
Xwendevanên delal, em dîsan bi dilekî şikeştî bi hev re ne. Di vê demsala payîza ku em ber bi zivistanê ve diçin, însanên me li Rojavayê Kurdistanê dane ber devê topan, ji mal û warê xwe derbeder bûne.
Ev salên dawî li kuderê kurd bûne xwedîyê hinek destkeftîyan, li wir bûne hedefa dagirkeran. Li Bakur piranîya şaredarîyên bajarên kurdan dema ketin destê kurdan, dewletê tamûl nekir, bi darê zorê dest da ser şaredarîyan.
Li Başûr referandûm çêbû ji sedî 92ê erê kirin, dîsan bi serkêşîya dewleta tirkan ereb û farisan êrîşê Kerkûkê kirin û qebûl nekirin.
Li Rojava ev çend sal in rê- veberiya wir ketîye destê kurdan dîsan dewleta tirk tamûl nekir, siftê êrîşeka pir dijwar bi rêya heval- bendên xwe yên wek Dewleta Îslamî anîn ser bajarê Kobanê, dûre Efrîn û niha jî seranserê Rojavayê dane ber topan!
Armanca dewleta tirk di vê êrîşa hovane de ev e ku kurd nebin xwedî tu statûyê û ji bo wê jî dix- wazin demografîya Kurdistanê xira bikin!
Em hêvî dikin rewş bi aqlêselîm çareser bibe û di zûtîrîn demê de ev kuştin û malwêranîya li Rojava bê sekinandin! Dilê me her ji bo Roja- va lêdide!
Xwendevanên birêz, di vê hejmarê de Dr. Mikaîlî bi sernivîsa Îskana kurdên reşî li gor belgenameyên arşîva serokwezerata Tirkîyê yên dema osmanîyan bi pêşgotinekê wergera belgenameyan bi kurdî, tirkî û li gel orîjînala osmanî bi tîpên latînî amade kiriye.
Birêz Nuh Ateş, di quncika bi navê Ji vir û wê çend kurtenivîsên balkêş ji bîranînên xwe yên civakî, sosyal û çend nimûneyên înkarî, bêtehemûlî û nîjatperestîyê nivîsîye.
Hevpeyvînek bi Şîlan Yaşarê re bi sernivîsa Sohbetek bi Şîlana Mala Emer re hatiye kirin. Şîlan bi xwe ji Heymaneyê ye. Di dema cuntaya 1980î de pîştî ku ji hepsê derdikeve berî xwe dide Başûr û dixwaze bibe pêşmerge. Di vê hevpeyvînê de Şîlan li gel serpêhatîyên xwe rewşa berî cuntaya 1980î jî şirove dike.
Birêz H. D. Tutak bi sernivîsa 1840-1844 ji Hilkeçikê ber bi Qandîlê, ji arşîva serokwezerata Tirkîyê di belgenameyên osmanîyan de defterên kurdên Hilkeçikê yên nufûsa derheqê malbatan de wergerandîye kurdî û ligel orijînala belgeyan bo kovara med amade kiriye.
Rohat Alakom bi lêkolînên xwe yên li ser dîroka koçberîya kurdan tê nasîn û xebatên lêkolînên hêja kiriye û heta niha bi dehan kitêbên li ser koçberîya kurdan bi kurdî, swêdî û tirkî nivîsîne. Di vê hejmarê de dîsan lêkolîneka bi navê Mîrza Seîd, kurdê yekem li Swêdê (1893) nivîsîye.
Yildiz Karagoz, bi Sernivîsa Serkeftin azadî ye, Îhsan Türkmen bi rêze nivîsa Colo, Xizan Şîlan bi helbesta xwe ya Şadiyê dirêsim,Rûjhat Esîman bi devoka şêxbizinî Varan Mûlla Evîndar bi du helbes- tên xwe, Seyfî Dogan bi navê Quto kurtehelbestên nû û Mehtap Îdelî bi berhevkirina Çend peyv û gotinên me ev hejmara ji alîyê edebî û ziman de dewlementir kirine. Yusuf Kaynak, bi navê Guldesteyek ji edebîyata cîhanê kitêbek nivîsîye. Ji bo Bîrnebûnê bahs kirîye ku wî ev berhem çawa û ji bo çi nivîsîye.
Heta hejmara bê bimînin di xêr û xweşîyê de!
Hejmara 75an bixwîne