Ji ber ev pêşdeçûyînên li Başûrê welêt di destpêka payîza pêşîn a 2017an de em gelek omîdwar bûbûn. Lê di eynî wextê de metirsîyek jî hebû ku Rojava û kurd li wir di navbera lîstikên hêzên Rusya û DYA de ne.
Pîştî referanduma li Başûr ku bi rêjeya ji sedî 92an zêdetir hat erêkirin, dijminên kurdan, welatên dagirker û bi taybetî jî Tirkîyê, bi serokatiya Recep Tayip Erdogan ji encama referandumê pir tirsîyan. Wek ku har bibin, ji deriyê welatekî xwe havêtin deriyê welatekî din daku ev destkeftin û pêşketina gelê kurd têk bibin. Bi hezar dek û dolaban êrîş birin ser erdê kurdan. Ev êrîşên ho vane hem li bakur, hem jî li başûr û ro java pêk anîn.
Sala 2014an bi alîkariya Tirkîyê çe teyên DAÎŞê li Rojava avêten ser bajarê Kobanê. Bi êrîşên hovane ev bajar hat xirab kirin û kurd li ser erdê xwe derbe der bûn. Bi berxwedaneka kahramanî keçên kurdan di şerê li dijî vê wehşeta bêhempa li dunyayê navûdeng dan!
16 payîza navîn a sala 2017an hêzên Iraqê û Heşda Şeibî bi alîkariya Îran û Tirkîyê êrîşê Kerkûkê kirin. Deverên ku ji 2013an ve ketibûn bin destê kur dan, mixabin bêyî berxwedan ketin bin kontrola Iraq û Heşda Şeibî. Heşda 4 bîrnebûn
Şeibîya ku rêxistineka wek DAÎŞê ye û rasterast girêdayî Îranê ye!…
Aniha jî Efrîna rengîn bûye hedefa bombebaranên Tirkîyê. Tirkîye ji sê alîyan ve ev zêdeyê heftekî ye herêma Efrînê hem ji hewa û hem jî li ser erdê êrîş dike. Di vê serma zivistanê de xelkê me dîsan li ser axa xwe derbeder bûye!…
Efrîn herêmeka bi nîştecîhên xwe yên ji sedî sed kurd û kurdperwer ciyekî herî aram bû heta niha. Herwi ha ji aliyê zengîniya rêcberî, çandînî û bi darên xwe yên zeytûnan jî herêmeka dewlemend e.
Xelkê Efrînê jî dê her wekî yê Kobanê, li dij van êrîşên dewleta tirk li ber xwe bide, dê nehêle dewleta tirk li Efrînê bi ser keve. Herçiqas şerekî bê pîvan be jî dê kurd dîsan kahremaniya xwe ji dunyayê re bidin xuyakirin. Ji bo vê divê li her derê kurd li dijî vê êrîşa dewleta tirk dengê xwe bilind bi kin û piştevaniya xuşk û birayên xwe yên Efrînê bikin.
Mixabin, herçiqas raya giştî ya dun yayê piştî şerê kurdan li dijî DAIŞê li tevayiya welatên Ewropayê bo kurdan pozîtif be jî, welatên wek DYA, YE û Rusya li hember van êrîşên dewleta tirk ji ber berjewendiyên xwe bêdeng man!
Gotina ku dibêje: “Ji bilî çiyan tu dostên kurdan tunene.” dîsan aktualîze bû. Erê, ev gotin dibe ku ji aliyê hi nek “dostên” kurdan ve bo kurdan hatibe gotin, lê dîsan jî divê xelkê me omêda xwe bi gotinan neşikînin. Ji ber ku ew destkevtiyên ji destpêka 1990î, 2003an û 2014an ne hindik bûn! Lê sîyaseta hêzên me yên sereke baş nikarîbûn analîz bikin û bi kar bînin!
Bûyerên vê dawiyê jî pir rind da xuyakirin ku ji ber tunebûna yekîtîyeka netewî di navbera hêzên sîyasî de, nebûna stratejîyeka netewî ya partiyên kurdan, rê li ber êrîşên dijminên kur dan vedike.
Em careka din bûn şahîdê vê rasti ya me ya kambax ku bi sedan salan e, xelkê me yê mazlûm jê xilas nebûye!…
Dawiya sala 2017an û destpêka 2018an bo me kurdan bi xem bû! Lê hêviyên me jî hîn xurtir dibin. Ev dijminatiya cîranên me dê me nêzîkî hev bike û di dilê her kurdekî de hestên niştimanperwerî xurtir bike. Kurd dê bi serkevin!
Di vê hejmarê de li ser pîrozkirina bîstsaliya kovarê, peyamên pîrozba hiyê, hekat, kurteçîrok, helbest, kilam, pêkenok, serpêhatî, bîranîn, hevpeyvîn, dîrok, gramera kurmancî, perwerdeya zimanê dayikê û rewşa dersên kurdî li Almanyayê nivîsên lêkolînî yên hêja û balkêş hene.
Bi hêviya serkeftina xelkê me, li Bakur, li Başûr, li Rojhilat û Rojava em sala 2018an li we pîroz dikin.