Bihar wek destpêka jîyanê jî tê binavkirin, ji ber bi destpêka biharê re li ser rûyê dunê, her tiştê ku jîyan tê
de hebe; xweza, darûber xwe ji nû ve direngînin, kulîlk bi rengên nu hêvîyeka xweş û geş didin jîyanê.
Kurd di bihara pêşîn de, bi hati- na Newrozê re biharê wek destpêka jîyaneka nû pîroz dikin. Li gel vê şahîyê mixabin, rojên me yên xemgînîyê jî dîsan di destpêka biharê, di mehên adar û nîsanê de hene ku divê em wek kurd hersal bi bîr bînin! Wek 16ê adarê, roja Helebcê, 14ê nîsanê, En- fala kurdên me yên başûr, 22ê nîsanê bi qirkirina ermenîyan re kuştin û malwêraniya kurdên me yên êzîdî û di vê dawîyê de jî Şingal, Şirnex, Ciz- re, Lîcê u.h.d. hêjî kuştin, malwêranî, pênaberî û derbederî ji ber derîyê kur- dan neçûye!
Ev hemû zilm û zordariya ku li ser erdê me dibe jiber bêtoleransîya nîjadên wek ereb û tirkan tê ku tahamûla wan ji tu bîrûbaweriyên din re tuneye! Di van salên dawî de bi rêxistinên radîkal ên îslamî, jîyan li Rojhilata Navîn tarûmar kirin û bi wê jî neman dewleta tirka ew komên radîkal li Suriyê û li Iraqê li hember kurdan pir bi kar anîn. Niha jî dîtin ku ew bi wê jî bi ser neketin di van rojan de bi balafirên bê insan erdê kurdan li rojava û başûr bombebaran dikin. Dixwazin van destkevtiyên kur- dan têk bibin. Bi van êrîşên hovane dijmînîya xwe ya li hember kurdan pir vekirî nîşan didin.
Îro, kurd li cîhanê di rojevê de ne. Li seranserê cihanê dewlet û milet ne- ma ne ku dostaniya kurdan nekin ji derveyî cîranên kurdan; tirk, ereb û fa- ris! Ji nav wan yê pir eşkere dijmintîyê dike û bêtoleransîya xwe nîşan dide dewleta Tirkîyê ye.
Li Tirkîyê referenduma ku di 16ê nîsanê de di rewşeka awerte ya mercên newekhev de bû bi rêjeyeka pir hindik, partiya AKPê û alîgirên „Erê“ ji sedî 51.4 wegirtin û bi vê re demokrasiya ku bi nav hebû jî bi hilbijartinê ji holê rakirin. Di vê referandumê de tiştê bo me giring ew bû ku li bajarên sereke yên Kurdistanê di vê rewşa dijwar de jî dîsan nerazîbûna xwe bi rêjeyeka bilindnîşandan.Lêlinavkurdênme yên Anatoliyayê metirsiya ku hebû pir vekirî xuya kir. Li gor hilbijartinên berê em dibînin ku xelkê me nikaribû bi raya xwe ya azad herin ser sandiqan. Ji me- tirsiya ku dê rastî êrîşên nîjatperestiya tirkan bibin, piranîyê gotin „erê“.
Tenê bi kurdî
Di kombûna hevkarên Bîrnebûnê yên li Darmstadtê, di 18.02.2017an de biryar hat girtin ku zimanê kovarê û weşanên li ser înternetê, wek medya civakî û mal- perê tenê bi kurdî be. Birêz Seyfî Doğan bi sernivîsa Civîna Birnebûnê li Darm- adê li ser kombûna hevkarên Bîrnebûnê nivisîye.
Ew kesên ku kovarê dişopînin û dixwînin, dibînin ku ji destpêkê heta niha, sal bi sal kurdî zêde bûye, heta van salên dawî piranîya hejmaran tenê bi zimanê kurdî hatine weşandin. Ev helbet hem dax- wez û hem jî hewildanek bû. Ji ber herçiqas îmkanên fêrbûn, pêşxêstin û parastina zimên zêde bûye jî di eynê wextê de têkçûn û asîmîlasyon û heta dereceyekê tirkîbûn jî di nav kurdên Anatoliyê de zêde bûye. Em vê rastîyê, rojane li ser medya civakî, di şîn û şahîyên xwe de dibînin û dijîn! Nimûneyeka biçûk: rojane her kurdekî ji Anatolîya Navîn dikare li ser facebookê vê nimûneyê bibîne. Niha bûye edet, her cara ku şîn an jî şahîyek dibe însanên me bi rêya facebookê ji hev re peyamên dilşikeştîyê an dilşahîyê dişînin. Ew peyam ji sedî 99ên wan bi zimanê tîrkî ne.
Birêz Memê Mala Hine bi sernivîsa
Asîmîlasyon û rewşa zimanê kurdî li nav kurdên Anatolyayê ev metirsiya ku li jor min bi tirkbûnê bi nav kiriye, wî bi berfirehî şirove kiriye.
Ev hejmar jî dîsan bi nivîsên lêkolînî yên li ser dîrokê, ziman û folklorê û herwiha serpêhatî, yaranî û helbestan ve hatiye dagirtin.
Birêz Têymûrê Xelîl bi sernivîsa
Gelkujîya ermenîyan gelkujîya êzdîyan jî bû bi têbînîyeka balkêş dest avêtîye bîrîneka kur ku bi salan e li ser pir ne- hatiye nivîsandin. Nemaze bi qirkirina ermenîyan re qirkirina kurdên me yên êzîdî û yên din ên wek „gayrî muslîm“ hatine binavkirin, ji alîyê dewleta tirkan ve sîstematîk ji 1915an heta 1922an ew kuştin berdeawam bûn. Ji ber êrîşên ku niha dîsan bi eynê dîtina wê demê, li ser kurdên me tê kirin, ev têbînîya birêz Têymûrê Xelîl gîrîng e ku bê rojevê.
Û yek ji musîbetên bihara îsal jî ew bû ku Dr. Helin Burkay di bûyereka trafîkê de ji alîyê du kesên beredayê de can da. Ji ber vê bûyerê hemû kurdên Swêdê, heval û dostên wê yên din xemgîn kir.
Dema me ev hejmara kovarê bo çapê amade dikir, dîsan bi xe- bereke mirinê, em xemgînî bûn; Efe Özcan, gundîyê min, heval û welatparêzê hêja ji ber nexweşîyeka dûr û dirêj wefat kir. Em li vir ji malbatên Helîn Burkay û Efe Öz- can re dibên; serê we sax be!
Lê dîsa jî bila bihara we bi xêr be.