Di bin sîya kirîza koçberan ku îro li dunyayê belav bûye, kurd li başûr û rojava li hember êrîşên çeteyên “Dewleta
Îslamî”, DAIŞê û li bakûrê welêt jî ji bo azadîya xwe di şer de ne. Şerekî bê pêvan û dijwar!…
Li piranîya welatên Ewropa û Amerîkayê hêzên nîjadperest di hilbijartinan de vê rewşa pênaberên ku piranîya wan ji welatên rojhilat ber bi Ewropayê ve koçber dibin, ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin.
Ev kirîza koçberan bûye pirsgireka yekmîn li van welatan! Ev jî bi xwe re enerjîyeka gelek negatîf peyda dike û di bin sîya vê rewşa koçberiya ber bi Ewropayê de ev dijwarî û neheqîyên ku li kurdan tên kirin, bêdeng dimînin.
Li bakûrê welêt dewleta tirkan bi sîyaseteka nîjadperestî, ya talan û weranker êrîşên hovane li bajarên kurdan dike. Em dibînin, ji bo kuştina kurdan hukumet û muhalefet bûne yek li dij kurdan bi hev re biryara digrên. Dixwezin li bajarên kurdan nifusa kurdan kêm bikin, balav bikin û kurdan dîsan bi darê zorê koçber bikin. Ên ku li dijî vê politîkayê der- dikevin jî dikujin.
Wek qirkirina 1915 û 1938an carek din bi serê kurdan tînin. Li gor repora mafê mirova ya Tirkîyê
(TİHV) tenê ji havîna paşîn a 2015 heta havîna pêşîn a 2016an 350 kesên sivîl ku piranîya wan jin û zarokên ku temenê wan 10 salî biçuktir in, hatine kuştin. Ev însanên sîvîl yan di hewşa mala xwe yan jî di aşxane û salona mala xwe de hatine kuştin. Ev li gor repora TİHVê ku tenê li Cizîrê, Sura Amedê û Geverê, kirine.
Reporên otopsîya van kuştîyan nîşan didin ku însan bi zindî hatine şewitandin.
Ev komkujîyên dewleta tirka ne teseduf e ku li ciyên ku HDPê herî zêde deng stendine! Dewlet dixwaze bi vê kurdan li çar aliyê Tirkîye belav bike û dengên wan parçe bike.
Ev komkujîyên dewleta tirk ji aliyê rêxistinên mafên mirova yên wek Amnestîyê têne şopandin û arşîvkirin!…
Li Iraqê hukemeta olperest û nîjadperest a ereba ev destkeftîyên ku kurdan bi destxistine, nikarin tahamul bikin ku ev bajarên kurdan niha rizgar kirine, bikevin nav îdara herêma Kurdistanê.
Pêwîst e kurd li hember biryarên kuştina kurdan bi hev re tevbigerin û ev rewşa ku niha rûdaye ji bo berjewendîya serxwebûna Kurdistanê bi kar bikin.
Ali Çifçi