
Sala nû, dehsalên nû, hêviyên nû
Herçiqas ne li gor salnameya kurdî ya kevn be jî, me sala 2019an bi xwaşî û nexwaşîyên wê ve li pişt xwe hişt.
Di dehsalên bihurî de, li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li ser axa Kurdistanê gelek tişt qewimîn. Kêm û zêde wekî wan dehsalên derbasbûyî, li van dehsalên pêş me jî pir tişt ê bibin.
Salên 2010an: wê hingê li dunya yê çi xuya bû? Di van dehsalan de ji ber krîza aborî û koçberiya ji Afrika û Rojhilata Navîn hişt ku li Ewropayê partîyên rastgir û populîst pêl bi pêl pêşkevin û pêşketin jî.
Di van dehsalan de li seranserê cîhanê gelek tevgerên ji bo mafên mirovan, ji bo demokrasî û avhewayê li kolanan serî hildan.
Li Başûrê welêt referanduma dîrokî çêbû. Li Rojava bi krîza Surîyê re bajarên kurdan ji alîyê Tirkîyê ve hatin dagirkirin. Li Bakur dewleta tirk şaredarîyên hemû bajarên kurdan bi darê zorê ji destê kurdan girtin.
Li van deh salên li pêş me, hêvîyeka mezin ji bo serkeftina kurd û kurdistanîyan heye. Piştî serkeftîyên kurdan li hemberî hêzên dewleta îslamî li Başûr û Rojava, ji bo kurdan navekî baş çêbû. Ev serkeftin û berxwedana gelê kurd li seranserê dunyayê empatîyeka mezin peyda kirîye. Eger em wek kurd vê empatîyê baş bi kar bînin û li hev xwedî derkevin dê ev deh salên pêş me bibin salên serkeftina kurdan.
Di vê hejmara me ya Bîrnebûnê de birêz, Dr Mikaîlî li gor belgena meyên arşîva Serokwezerata Tirkiyê, bi sernivîsa Îskana kurdên şexbezenî (şêxbizin) li Anatolîyê qala îskana mecbûrî ya şêxbezenîyan li Anatolîyê bi pêşgotinekê li gel orijinala belge yan hem bi kurdî hem jî li gel zimanê orîjînal a osmanî amade kiriye. Bi vê re şexbizinîyên li min tiqa Heymanayê gund bi gund li gor eşîr û bawermendîya mezhebî şematîk hatine nivîsandin.
Di van salên dawîn de di warê sinemayê de derhênerên kurd berhemên balkêş amade kirine. Yek ji wan jî Samî Mermer e, ji gundê Qulto (Sağlık) ye. Gundê wî girêdayê Cîhanbeylîya Konyayê ye.
Hevkarê kovara me rojnameger Adem Özgür hevpeyvînek bi Samî Mermer ra kiriye. Di wê nasandin û sohbetê de agahdarîyên balkêş hem li ser jiyana derhênerê hêja Samî Mermer û hem jî li ser hunera wî ya lmî de hene.
Fikret Çeşmeli ji gundê Kozanlîyê 1975an de hatiye Swêdê. Kalikê Fikret di sala 1924an de ji Agiriyê (Qerekosê) koçberî Anatolîya Navîn dibe û li gundê Kozanliyê bi cih dibe. Bavê Fikret Muharrem jî di sala 1966an de ji bo kar tê Swêdê. Fikret di sala 2015an de bîranînên xwe bi swêdî nivisîye û wek kitêb bi navê Brinnande snö och torrt regn mellan två kulturer (Di navbera du çandan de berfa bipêt û barana ziwa) hatiye belavkirin. Birêz Rohat Alakom bi sernivîsa Bîranînên Fikret Çeşmeli hem ev kitêba daye nasandin û hem jî beşek ji vê bîranînê ya bi navê “Pîzexaneya Tommy” wergerandiye kurmancî.
İhsanTürkmen serpêhatîya Colo bi sernivîsa Colo-2 berdewam dike.
Birêz Xelle Girdê li ser eşîrên Încovê kurtenivîsek bi navê Malbata Toktamış Ateş nivisîye û bi çend wêneyên ji salên 19301970 di vê hejmarê de hatiye weşandin.
Rohat Mîran bi sernivîsa Zimanê min çawa ji ber destên min çû? balê dikişîne ser girîngîya zimanê dê. Di vê kurtebîranîna xwe ya dema destpêka dibistanê de, bahs dike ka çi bi serê wî û zimanê wî de hatîye. Di vê nivisê de piranîya kurdan dikarin xwe bi hêsanî tê de bibînin.
Xalit Temlî yek ji şagirdên Seyid Alp e ku dibistana mamosteyî li Kirşehirê xwendiye. Bi sernivîsa Ew di şevên tarî de stêrka sibê bû bîranînên xwe yên wê wextê nivisîye û bi çend wêneyan ve xemilandîye.
Ecevit Yıldırım bi kurteçîroka xwe ya bi navê Reşo-3 di vê hejmarê de berdewam e.
Rûjhat Esîman bi kurdîya şêx bizinî nivîseka rexneyî û dîtinên xwe bi navê Kurdîzwanî û kultûrmendî nivisîye.
Hizir Akbina li ser meslega şofêrî yê lêkolînek bi navê Şofêrên berê yên alîyê me bi çend wêneyên kevn ve amade kiriye û ji bo lêkolîna xwe bi Hacî Yusuf Îlhan re jî sohbetek kiriye.
Fatos Koyuncuer Brunner bi sernivîsa Tiştên ku winda dibin – Dawetên berê, balê dikişîne ser edetên zewac û dawetên me ka çing hatine guhartin.
Nuh Ateş, bi sernivîsa xwe ya Ji vir û ji wê, Mulla Evîndar bi çarînên xwe, Sey Doğan bi kurtehelbestên xwe yên bi navê Quto, Berîvan Keskin, Abdulbaki Xalisinan, Mem Xelîkan bi helbestên xwe ev hejmara dewlementir kirine.
Nuh Ateş çîrokeke almanî ji yên Grîmm a bi navê Kumsorik ji bo dîyarîya şagirtên dersa kurdî û mamosteyên wan li bajarê SchweinfurtêAlmanyayê bi taybetî ji bo wan ji almanî wergerandiye kurdî.
Xwendevanên bi rûmet, dema me ev hejmara amade dikir li Elezîzê (Xerpêt) zelzele bû, mirî û malwêranî dîsan di ser însanên me de hat li vê zivistanê!
Em ji malbatên mirîyan re dibên: serê we sax be û êşa we ya me ye.
Hejmara 76an bixwîne