
Piştî havîneka pir germ û geş em dîsan bi we re ne. Ji bo piranîya kurdên me, ev sê mehên havînê ji alîyê jîyana cîvakî de, hem bi hêvîyên dilşad û bextewarîyê ve û hem jî bi bûyerên xemgînî derbas dibin. Piranîya însanên me yên Antoliyayê li welatên Ewropayê belavbûne, di mehên havînê de ji bo serlêdanên malbatên xwe, cih û warên dê, bav, kal û pîrên xwe bibînin, diçin welêt. Serlêdana dilkeştîyên xwe dikin. Li dawet û şenawîyên nas û malbatên xwe de tên dîtin. Li gundên Anatoliyayê di van mehan de jîyan jinûve geş dibe.
Ev kes û malbatên ku havîneka dilşad û germ derbaskirin, herçiqas em bi xwe li nav nehatin dîtin jî dilşahîya wan dilşahîya me jî bû. Di heman wextê de gelek kes jî dilkeştî bûn. Em li vira, bi navê hevkarên Bîrnebûnê, ji ew kes û malbatên dilkeştî re dibên; bila serê we sax be! Eş û xemgînîya we ya me ye jî. Ji nav hevkar û alîgirên Bîrnebûnê, Yusuf Polat, Îbrahîm Yildirim û Hecî Erdogan, her sê hevalan mixabin dayîkên xwe li vê havînê de wenda kirin. Bila serê wan sax be.
Xwendevanên bi rûmet, ev hejmara jî wek hejmarên berê bi nivîsên ji pênûsên cuda, yên lêkolînî, serpêhatî, edebî, helbest û hevpeyvînên balkêş ve hatîye dagirtin. Di destpêka havîna pêşîn de li Almanyayê konferansek bi avê „Asimîlasyon û Kurdên Anatolîya
Navîn“ çê bibû. Ji konferansîyerên vê civînê, Prof. Dr. Hacî Akman, Dr. Sharo I Garip û Doç. Dr. Osman Aytar gotarên xwe ji me ra şandin. Mala wan ava! Hûn ê lêkolînên van her sê havalan di vê hejmarê de bi sernivîsên Parastina nasnameya kurd û asimîlasyona wê ji Haci Akman, Eqlê protez û xwedagirkerî (Self-colonization) ji Sharo I Garib û Di şertên globalîzma îroyîn de kurd: Vîzyon, derfet û astengî ji Osman Aytar bibînin.
Karim Najar, helbesteka ji devoka Zaxo ji me ra nivîsîye. Ji bo ku xwendevanên me kurmancîya ji devera Behdînan jî bibînin me di vê hejmarê de bi sernîvîsa Were keko to bo şir î… helbestek weşand.
Memê Mala Hine bi sernivîsa Bi çavê kovara Kürt Tarihi kurdên Anatolyayê, hejmara 33an a vê kovara şirove dike.
Mehmet Tewfik Demir ji gundê Hecîlera, dema cunta 1980î wek girtîyekî sîyasî di hepisxaneya Diyarbekirê de mabû. Hûn ê di vê hejmarê de serpêhatî û bîranînên wî bixwînin.
Em ji hevkarên me yên nû, Sharo I Garîp, Andullah Şahîn, Arvîn Berçemî, Yildiz Karagöz û Osman Aytar re dibên; hûn her bi xêr hatin û mala we ava ji bo ev hevkariya we!
Bi hêvîya ku ev hejmar jî li gor dilê we be, bimînin di xêr û xweşîyê de heta hejmara bê!