– Serpêhatiya merivekî ku veguhêriye, bûye kêz –
Lêbelam tu kesî mêyla xwe nedida wî. Malbat bitûnî bilêxistina vîyolînê da ketibû. Mêrên kirêdar jî siftê, dest di berîyên şêl da, pir nêzikî kursîya noteyan kom bûbûn. Wan ê bikanîna noteyan bibînin û bêguman xwanga pê eciz bibûya. Lê pir neçû, wan di bin dengkirinên kêmbilind da, bi seriyên bervejêrkirî xwe paşva, berve pencereyê kişandin û li wir jî ew di bin çavlêbûna bavê ya bixem da, man. Bi rastî pir zelal xwîya dikir, mîna ku bibêjî kêf û şahîya ku wan ji lêxistina vîyolînê dipan ne bi dilê wan be û ew ê ji wê xeyalşikestî bûne û ji pêşkêşîyê bitûnî xwaş danegerîne û ji ber nazikîyê xwe radigirine û bêhizur dihêline. Bi taybetî jî, ji şekila ku wan gîştan pê dûyê beligcixareyê di dev û bîvilên xwe ra berve jor berdidan, wer xwîya dikir ku ew ê pir sur bûne. De tu were wê, xwangê pir şeg li vîyolîne dixist. Rûyê wê berve hêlekê xwarvakirî bû. Awirên wê bi xem û baldarî didan pey rêzên noteyan. Gregor gavek din pêşva xuşîya û serîyê xwe rind nêzikî herdê kiribû, bi omdîya ku bi şîya bikira bi ber çavên xwangê keve. Ma ew ajelek bû û çima muzîkê ew dikişand û xemgîn dikir? Ji ba wî, rêya ku wî bigihîne xurdeya nenas a ku ew bi hesreta wê bû, xwe pê dinimand. Ew î bi biryar bû, ku xwe bigihîne herda xwangê û rahêle derdawên fîstanê wê û bi vê rê, wê pê bihesîne ku ew kerema xwe bi vîyolîna xwe va bihê odeya wî. Çima ku li vir, di ser wî ra kesekî biqasî wî qedirzanê lêxistina vîyolînê tunebû. Wî nedixwast cihbihêle ku xwang êdî ji odeya wî derkeve, qet nebe hetanî ku ew dijî. Cara pêşî bû ku dîmena wî ya bixof bi kêrî wî bihê. Ew amede bû ku eynê demê xwe bigihîne ber her derîyekî odeya xwe û hêza êrîşkaran bişkêne. Divîya bû xwang ne bi zorê, bi dilê xwe li ba wî bimê û li kêleka wî, li ser qenepeyê danîşe û guhê xwe berve jêr, nêzikî wî bike. Û di pey va, wî dixwast sirra xwe ji wê ra vebike. Wî sedîsed nêt kiribû ku wê bişîne konservatorîyomê, eger ev bêtara neketiba navberê, wî eva li Noela rabirtî, -ma Noel zûva ranebirtîbû?- ji gîştan ra eşkere bikira, bêyî ku guh pê gotinên dijber va bike. Ji van beyanan şûnda, xwanga ji ber hundirkelîyê hêstiran bibarîne û Gregor ê hetanî binçengên wê rabe û stûyê wê yê ji destpêkirina kar vir da vekirî û bê gerdanbend û stûkur, paç bike.
Merivê navîn berve bavê bang kir, got, “Mîrza Samsa!” û bêyî ku şoreke din bike, wî bi tilîya nîşanê Gregor yê ku giran berve pêş kaş dibû, bi hevalên xwe dinimand. Dengê vîyolînê ket. Kirêdarê navîn berî berve hevalên xwe kir û sivik kenîya, paşê dîsa berve Gregor mês kir. Bavê berê hewce dît, şûna ku Gregor biqewitîne, kirêdaran bihewîne. Halbuku kirêdar di eslê xwe da dilteng nebûbûn, berevajî ji guhdarkirina vîyolînê pirtir, dîşliqê wan bi Gregor dihat. Bav bilez çû ba wan û wî li ber xwe dida ku wan bi hembêza vekirî berve odeya wan bibe û bi bedena xwe, sewa ku ew Gregor nebînin, pêşîyê li wan bigre. Bi rastî kirêdar denekî hers bûbûn, meriv nedizanî ji ber tevgêra bavê yan ji ber hayjênebûna ji hebûna cîranekî han î, wekî Gregor. Wan raveyek ji bavê xwastin, destê xwe heldinan, bi nehewînî rîhên xwe vedibiçirandin û xwe pir giran berve odeya xwe vedikişandin. Di wê navberê da, xwang ya ku ji ber dawîlêanîna lêxistina vîyolînê a ji nişkava, jixwevaçûyî bû, ji nûva hatibû xwe. Wê bîstekê, bi destên sistbûyî û bi rû xwe da berdayî, pê vîyolîn û kevanê girtî, li notayan mês kir, mîna ku hîn li vîyolîne bixe. Pêçekê şûnda, wê bi hemlekê xwe berehev kir û hacetên muzîkê birin û deynan hembêza dayê ya ku ji derdê nefestengîyê û pişika ku bi lez dişûxilî, li ser paldanka xwe rûniştibû. Dûv ra, ew bezîya û xwe avête odeya li kêlekê ya ku kirêdar jî, ji ber çewsandina bavê, bilez nêzikî dibûn. Meriv didît ku çawa lihêf û balîf, bi destên xwangê yên hukirî berve jor heldihatin û şûna xwe didîtin. Hîn ku kirêdar negihêştibûn odeyê, wê karê berehevkirin û helçinînê bi dawî kir, bi lez û bêdeng ji odeya derket. Ji avrûyê serhîşkîya ku dîsa pît pêgirtibû, bavê her çêşîd gramîya ku, çiqas bibe, ew jê deyndarê kirêdaran bû, ji bîr kiribû. Wî pir ling dida ser wan, ew didan ber xwe, kîngê ku borinî vê ser merivê navîn ket û wî ling bi herdê va da, hîngê ew dawestî. Merivê navîn got, „ez li vir beyan dikim“ û pê ra, destê xwe berve jor helna û awirên wî li dayê û xwangê jî digerîyan, „ku ez bi heceta rabûnûrûniştinên pir bibed yên li vê mal û malbatê li rewac“ -pê ra, wî kin û jixwe bawer tu kir herdê- „ peymana kirêyê aniha fesih dikim. Ez ji bo rojên ku ez li vir rûniştibûm jî tu bedelî nadim, bi ser da, ez ê bifikirim, -hun bi min bawer bikin- ka ez ê hîn çawa dawa hen xwastekên din yên bi bahaneyên hêsan li we bikim.“ Ew bêdeng bû û li ber xwe mês kir, mîna ku li benda tiştekî be. Di wî devî da, her du hevalên wî hema dest pê şoran kirin: „Erê, em jî aniha peymana kirêyê fesih dikin.“ Li ser vê, wî rahîşte destikê dêrî û ew bi reqinî girt.
Bav bi halekî şewişî û bi destlêgerandinî berve paldanka xwe çû û xwe berda ser wê. Weng xwîya dikir, mîna ku ew bixwaze xwe ji bo xelmaşîya her êvarê, dirêj bike. Belam, pît hêjandina serîyê wî, wekî ku ew bê pêgirtî be, dinimand ku ew qet ranediket. Gregor bi dirêjîya wextê bêdeng û neliv li cihê ku ew lê bi ber çavên kirêdaran ketibû, sekinîbû. Çima ku plana wî neçûbû sêrî, ew xeyalşikestî bûbû. Kî dizane, belkî jî bêteqetmayîna ji ber pir birçîbûnê rê nedida ku ew xwe bilevîne. Ew ditirsîya ku bîstekê şûnda, bi gumaneke nêzikî sedîsed lihevketîyeka biqewime û cirma wê jî bi ser wî da bihê xwarê û dipa. Lêbelam, ew bi dengê girmînîya vîyolînê, ya ku ji hembêza dayê, ji bin tilîyên wê yên cirifonek ketibû, veneciniqîya.
„Dê û bavên ezîz“ xwangê got û sewa pêhêsandina destpêkirinê, destê xwe li maseyê xist û weha pêda çû: “Va rewza veng berdewam nake, ku hun vê qebul nekin jî, ez veng difikirim. Ez naxwazim ku bi navî birayê xwe, bane vî cenewarî bikim û loma tenê dibêjim: Gerek e ku em çareyekê bibînin û pê wî ji derîyê xwe bikin. Ya ku ji destê me hatî, me kir, me xizmete wî kir, me tehemule wî kir. Ez bawer im, kesekî ku ji vê mêylê da lomeyan li me bike tune.“
„Gotinên te rast in“ bavê ji bo xwe got. Dayê ya ku hîn nedikanî têr nefesê helne, bi nihêrineke dîwane, di destê li ber dêv da, dest pê kuxîneke fetisokî kir.
Xwang bi lez çû ba dayê û destê xwe da ber henîya wê. Bav, weng xwîya dibû, mîna ku bi ser gotinen xwangê va, hatibû ser hen fikirînên zelal. Wî xwe sererast kir û bi şebqeya xizmetdarîyê ya di navberê firaqan, yên ku ji xwarina şevê da li ser maseyê mabûn, dileyîst û carcaran li Gregor ê neliv, mês dikir.
“Gerek e em hewl bidin ku wî ji derîyê xwe bikin,” xwangê tenê ji bavê ra got, çimkî dayê ji ber kuxînê tiştek nedibihîst. “hun her du jî, hun ê xwe di wî da bikûjin; ez dibînim ku eva bihê serîyê we. Şayed meriv, wekî me hemîyan, wer bi zehmet kar bike, ew nikane bi ser da li malê jî van meşeqetîyan ebedî bikişîne. Ez nikanim êdî xwe bidim ber vî barî.” Û wê dest pê girîyekî pir şên kir, hêstêrikên wê dirijîn serçavê dayê û wê ew bi destlivandineke mekanîk pak dikirin.
Bavê bi berketî û fehmkirîyeke balkişandî got, “keçê, de em çir bikin?”
Xwangê tenê milên xwe kutan, wekî nîşana neçarîyê ya ku di wexta girînê da lê wê, beravajî ji xwe emînîya wê ya berê, peyda bûbû.
“De na ku, qet nebe ew me fehm bike,” bavê bi nîvpirsînî got. Xwangê ji nava girî dest bi lez ba kir, mîna ku bibêje, ev ne yeke ku bihê kirin.
“De na ku, qet nebe ew me fehm bike,” bavê dubare kir û bi girtina çavan wî bawerîya xwangê ya dijberî vê, kire serîyê xwe, “hinge lihevhatineka bi wî va mimkun biba. Lê veng!“
Xwangê bang kir û got, “gerek e ew ji derîyê me here, çare tenê ev e, bavo. Divê tu xwe ji fikira ku ev Gregor e, xelas bikî. Bedbextîya me ya mezin ew e ku me ewqas dirêj bi vê bawer kiriye. Ma çawa ev ê bikane bibe Gegor? Eger ev Gregor bûya, hinge wî ê zûva qebûl bikira, ku bi hevra jîyîna însanan bi heywanekî ha va, ne mimkun e û ew ê ji zûva bi dilê xwe biçûya. Em ê hîngê bê bira bimana, lê me jîyana xwe bidomanda û êw ê di bîra me da bi qedir bima. Lê vengina, ev heywana î benda me bernadê, kirêdaran eciz dikê, tuê bibêjî wî dil heye ku malê bitûn bi dest xwe bixe û me gîştikan bavê derva. Carekê mês bike bavo;” wê ji nişkava wêrinî bi ser xwe xist û got, “ew dîsa dest pê dike!” Û wê bi vecinîqî ya ku Gregor qet fehm nedikir, bi qest dayê cihîşt, paldanka wê wêda livand û mîna ku bixwasta ji herda Gregor dûr bikeve, da dûv bavê. Bavê, yê ku ji ber tevgera xwangê tevlihev bûbû û rabûbû ser xwe û mîna ku sewa parastina xwangê be, li ber wê pîyên xwe hetanî nîvî berve jor heldan.
Hîç nedihata heşê Gregor ku bixwaze kesekî yan xwangê, ew qet nedihate bîra wî, bitirsîne. Wî tenê dest pêkiribû ku çerx bibe û sewa ku bi şûnda vegere odeya xwe xîret dikir. Encax çerxbûna wî bal kişandibû. Çimkî, ji ber halê wî yê neçê, dema çerxbûnên dijwar divîya bû ku ew bi serîyê xwe bibe alîkar. Ji bo vê, wî serîyê xwe çend caran hilda û bi herdê va dabû. Ew sekinî û li dor û paş xwe mês kir. Wer xwîya dikir ku nêtê wî ya pak hatibû fehmkirin. Tenê vecinîqîyeke kurt bû ev. Niha gîştan bêdeng û bixem li wî mês dikir. Dayê bi lingên dihevgihandî û dirêjkirî li ser paldankê bû û ji ber wêstîyayîyê çawên wê hemahema diketin hev. Bav û xwang li tenişta hev rûniştibûn. Xwangê destê xwe di stûyê bavê ra bir.
Gregor ji xwebixwe ra got, “niha ez ê bi şîya bikim çerx bibim,” û dest pê karê xwe kir. Wî nedikanî ku fişînîya nefeskêşîyê ya ji ber zehmetîyan veşêre. Loma, wî li vir û wê ji bo vêsînîyê navber dida. Wekî din jî, tu kesî ling nedida ser, ew bi raya xwe bû. Gava ku wî çerxbûn hal kir, hema dest pê şûndavegerîna li ser henîyê kir. Bi dirêjîya dûrîyê ya di navberê wî û odeyê da, ew mat dima. Û ew bi berda nediçû ku wî çawa pêçekê di ber vê ev rêya, hem jî bi bêhêzîya xwe, mîna ku wî hay jê nebe, ji paş xwe va cihîştiye. Timûtim xûşîn û fikira bi lezxûşînê di sêrî da, wî qet bala xwe nedida evê ku tu gotin û bang yên ji alîyê malbatê va wî tevlihev bikin. Gava ku gihêşt ber dêrî, wî serîyê xwe çerx kir lê ne bitûn, ji ber ku wî hîşkbûna stûyê xwe hês dikir û nihayed dît ku ji paş wî va tiştek nehatiye guhêrîn. Tenê xwang rabûbû ser lingan. Bi awira dawîyê ra dayê ya ku ketibû xewa kûr, jê wî va xwîya kir.
Hîn nû ew hatibû odeyê, cîhlê derî bi lez û qeym hate girtin û singukirin. Bi reqînîya ji nişkava ya ji paşva, Gregor wer lerizî ku çîp di binî da duta bûn. Ev xwang bû ya pir bi lez. Bi şekileke repkirî ew dawestîbû û dipa, paşê bi lingsivikî berve pêş bazda. Gregor qet nebihîst ku ew hatiye. Berî berve dê û bavê, wê bang kir û got, “nihayed!” û pê ra jî mifte di kevanê kilîdê da bada.
“Û niha?” Gregor ji xwebixwe pirs dikir û di şevreşîyê da li derûdora xwe mês dikir. Wî hema kifş kiribû, ku wî hîç nedikanîbû xwe bilevîne. Lê ew bi vê mat nedima. Ya ku pirtir bi wî ecêb dihat û ji wî va nexwezayî xwîya dikir ev bû, ku wî çing bi şîya kiribû bi van çîpên zirav hetanî niha çûye û hatiye. Bi ser da jî, wî xwe nîspî fereh hîs dikir. Her çiqas ku êş li her derê bedena wî belav bûbû jî, wî ev weng hîs dikir û her diçû tîna wê kêmtir dibû û li dawîyê radibirt. Sêva kufikî ya ku di piştê da çûbû xwarê û dorûberê wê yê kulbûyî û ser bi xwelî û xubarê hatibû girtin, wî hemahema hîs nedikirin. Bi xemgînî û hezkirî wî malbata xwe tianî bîra xwe. Fikira wî ya di der heqe qewitandina wî ya ji malê da, bi guman di ser ya xwangê ra bû. Di vî halê betal û aramfikirînê da, ew hetanî ku seata qûleyê ji bo sisêyê sibehê lêketibû, ma. Destpêka ronîbûna derva, li ber pencereyê bû qismete wî. Paşê serîyê wî, bêyî hemda wî, bitûn kete ber û di bîvîlan ra nefesa dawî ya bê teqet derçû.
Sibehê zû jina xizmetkar hat odeya Gregor. Ji ber hêz û leza ku wê pê derîyên malê gîşt ji hev dikir û digirtin, her çiqas ew ji bo vê pir caran hatibû tembîkirin jî, raketina bi aramî ne mimkun bû. Gava ku wê, wekî ku kiribû edet, bi çavlêgerandineke kurt bi ser Gregor ra mês kir, tiştekî xas yê bi rewşa Gregor va girêdayî bi ber çavên wê neketibû. Wê li ba xwe digot, ew î biqestî xwe nalivînê; wî xwe lê zexelî nandiye. Wê ji wî her çeşîd çînevîz dipa. Wê dikir ku bi şijingê ya ku teseduf di dest da bû, wî ji hêla derî da gidîgidî bike. Gava ku ji vê tu encam derneket, ew hers bû. Vê carê jî wê tozikê ew dehf kir, lê gava ku Gregor di şûna xwe da nelivî ma, ew lê kete şike. Pir neçû, ew bi rastîyê hesîya, çav di serîyê wê da gir bûn û wê di ber xwe da kire weynî, lê pir nesekinîya û çû derîyê odeya raketinê bi lez vekir û bi dengekî bilind berve tarîtîyê bang kir, got : « Hela carekê lêbinihêrin, wî can daye; li dera han ketiye, canûcik jê kişîyaye! »
Hevjînên Samsa di nav nivîna xwe da rep rûniştibûn û difikirîyan ku veciniqîya ji ber banga xizmetkarê derbas bikin û berî wê, bi ber banga wê da herin. Paşê, mîrza û sitî Samsa, her yek ji hêla xwe da, bi lez ji nav nivînê daketin. Mîrza Samsa cila ser lihêfê avêtibû ser milê xwe û sitî Samsa tenê bi pîjema daketibû û her du bi vî halî derbas odeya Gregor bûn. Li vê navberê derîyê odeya mêvanan ya ku ji hatina kirêdaran vir da Grete tê da radiket, ji hev bû. Grete kincên xwe li xwe kiribûn, mîna ku ew qet raneketibe, rûyê wê yê zerkî bûyî ev nîşan dida. « Mir? » sitî Samsa got û bi pirsyarî lê xizmetkarê nihêrîya, lê dîsa jî dixwast ku bi çavê xwe bibîne; halbuku wê dikanîbû bêyî kontrolkirin tê biderîne. « Ez bawer dikim, » xizmetkarê got û wekî delîl jî wê meyîtê Gregor bi şijingê êpêy wêda, berve kenarê bir. Sitî Samsa virda û wêda hereket dikir, mîna ku bixwaze şijingê paşva bigre, lê nekir. « Niha, » mîrza Samsa got, « em dikarin dua li Xwedê bikin. » Wî nîşana xaçê kir û jinan jî xwe li wî girtin. Grete ya ku çavê xwe qet ji meyît nedibirî, got : « Mês bikin, ew çiqas pir jar ketiye. Ji zûva ye ku wî tu tişt nedixwar, xwarin çing dihatin û weng jî vedigerîyan. » Arast bedena Gregor bitûn pir tenik bûbû, meriv niha ev didît, çima ku ew êdî li ser çîpan bilind nedibû û wekî din jî, hedefa baldayînê nedihat şaşkirin.
«Grete were, pêçekê were cem me,» sitî Samsa got, bi sivikkenekî bi keder. Grete da dûv dê û bavê, lê ne beyî ku ji paş xwe va li mêyît mês bikira, û çû odeya raketinê. Xizmetkarê derî girt û pencere bitûn vekir. Her çiqas ku sibehê zû bû jî, tozikê tîna germê teve hewaya teze bûbû. Dem, dawîya adarê bû.
Her sê kirêdar ji odeya xwe derketin û bi heyred çav li xurînîya xwe gerandin; ew hatibûn jibîrkirin. “Ka xurînîya me li ku derê ye?” ji wan yê navîn bi miruz ji xizmetkarê pirs kir. Wê tilî bire ber devî xwe û bi lez û bêdeng îşar da wan ku ew kerema bihên odeya Gregor. Ew hatin jî û li wir, bi destên di berîyên xirqeyên xwe yên hendik qerçimî da, li odeya ku niha ronîbûyî, li dora meyîtê Gregor dawestîyan.
Li dera han, derîyê odeya raketinê hate vekirin û jê mîrza Samsa bi unîformeya xwe, di pîyekî da jina xwe û di yê dida keçika wan, derket. Rûyên gîştan bi girî surûpundir bûbûn. Grete rûyê xwe dabû ser pîyê bavê.
“Apartimana min derhal terk bikin!” mîrza Samsa got û derî nîşan da, bêyî ku jinan ji xwe veqetîne. “Hun çi qest dikin?” kirêdarê navîn denekî bi teleşe û bi sivikkenekî şîrîn lêvegerand. Her duyên din bênavber dest li paş di hev didan, mîna ku li benda şabûnîyekê ya ji liberhevdaneke mezin a ku ew ê jê serkevtî derbiketana, bûn. “Ez bi meneya ku min gotî dibêjim,” mîrza Samsa bersiv da û bi refeqetîya her du hevreyên xwe li ser eynê xetî çû ser kirêdar. Kirêdarê navîn di pêşî da bêdeng sekinîbû û berve herdê mês dikir, mîna ku tiştmiştên di serîyê wî da xwe ji nûva rêz dikirin. “Êger weng be, hinge em diherin,” wî got û li mîrza Samsa mês kir, mîna ku bi bandora dilnizmîyeke ku ji nişkava bi ser da hatiye xwarê, sewa vê biryarê icazeyeke nû bixwaze. Mîrza Samsa tenê bi çend çavgirtinêyên kurt yên bi çavên gir, îşara erêkirinê da. Li ser vê, bi rastî jî kirêdarê navîn bi gavên gir çû odeya mêvanan; her du hevalên wî pêçekê, bi destên pir sakîn, guhdarî kirin û niha jî, ji tirsa ku mîrza Samsa ê bikane di ber wan bikeve odeya mêvanan û pêwendîya wan bi serdarê wan va xerab bike, bi bazdanî dan pey wî. Li odeya mêvanan, her sêyan lengerên xwe ji westîyerê û gopalên xwe ji gopaldankê helinan û bêdeng apartiman terk kirin. Mîrza Samsa, wekî ku paşê derkete meydanê, bi bêîtimadîyeke bêbinî, teve her du jinan derket pêş odeyê. Wan xwe bi derabeyê hebstartin û li her sê kirêdarên ku giran lê bênavbar bi merdîwana dirêj da berjêr dadiketin, dinihêrîn. Kirêdar li çivekê her qatekî pêçekê ji ber çavan wenda dibûn û paşê dîsa xwîya dibûn. Her ku ew berjêr dadiketin, eleqeya malbata Samsa bi wan ra kêmtir dibû. Û gava ku berdestikê qesabekî bi debaxa li ser sêrî, bi tevgêreke liserxweyî berve wan hat û paşê li wan rabirt û berve jor helkişt, hinge mîrza Samsa teve jinan derabe cihhîşt û her sê bi dilferehî vegerîyan apartimana xwe.
Wan biryar dan ku vê rojê sewa vehêsîn û gerînê derbas bikin. Wan ev navberdayîna kar ne tenê heq kiribûn, bêşik îhtiyaca wan jî pê hebû. Û ew li dora maseyê rûniştin û sê nameyên borînê nivîsandin; mîrza Samsa ji midurê xwe ra, sitî Samsa ji siparîşxwazê xwe ra, Grete ji patronê xwe ra dinivîsand. Wexta ku wan name dinivîsandin, xizmetkar kete hundir, sewa ku bibêje, ew dihere, çima ku karê wê yê sibehê êdî bi dawî bibû. Her sêyên ku bi ser nivîsandinê da xwar va hatibûn, siftê tenê serî ba kirin, bêyî ku bervê wê mês bikin. Kîngê ku xizmetkarê nexwast ji wê derê bi dûr keve, wan bi hers li wê mês kirin. “Niha çi?” mîrza Samsa jê pirs kir. Xizmetkar bi rûkenî li nav dêrî dawestîbû, mîna ku mîzgîneke xwaşbextîyê bide malbatê, lê ya ku ew a paşê, kîngê ku têr ji wê bihata pirskirin, bi lêv bike. Perikê piçûk yê hêştirmeyê yê ku bi ser lengera wê va hemahema repdaniştî û ji sêrî da hêrsê mîrza Samsa pê radibû, berve her hêlekê xwarva dibû. “Bi rastî hun hîn çi dixwazin?” sitî Samsa ya ku xizmetkarê pirtir jê ra hurmet dikir, pirs kir. Xizmetkarê got, “erê” û ji avrûyê kenekî nazîk da, wê nedikanî ku hema dengkirina xwe berdewam bike, “yanê ev tiştê han ê çawa bihê berterefkirin, gerek hun vê ji xwe ra nekin xem, ew hal bû.” Sitî Samsa û Grete bi ser nameyên da weng xwarve hatibûn, mîna ku dixwastin nivîsandinê bidomînin. Mîrza Samsa pêhêsîyabû ku xizmetkarê dil heye dest pê bike, bi hûrgilî her tiştî kat bike. Bi dirêjkirina destê xwe, wî ev red kir. Çima ku derfet tunebû xizmetkar kat bike, lezbûnîya wê hate bîrê û bi dilşikestî bang kir got, “De bi xatirê we gîştan” û bi bejîkî berê xwe çerx kir, di pey xwe va derî bi reqînîyeke mezin lêxist û apartiman terk kir.
“Vê êvarê, ewa ji karê xizmetkarîyê bihê derxistin,” mîrza Samsa got. Lê ne jina xwe û ne jî keçika xwe cewabek neda wî; çima ku xizmetkarê, wekî ku xwîya dikir, hûzûra wan ya ku hîn nû dest pê kiribû, herimand. Ew rabûn ser xwe, çûn ber pencereyê û li wir bi destên di stûyê hevûdu ra birî, sekinîyan. Mîrza Samsa xwe di paldankê da çerx kir û mêyla xwe da wan. Paşê, wî bang kir û got: “De carekê werin wira. Bes e, êdî nekevin pey tiştên kevn û tozikê bi gura min bikin.” Jinan hema bi gura wî kirin, bi lez çûn ba wî, bi ber dilê wî da çûn û nameyên xwe zû bi dawî kirin.
Paşê, her sê bi hevra ji apartimanê ya ku ew bi mahan jê derneketibûn, derketin û bi tiramwayê çûn dervayî bajêr. Kompartimana ku ew tê da bi tenê bûn, bi tîna zîya rojê germ bûbû. Bi rehetîya rûniştina pişt li ber qenepeyê, wan li ser şans û omdîyên dahatîyê deng dikirin û ku meriv hûr lê binihêrîya, ew ne xerab bûn. Çima ku pêwêndîya kar ya her sêyan a ku wan hetanî niha qet ji hev pirsnekiribû, pir misaîd û ji bo pêşedemê bi avantaj bû. Ji niha da, rindbûneke çê ya rewşê, bêşik a di saye malguherîyê da mimkun bibe. Wan nêt kiribû ku derbasî apartimaneke ji ya niha a ku Gregor pê qayîl bûbû, piçûktir, herzantir û li dereke rind, yanê yeke pratîk bibin. Gava ku wan veng sohbet dikirin, bala mîrza û sitî Samsa kişîya ser keçika wan a ku her diçû şên û jînde dibû. Li van demên dawîyê, bi ser ewqas zehmetî û serêşîyan yên ku ew bengzerikî kiribûn da, ew bûbû keçikeke bedew, gihêştî û têrtijî. Bisakînî û hemahema bêzanetî û bi hevûdu fehmkirineke bi rêya awiran, ew difikiriyan ku êdî wext nêzik bûye, ku ji keçika xwe ra li mêrekî heşgihêştî bigerin. Gava ku li dawîya rêwîtîyê, keçik di ber gîştan rabû ser xwe û bedena xwe ya cîwan vekêşand, ev ji dê û bavê ra mîna ku bûbû tesdîqeke ji bo xewnên wan yên nû û nêtên wan yên pak.
Dawî
Wergera ji almanî: Nuh Ateş
Mainz, (Almanya) 27.01. 2016