Xwendevanên birêz, bi hêvîya saleka aram destpêka 2017an li we pîroz be! Sala borî li hemû cîhanê û bi
taybetî jî li welatê me bi bûyerên lez û bez ên nexweş derbas bû. Li her çar aliyê welêt dîsan şer, kuştin, girtin, malwêranî, derbederbûyî û xizanî bû para xelkê me!
Hêvî û destkeftîyên ev salên dawî
dewletên dagirker pir tirsandin û wan ev pêşketînên civakî û çandî ku li nav xelkê kurd de zîl dabû tahamûl neki- rin, bi hezar dekûdolaban ev aramîya ku hebû têk birin!..
Li bakurê welêt û Tirkîyê, dewletê bi navê OHAL (Rewşa Averte) ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê havîna pêşîn a 2016an rûda, dest da ser hemû şaredarîyên bajarên kurdan û bi awayekî faşîzan û îşgalkaran şa- redar girtin, heps kirin. Ev jî têr nekir gelek televîzyon, rojname, kovar, malper, dibistanên zarokan, komele û sazîyên sivîl ên çandî û demokrat ku xebatên kurdî dimeşandin ha- tin girtin. Di nav van de Enstîtuya Kurdî ku 24 sal in li ser ziman, wêje, dîrok û çanda kurdî xebatên hêja ki- rine û kovar û kitêbên dîrokî, wêjeyî, çandî weşandine jî tê da, komeleya KOMKURD-ANa Ankarayê jî ji bo sê mehan hate muhurkirin û hemû xebatên wê hatine sekinandin. Vê komelê hê saleka xwe tîje nekiribû. KOMKURD-ANê bi dehan xebatên bo nasname, pêşxistin û parastina çand û zimanê kurdî her meh semîner û gotobêjên balkêş organîze dikir û bibû navendeka kurdên Anatoliyayê.
Girtina rojname, televîzyon, rad- yo, enstîtû, kovar, komelên sivîl helbet zerareka mezin dide fikrê azad û demokrasîyê. Lê, divê ev xebatên sivîl ên kurdî herçiqas komele û sazî bên girtin jî, berdewam bin. Li hem- ber asîmîlasyonê divê her kurdek mala xwe bike dibistanek û bi zimanê xwe deng bike, xebatên lêkolîni yên ferhengî, ziman û çandî pêşta bibe.
Dewletê berê xwe daye hemû hêzên demokrat û layîk ku ne wek wan difikirin. Rê li hêzên paşverû, îslamî û nîjadperestên tirk re vekiriye. Vê rewşê jî dubendî û sêbendî di nav ciwatê de çêkiriye.
Em hêvî dikin hêzên sivîl, demok- rat û ronakbîr li hember ev kirinên dewletê bêdeng nemînin, dengên xwe bilind bikin û xwedî li fikrê azad derkevin.
Nivîsên folklorîk, bîranîn, wêjeyî û lêkolînî
Muza er Özgür bîranîneka xwe bi sernivîsa Mirina Hûco nivisîye. Hûco li piranîya gundên kurda bi zirna xwe dihat naskirin. Ji ber di her dawet û şahîyekê da bi lêxistina zir- neya xwe deng dabû. Muza er bi vê bîranînê hem Hûco bi bîr tîne û hem jî girîngîya hunera zirnelêxisti- na wî ku xizmeteka giranbuha kiriye bo çand û folklora kurdî bi wêneyên dîrokî diparêze.
Yusuf Yeşilöz bi sernivîsa Vira Stan- bol e bîranîneka xwe ya sala 1976an dema cara yekem çûye Stenbolê nivisîye. Wan salana hê jî kurdên me yên Anatoliyayê berxên xwe dibirin, li Stenbolê difrotin. Wexta bavê Yusuf bo firotina berxa tere Stenbolê Yusuf jî pê ra diçe. Ev serpêhatiya wî ya çûyîna Stenbolê ye.
Dîsan bîranînek ji Uskê Cîmîk bi sernivîsa Xwelî çi ye? Zewa Mîlê Hûsîn qala barkirina ji gund bo bajaran di- ke. Koçberî, xerîbî û têkçûyî babetê wê bîranînê ye.
Seyfî Doğan li ser alaya Kurdistanê lêkolîneke dîrokî ya balkêş kiriye. Seyfî dîroka ala Kurdistan û rengên wê digihîne mîtolojî û ola kurda.
Birêz Dr. Mîkaîlî bi rêzenivîsa xwe ya Sîyarê Têrîka serpêhatîya Osê, ya dehan nivîsiye.
Birêz Nuh Ateş bi sernivîsa Bayê malê Hemzo û gayên Çelo, pêkenî- serhatiyek bi zaravayê xelika nivisîye.
Fatoş Koyuncuer li ser tradîsyoneka berê, dema guhên keçîka qul dikirin kurtenivîsek bi sernivîsa Ga- rikê ji ben nivisîye.
Rohat Alakom bi sernivîsa Di romana swêdî de koçberiya kurdan lêkolîneka wêjeyî kiriye. Di sala 2015an de kurdan li Swêdê 50 saliya xwe tije kir. 50 sal bişûnda hêdî kurd û koçberiya kurdan bûye babetên romanên swêdî. Birêz Rohat Alakom wek her karê xwe yê din di wejeya swêdî de jî wek dedektivekî hûr û kûr romanên swêdî lêkolaye.
Yalçin Polat li ser gotina Kilam lêkolîye û di encamê de nîşan dide ku peyva kilam di zimanê me de peyvek esîl kurdî ye.
Birêz Yusuf Polat bi sernivîsa Baskşîkestî Mele Ehmedê Paloyî dide naskirin û helbestên wî şirove dike.
Birêz Dr. Sozdar Midî bi sernivîsa Bermekiyên kurd di kûraniya dîrokê da lêkolîneka dîrokî bi zimanê erebî, di kovara li ser înternetê ya bi navê Pênûsa Nû de weşandiye. Ji ber girîngîya nîvîsê, bi destûra werger Mustefa Reşîd ku ev ji bo xwendevanên kurdî wergerandiye kurmancî, em ê wek rêzenivîs biweşînin.
Heta hejmara 68an bimînin di xêr û xweşîyê de!..
Alî Çiftçî
Hejmara 67an bixwîne