Di arifeya referanduma ku dê li başûrê welêt di 25ê payîza pêşîn de bibe ev
hejmar bi pîrozbahiyên bîstsaliya kovara Bîrnebûnê derdikeve. Erê, bîst sal berê, birêz Hecî Erdoğan bi daxûyaniyeka ku di rojnameya Özgür Politikayê de belav kir gaveka pîroz avêt! Em li vir careka din ev keda wî ya destpêkê bi vê munasebeta salvegara bîstsaliya kovarê bi bîr tînin û dibên; Hecî tu her hebî û ev gava te ya dîrokî her pîroz be!
Di van bîst salan de bi harmoniya di nav hevkarên kovarê û bi pîştevaniya hevalbend, dost û nivîskarên kurd ev karê hevbeş hat kirin. Ez ê nikaribim navên giştikan li vir rêz bikim. Lê dîsan jî divê hinek navan bi bîra xwendevanên kovarê bînim.
Ji destpêkê de hem bi pênûs û hem jî bi firça xwe, Bekir Dari kedeka xwe ya mezin di nav hejmarên kovarê de heye. Ji derveyî koma hevkarên kovarê, Mehmed Bayrak, Altun Başaran, Rohat Alakom, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Seyîdxan Anter, Fawaz Husên, Amed Tîgrîs, H. Hüseyîn Denîz, Hecî Akman, Adem Özgür û bi sedan kesên din keda wan li ser Bîrnebûnê heye û ew her hebin!…
Ji bo pîrozbahiya bîstsaliya kovarê di vê hejmarê de ji hevkar, nivîskar, hevalbend û xwendevanên kovarê bi dîtin û bîranînên xwe ev bîst salên kovarê bi pêşniyarên hêja şirove kirine, mala wan hemûyan ava!
Bi hêviya ku em bikaribin jiyana kovarê dirêjtir û naveroka wê xurtir bikin, bîstsaliya kovarê li we hemû hevkar, pîştgir û xwendevanên kovarê pîroz be!
Li seranserê welêt û li diasporayê kurd bi kelecaneka hesreta sedsalan li benda encama referanduma ku dê li başûrê welêt di 25ê payîza pêşîn de ne.
Kurdistan cara yekem di 1639an de di navbera împaratoriyên faris och osmaniyan de û dûra piştî şerê cihanê yê yekem di navbeyna Tirkîyê, Îran, Iraq û Sûrîyê de hat parçekirin. Di van herdu şeran de jî sozên azadî û serxwebûnê dabûn kurdan, lê kurd her hatin xapandin.
Îro jî li ser axa Kurdistanê ji ber berjewendiyên gelek welat û hêzan li dijî referanduma serxwebûna başûrê welêt Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye bi tehdîtwarî sekinîne.
Kurdan ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pir bedelên giran dane Serxwebûna başûrê welêt ê rêya azadî û serxebûnê li hersê parçeyên din ên welêt veke. Û eva dê bextîyarî û nasnameyeka netewî di nav kurdên Anatoliyê de jî bi hêztir bike û baweriyeka xurt li cem wan peyda bike.
Bi hêviya ku rojek ji rojên ne dûr ev referanduma li başûrê welêt bibe nesîbe bakûrê welêt û kurdên Anatoliya Navîn jî, referanduma 25ê payîza pêşîn li gelê me pîroz be!