Referendum li gelê Kurd pîroz be!
Îro li ser rûyê vê dunyayê xelkê herî mezin kurd in ku bêyî dewlet mane.
Kurdan ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pir bedelên giran dane, derbider bûne û ev pêvajo mixabin hîn jî berdewam e.
Referanduma ku dê başûrê welêt di 25ê payîza pêşîn de bibe, em pir pê dilssa ne û me hêvî heye.
Ev deskeftin û serkeftin ji bo me hemû kurdan e.
Û eva dê bextiyarî û nasnameyeka netewî di nav kurdên Anatoliyê de jî bi hêztir bike û baweriyeka xurt li cem wan peyda bike.
Xelkê kurd ê bi vê yekê pir û pir serbilind bibe.
Koma hevkarên kovara Bîrnebûnê
Waqfa kurdên Anatoliya Navîn li Swêdê
Komela Ziman li Almanya
12ê payîza pêşîn 2017
