Li Stockholmê bi bejdarîya koma hev karên kovarê, nivîskar, xwendevan, dost û hezkiriyên kovarê di 7ê
payîza navîna 2017an de, li restauranga Parabolenê bi şahîyekê hat pîroz kirin.
Rojek berî şahîyê ji koma hevkarên kovarê, Waqfa Kurdên Anatoliya Navîn li Swêdê, Komela Ziman li Almanyayê endam û piştgirên kovarê bejdarî civîna li geştîyê bûn.
Ji Swêdê; Sey Doğan, Hamid At maca, Ali Ciftci, Peppiina Ciftci, Mecit Cifci, Fadime Cifci, Ali Coşar, Harun Çoşar û Hesenê Metê, ji Almanyayê; Muza er Özgür, Kadriye Özgür, Dr. Fikret Yildiz, Sennur Yildiz, Nurten Kaya, Mehmet Kaya, Zînê Berbu Kaya, Vahit Duran, Suna Duran, İhsan Türk men, Selma OğuzTürkmen, Hiva Dila Türkmen, Nuh Ateş, Serpil Ateş, Ayşegül Kısabacak, Hasan Kısabacak û Mustafa Mix, ji Norvecê; Huseyin Kişniş, ji Îsviçrê; Mehtab Îdelî, Vehbî Özden, Yusuf Polat, Hatice Polat, ji Danimarqê jî Osman Çiftçi, Emîne Çiftçi rojek berê şahîya bîstsalîya ko varê, ji bo civîna salane, li geştiya ku dice Finlandayê de gereka li ser behrê hat kirin. Wek koma malbatekê bi hev re sohbet hatin kirin û herwiha civîna salane jî pekhat.

Rêvîtîya ber bi geştîya Fînlandayê…
Ji bo civîna salane, di geştîya Birka Cruises de, salona bi navê Stockholm ku bi wêneyên ji Stockholmê ve xemilandî, hatibû veqetandin. Civîn ji alîyê Seyfî Doğan ve hat meşandin. Di civînê de hem li ser rewşa kurdên Anatoliyê û bi taybetî jî li derveyî welêt rewza ziman û entegrebûnê hat deng kirin. Bejdarên civînê li ser weşana kovarê deng kirin.
Şeva pîrozbahîya bîstsalîya Bîrne bûnê bi pêşkeşkirina Muzaffer Özgür ve destpêkir.

Pêşkeşkirina xebatên bîst salên kovarê ku ji alîyê Muzaffer ve hatibû amade kirin wek wênevîzyon hat nîşandan
Li ser navê koma hevkarên Bîrne bûnê birêz Nuh Ateş xêrhatina mêvana kir û gotara pîrozbahîya bo bîstsalîya kovarê pêşkeş kir. Piştre ji kovara Vatê Îhsan Espar, ji Kitêpxaneya kurdî New zad Hîrorî, ji Federasyona Komelên Kurd li Swêdê Keya Îzol, Ji PKAN-E yê Yusuf Özden, ji PAKê Mumtaz Aydin, li sernavê KNKê Karwan Saîd û ji nivis karên mêvan Rohat Alakom, Mahmud Lewendî û Hesenê Metê peyamên xwe yên pîrozbahîyê dan.

Şahî bi xwarin, vexwarin, govend û muzika kurdî berdewam kir. Bi bej darêya Dr. Serdar Budak, ji serhedê bi deng û awaza Ercan Aras, Meh med Kaya, û Sîdar Yigit şeveka bi kêf û ken, bi mêvanên ku hatibûn re, heta derengîya şevê govend hat kişandin, wek malbatî.
Wêneyên vê nivîsê yên pîrozbahîyê ji alîyê Hacî Kardoxî ve hatine girtin.

Ercan Aras di sala 1974 an de li gundê Gelî, Qereyaziyê hate dinê.
Zaroktîya wî di nava kilam û çan da kurdî ya dengbêjîyê de derbas bû. Dema ku diçu çiyayê ber tarişên xwe, dengê xwe hildida û kilam digo tin. Tenêbûn û zehmetîyên çîyê, bi alîkarîya kilaman hêsan dibûn. Kila man dilovanîyeke mezin dikire dilê wî û êvar bi serda danî.
Bi rastî gelek zarokên kurdan bi vî awayî hîmê kilaman dibin. Kilaman ji xwe re dikin heval û li çol û beyana seb ra xwe pê tînin. Ji ber wî jî, dema meriv diçe çolên Kurdistanê, ji her newalekî, ji her zozanekî dengê kilamên zaro kan tên. Dengên wan yên qulingî çîya dixemilînin.
Pey hatina Swêd Ercan di zanîngeha Uppsala de zimanzanistî, sîyasetzanistî û rojnamevanî xwendîye. Lê ewî wek tradîsîyoneke di malbatê de, dev ji kilam û çanda kurdî bernedaye. Her waha ewî di vî warî de lêkolîn kirîye û gelek kilamên kurdi beref kiriye. Di he man deman de ewî bi gelek dengbêjan re têkilî danîye û li ser jîyana wan û kilamên wan agahdarî berhev kirîye.

Li gor Ercan, kilam û dengbêjîya kurdî bingeha çand û kultura kurdî ye. Ji bo ku meriv bikaribe di yalê çandê de berhemên baş û orijînal derxe holê, hayedarbûna kilama kurdî mecbûrî ye. Yekî ku haya wî ji kilama kurdî nebe, wek nimûne, nikare romaneke kurdî ya baş derxe holê, yan jî lîstikeke tîyatroyê ya orjînal çê bike. Ji ber wî jî, kilama kurdî gere baştir were nasandin û bi awayekî hur were lêkolandin.
Li gor Ercan, di standartkirina kurdîya nivîskî de jî, gere kurdîya di kilaman de rola xwe bileyîze. Ji ber ku kurdîyeke gelek hêsan û edebî di kilamê de heye ku hin jî bi awayekî baş li ser nehatîye sekinandin.
Wek nimune ji bo wê kurdîya xweş, çend rêzge ji kilameke dengbêj Reso:
Dilber;
Çavê te reş in, reşbela ne,
Kilê sibhanê di binê kofîyê de bûn derman e,
Gelek camêran ji bo wan çavan jinê xwe berdane, Dilo yeman yar yar…
Dilber,
Te çav reşê, birî girê,
Te sing sipîyê wek belekîyên berfê
li etega çiyayê Qongirê,
Bira meriv kuştîyê mêran be, girtîyê hebsan be, lê nekeve tora(defika) te te gawirê,
Dilo yeman yar yar…