Demsala payîzê ciwaniyeka pirrengî di xwazayî de peyda dike. Ev pirrengîya bi xwe re dewlemendiyeka din û
tevgereka nû dide jîyanê. Di vê demsalê de ji her alîyê jîyanê de jinû ve hazirî tên kirinê.
Payîz bi rengê xwe yê nû heveseka nû ya kar û xwendinê dide merîya. Bi despêka payîzê re di her warê jîyanê de guhartin û tiştên nûjen bi pêşengehên curbecûr tên nîşandan. Ji van pêşenge- han yek jî wek hersal, îsal dîsan di meha payîza pêşîn de pêşengeha kitêban a navnetewî bû. Wek ku li piranîya welatên Ewropa tê kirin, li Swêdê jî li bajarê Göteborgê, bi şîyara „Azadîya derbirîna bîrûbawerîyê“ di 22-25/09- 2016an de pêk hat. Di hundurê van çar rojan de 96 293 kesî bejdarî kirin. 836 weşanxane bejdar bûn. Li gel semîner û gotûbêj 4190 program hatin dayîn.
Weşanxaneya Apecê jî bi semînera Grania’s Tears (Hêstirên Graniayê) bejdarî kir. Semîner li ser „Ka çawa şerê Suriyê bandor li wêjeya kurdî kiriye ku pirtûkên zarokan yek ji qûrbaniyên yekem yê şer e.“ bibû babeta semînerê.
Dema meriv di hola semîneran re derbas dibû gelek cara rastî semînerdarên ku bahsa kurdan dikirin, dihat. Ji ber temaya îsal li ser azadîya bîrûbawerîyê bû piranîya semînerdaran giranî li ser pirkulturî û pirzimanî, şerê Suriyê, koçberî û nijadperistîya ku li Ewropayê pêşdikeve, deng dikirin.
Li piranîya welatên Ewropa êdî herkes hem kir e ku pirçandî û pirzimanî rastîyeka van welatana ye. Xerîbên li welatên Ewropayê jî divê li gor vê rastîyê xwe bi rêxistînî bikin dakû di reorganîzekirina nû de bikaribin kesayetî, çand û zimanê xwe biparêzin û pêşbixin.
Birêz Nuh Ateş bi sernivîsa Di dahatiyê da ji bo kurdên Almanyayê rêxistineka çawa bi çend destnîşanî pêşbînî ev rastîya civata kurdan a li Almanyayê di gotareka xwe ya li civîneka Komciwan a li Berlînê de dabû, ji ber aktualîya naverokê me di vê hejmarê de weşand.
Ev destnîşan û pêşbînîyên ku birêz Nuh Ateş di vê gotara xwe de pêşkeş dike ji bo hemû kurdên li welatên Ewropa derbas dibe.
Bi hêvîya ku ev gotara rê li ber diyalogê di navbera rêxistinên kurdan veke rojên xweş ên payîzê para we bin.
Ali Ciftci