „Ele Hecî“, Abdurrahman Benek, bernameçêkirekî me yî jêhatî di van demên dawî de çend rêzeprogram ji bo TRT-Kurdî li ser gundên Anatolîyê çêkirine û ji kovara Riataza re bi navê Kurdên Anatolîya Navîn kurtenivîseka nasandina kurdên Anatolîyê nivisîye.
Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev akademîsyen, profesor, serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê „Berbangê“ û serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan e. Zanayê edebîyata qazax û herwiha edebîyata kurdî ye. Birêz Kinyazê Îbrahîm bi du sernivîsan: Tesîra Abay Kûnanbayûlî li ser edebîyata kurdî û Ronakbîrê kurda yî mezin Barîyê Bala hem di warê edebîyata qazaxan û hem jî edebîyata kurdên me yên li Qazaxistanê heydar dike.
Seyfi Doğan, bi stîleka nû ya bêhed, bêsensûr û otosensûr, rexne û henekên bêtirs ku hîsên kesî naêşîne bi kurtenavê Qerfo kurtehelbest nivîsîne.
Nuh Ateş, bi sernivîsa Ji vir û ji wê -çend kurtenivîsBêrîvan Keskîn, bi helbesteka xwe, Fatoş Koyuncuer-Brunner, li ser xwarinên me yên berê bi sernivîsa Xwarinên kurdên Anatolîya Navîn, Ecevit Yıldırım, li ser lêkera kan bi sernivîsa „Karîn“ yan jî ‘’Kanîn’’, Adem Akat bi helbesta xwe ya bi navê Rojîya Evînê ev hejmara me dewlementir kirine.
Seyîdxan Anter kitêba Amed Tîgrîs a bi navê Dîcle û Ferat bi sernivîsa „Feyza me wek Nîl e, lê em Dicle û Ferat in“ dide nasîn.
Bi hêvîya ku ev hejmar jî bi dilê we be û em di demeka nêz de ji vê metirsîya sawa Covîd-19an xilas bibin, bimînin di xêr û xweşîyê de.
Hejmara 78an bixwîne