
Hilbijartinên şaredariyan li seranserê Turkîyê û li bakurê Kurdistanê di 31ê adarê de çêbûn.
AKP, ji 2002an ve ku desthilatdariya Turkiyê girtiye destê xwe. Di van du hilbijartinên dawî da bi hevbendîya partiya neteweperest MHPê dîsa karibû ji %51dengan werbigirê. Di vê hilbijartinê de AKPê li Îzmir, Îstanbul û Ankarayê nikaribû desthilatdariya şaderedarîyan werbigirê. Li piranîya şaredariyên bajarên kurdan HDPê karibû bi ser keve. Li Dêrsimê cara yekê ye ku namzedê TKPê, Fatih Mehmet Maçoğlu bû serokê şaredariyê.
Li bajarên Kurdistanê her çiqas zordarî û bêedeletî hebû jî hilbijêrên kurd piranî dengên xwe ji bo nasnameya xwe dan! Di nav kurdên Anatoliya Navîn de jî tendeseka weng çêbûye.
Li piranîya welatên Ewropayê di hilbijartinên îsal de partiyên nîjadperest-populîst dengên xwe zêde kirin. Yek ji sedemên pêşketina van partîyan ev e; ji Rojhilata Navîn koçberîyeka girseyî di van deh salên dawî de çêbû. Bi hatina van koçberan pirsa bi cî û war bûyîn, kar peyda kirin û entegrebûyînê de pirsgirekên mezin bi xwe re anîn. Ev partiyên nîjadperest van pirsgirêkan ji bo propaganda xwe bi kar tînin. Sebeba piranîya van pirsgirêkên entegrebûyînê
jî hem ji aliyê welatên ku koçberan werdigrên û hem jî ji alîyê koçberan bi xwe ve derdikevine holê.
Ew welatên ku piranîya koçberan wergirtine divê kanûn, nîzam û destûrên xwe bo herkesî bi kar bînin. Koçberên ku tên Ewropayê jî divê li gor destûra van welatan tevbigerin.
Şer û bêedeletiya ku li wan welatên ji aliyê aborî, zanist û teknîkê de paşde mane hêdî nikarin pirsgirekên hemwelatîyên xwe çareser bikin û ev jî dibe sebeb ku însan li cî û warên nû bigerin bo pêşeroja xwe!
Niha li seranserê welatên Ewropayê pirçandî û pirzimanî rastîyek e. Pirrengîyeke derketîye holê. Wê jî bi xwe re bixwaze an nexwaze hinek pirsgirêk anîne.
Yek ji mafên hemwelatêyên welatên Ewropayê ya bingehîn mafê nasname û azadîyê ye. Helbet ev nê wê manê ku kî çi bixwaze li gor dilê xwe dikare bike!
Mafê herkesî heye ku nasnameya xwe, ziman û çanda xwe bizane û pêş ve bibe. Herwiha ziman û çanda wî welatî ku lê dijî, bizanibe di nav civata pirçandî de cîyê xwe bigirê û entegre bibe.
Ji wan koçberên ku van salên dawî hatine û li welatên Ewropayê belavbûne, hinek ji wan bi navê dîn û bawermendîyê xwe bi rêxistînî kirine û dixwazin li gor bîrûbawerîyên xwe li nav van koçberan sîyaset û propanda xwe berdewam bikin. Ev jî rê li ber entegrebûna koçberan digirê û herwiha dibe sebebên pirsgirêkan. Bîrûbawermendî tîştekî pir şexsî ye! Li welatên pêşketî kes nikare bîrûbawermendîya xwe li ser yekî din ferz bike!
Li van welatên Ewropayê ji bo me kurdan pir îmkan û derfet hene ku em bikaribin hem zimanê xwe fêr bibin û hem jî nasnameya xwe bizanibin û di nav vê civata pirrengî de ciyê xwe yê rast bigirên bê ku bikevin bin tesîra hinekên din wek, ereb, fars û tirk!
Hezkirên kovara Bîrnebûnê, di vê hejmarê de dîsan nivîsên lêkolînî, belgename, çîrok, serpêhatî, pekenokî û folklorîk hene. Ji van hinek:
Muzaffer Özgür, bi sernivîsa Rêwîtîya dirêj û bi êş, li ser cîvîna hevkarên Bîrnebûnê ya îsal û galaya belgefilmê Hevalê bargiran-Dr. Nebî Kesen nivisîye.
Dr Mîkaîlî ji arşîva Serokwezereta Tirkîyê (T.C. Başbakanlık Arşivleri Genel Müdürlüğü) derheqê Îskana kudan li Anatoliyê belgename peyda kirine û herwiha bi şiroveyeka xwe, hinek ji van belgenameyana ji zimanê osmanî daye wergerandin û li gel çend orijînalên belgenameya bi sernivîsa Îskana kurdan li Anatoliyê amade kiriye.
Tîştê herî balkêş ê van belgenameyên ji arşîva Turkîyê ev e; bi tarîx em niha dizanin ku kengê kurdên me hatine Anatoliyayê.
Adem Özgür, hevpeyvînek bi Ali Duran Topuz re li ser kitêba wî ya bi navî Rû û kûr ku bi devoka Qoçgîrîyê hatiye nivîsandin, kiriye.
Arvîn Berchemî, bi navê Bêhna bêrîkirênê kurteçîrokek, Yıldız Karagözê bi navê Zozan bêbask ma, Berîvan Keskinê du helbest, Nuh Ateş bi berdewamîya Gotinên çê, Mulla Evîndar du çîrok, yek bi navê Şivan, ya din bi navê Hesp çêkir, Hizir Akbîna pêkenok, Seyfi Dogan li gel sê helbesta bi navê Quto şêweya şîîra Haîku ya japonî şirove kiriye.
Mehtap Îdelî bi sernivîsa Çend peyv û gotinên me ferhengokek amade kiriye. Me heta herfa Şyê di vê hejmarê de belav kiriye. Berdewamîya fergengokê dê di hejmara bê de bê weşandin. Di vê ferhengokê de pir gotinên ku li ber windabûyînê ne hatine berhev kirin.
Amed Tîgrîs kitêba Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê bi çend başî û şaşiyên vê şirove kiriye. Zekî Ozmen û Perin M Esmerogluyê kitêba Li benda keskesorê dane nasandin. Perin M. Esmeroglu li vê kitêbê hûr û kûr bûye û bi zimanekî xweş naveroka kitêbê daye nasandin.
Bi hêvîya havîneka xweş, bimînin di xêr û xweşîyê de heta hejmara bê!
Hejmara 74an bixwîne