-Bi zaravayê mikaîlîyên Polatliyê-
Kevork û Os li bazara Stenbolê heta êvarê geryan, ji malikê ra çi hewce bi, gî kirrîn. Os tenê bûya, diwe ku ji bo vê danûstandinê deh cara bihata çarşiyê. Ji ber ku wî qe nedizanî ji malê ra çi lazim e û çi nin!
Le Kevork yek û yek li ser her tiştî difikirî, ku ew tişt pir biha wû ,diçû ji dereka din jî dipirsî û bazarî dikir, hetanî ku fiyat ne bi dilî wî bi, ew nedikirrî.
Bi a Osê bûya, kê çi xast, Osê yê ew pere pêdayê û beyî bazariyê bike, ewna bikirandina. Yek cara bi avaya bazarîya Kevork, bîna Osê dimiçiqî, dilteng diwû, le Kevork dev jê bernedida.
Osê digot diwe ku Kevork û xadanî dukana bi hevkevin. Le war nediwû. Piştî bazarîyê wana bi deste hev digirtin û li badidan. Herdû jî dilxaş û memnun. Os şaş diwû, ew kirrîn û firotina bi vî avayî qe nasnedikir.
Piştî kirîna tişta xelas bû, Os jî fetilî û pirr westîya bû. Kevork di bin simêla da tim li wî mêze dikir bi xu xu va dikenîya.
Osê ra got;
Osman Efendi te îro bazarî ku pirr çetin kir ,pîroz dikim! Ka nika me qehweka li ser arî komirê heq kir! Ware em herin hêla deryayê bîna xu bi berxudin û yek qehwa wexwin!
Osê got le tiştî ku me kirrîyi? Kî ye wana biwi malê?
Kevork disa bi devken; Meraq neke, di bazarîyê me da anina malê jî heye! Siwê giştike bînin malê.
Ji palê da daketin ber bi pira Galatayê, wexta ku ji wir ra derbas bûn, bîna masîyê li ser komirê sorkirî ket dev û bivîli Osê. Di telaşa kirrîna tiştî malê, birçîtiya ji bîr kiriwû.
Kevork ew fehm kir û got; Niha wexta xarinê ye jî! Tu ji mehsiya hez diki?
Os bi dilî zaroktiya xu bi kêf keniya û got; Erê.
Çûn li ber mehsifiroşikî sekinin, Kevork got; Mehsîvanî mezin! Ka du mehsiyê nav nên da jî bidi me!
Mehsîfiroş; Kevork Efendi li hêlê jî tiştikî vedixwin?
Çi heye? Pirsî Kevork.
Şerbet û ava meyê! Mehsivan bersivand.
Li kêleka behrê kursî daynawûn, di nav kursîya da jî maseka çûk ji texta çêkirî. Xu avêtin ser wana, martiyê spî li ser wan ra difirîyan, li ser behrê keştiyê çûk û mezin li ber bê ji berjêr û berjor va xijdiwûn, diçûn.
Ku rûniştin, Osê westîbûna xu baştir hiskir. Mecal di jinûya da nemawû. Bîna ava behrê kûr bi kûr kişand cigera xu. Gavik şûnva mehsiye wana û du mey ê wana hatin. Bêyî ku ji hevra tiştikî biwêjin, hema nane xu geskirin. Herdu jî pirr birçî biwûn. Tehma mehsi heş li serî Osê bir, pirr xaş bû.
Çitoyî, hûn jê dilxaş in? Pirsî mehsifiroş.
Herduya jî beyî ku ji wî ra tiştikî biwêjin, sere xu berjêr va leqandin.
Mehsifiroş; Walleh hûn war birçî xanê dikin ku, ez çi bidim we hûne jê ra biwêjin erê!
Piştî xarina mehsiya jî heryekî ji wana qehwek xwastin. Ew jî bi firfireka bi deng wexarin. Dû ra ji mehsifiroş xatir xastin û rawûn berbi malê ketin rê. Ewqas westiyabûn ku, di nivî rê da Faytonek çex kirin, rîya ku mayî bi faytonê çûn.
Ku hatin ber dêri, Osê dile xu dîsa bi girme girmekê lê dida, bi kelecan bû, jixu fedi dikir ku, ew kelecana wî bala Kevork bikşîne. Ji ber ku bi lez lêketina dilî wî ji bo yî keçika wî bû, ji bo Asparikê, Asparika ku dile wî jê ra mest biwû, dilê wî ji wî diziya wû. Kevork bi helqa dêri girt û çend cara lêda, piştî çend gava deri wewû, Asparik li ber wan bû, hema bavê xu hemêz kir û bi çavî bi meraq tiji û lêpirsî, berê xu çex Osê kir; Ka we tişta malê Osman Efendi gî kirî?
Kevork got; Erê delal min! Me tiştne baş û erzan kirrîn! Kêfa te ye jî ji wan ra wari, ewna yê siwê bînin malê.
Os; Hoste Kevork nebûya min ê sê cara zêdetir pere bida wana, Xadê jê razi, pirr rind bazariyê dike!
Asparik; Ooo te hîn ez li bazarê ne dî me! Ku ez terim bazarê, esnafê çarşiyê ji ber min direve, cara din em hevra herin!
Osê dîsa fedi kir, serçav lê sor bûn, ji ber ew rehetiya wê. Berî ku di hundir kevin, çûn ser bîrê, ji wir av kişandin û peşta Kevork dû ra wî, dest ninge xu şuştin. Asparikê ji heryekî ra peşgîr hanî wû. Wana dest û ningê xu bi wana zaha kirin û derbasî hundir bûn.
Asparikê pirsî; Ka ve şiv xarî?
Bavê got; Keça çi mi, em pir birçî buwûn, me li sir pira Galatayê mehsi xarin, lê tu dikari ji me ra yek zerikek av û qehweya bîni!
Asparikê bi dengekî diljikestî; Bavo min ji we ra şiv da wû ser! Mi digot ka bira Osman Efendi jî biwîne ez çiqas xaş şiva çê dikim! Bi qehirî û bi xem. Bavê got; Kevaniya mala min, Tu ye roke din marifetê xu ra Os ê bidi.
Qehwe hatin, ew wexarin, Kevork jî Os jî xu da ketiwûn, pirr westîya bûn.
Osê ew ferq kir; Hûne ji min ra musaade kin, ezê hîro jî herim nav hevala, ji wana xatirî xu bixwazim, ji siwê pê da, ez hendi li mala xu bimînim! Û rawû pê û bere xu da ber dêri.
Kevork ji Keça xu ra got; Osman Efendi birêki delala min!
Os bi vê pir şa bû, ew pir diçû ecêwa wî, le li ba malbata Kevork ew tiştekî normal û medenî bû. Xatire xu ji Asparikê jî xwast û ket rê.
Heval li benda wî wûn, wî ew çîroka kirrîna malê û tişta ji wan ra qal kir, le tu qala Asparikê nekir. Him ji xu fedi dikir him jî nedixwast ku bira tu kesik bi wî û Asparikê bikene, bi wana qerf û henekê xu bike.
Roya walîn, ew çû malê, heta êvarê hemala, paleya tişt û barê wî kişandin. Kevork çûwû kar, Asparikê herçik tiştik dihat heme pê digirt û dikşandin zik xêni, bê yî ku ji Osê ra tiştikî biwêji yan jî bipirsi, ew didan ci. Osê qe tu jê ra peyvek nedigot, dilxaş diwû, te yê bigota ew jina malê yî û mala xu didi ci.
Ku êvar bû, Kevork hat, wek hertim xu şuşt û maşt, Os li ber mala xu li ser sedirê rûniştî bû li benda gotineka wî bû.
Ew hat deste xu avêt pişta wî; Xadan mal! Çito yî?
Di saya we da! got Osê.
Asparikê li hundir şiv amade kiriwû, şiva roke berê a ku wana ne xariwûn.
Ji wan ra got; li qusura min nenêrin! Min ne dikarî wana birrijînim, bavêjim!
Hûne îro, teze newin jî wana bixwin!
Gî bi hevra keniyan.
Pele bi rizê tijikirî û bi mihujên çûk û reş dawûn ser. Li ber wê jî şorba avê mirîşka û li doyê jî goşte mirîşka bi sewze sorkirî.
Tehma wana rind bû, Osê bi iştahekê ew xarin. Çavê Asparikê tim li ser wî wûn.
Piştî şiv xelas bû; Osê deste xu rakirin duayeka şivê kir, ji Xadê ra şukur kir, dû ra çex Kevork bû;
Me kêm kir! Bira Xadê zêde bike! Bira bereketa Brahim Xelil bi!
Ji Asparikê ra, di bin çava da; Desti te xaş bin, ew pirr xaş bûn! Asparik li benda va gotinê wî bû, pir bi kêf keniya û got; Bavo binêri! Osman Efendi ji xwarinê baş fehm diki, ka te rokê min ra negotiye, ewna çiqas xaşin ya na!
Kevork keniya; Keça min eger ew ne xaş bûyana min ew zûva ro ser serî te kiri wûn!
Os wê şevê li piştî sala, ji wexta ku ji Êlê raviyayî da, bi dileki tiji huzur û serbilindî, di mala xu da, di nav nivîni xu da raket. Ew hissiyata serkevtinê, tehma tiştekî bi kar û kanîna xu hilgirt. Bi vê sermest bû.
Ji reva xu da heta nika, gî ketin xevna wî.
Siwê zû payî bû, derket derva, mala Kevork hîn di xewê da wûn, Stenbol jî. Ji bîrê av kişand devrûyê xu şuştin av sar wû, dest û devrûyê wî cemidîn, le hat xu, heşarî bû.
Derket derva, ber bi mizgefta ku ew lê wezifedari va çû. Ji mala wî da heta wira qasî nîv saetekê diajot.
Hin kes nehatiwû. Wext jî wexta banga limê(Nimêj) bû. Ku kes hîn nedihat yan jî tunne wû, Os derdiket ser minarê ban dida. Os derket ser, bi dengekî şewat û xaş ban da. Daket jêr li benda pêşimam dawastî ya.
Gavik şuwa ew hat û ji Osê ra; Osman Efendi! Eger tu her sibe wekîna bandi, di mizgeftê da şûn namine, xayrî muslim je warin limê kin. Xadê ji te razî!
Cemaat jî hindik hindik berhev bûwû, diketin rêzê. Os jî çû, ket nav wana.
Piştî limiya siwê, wî hezdikir Qur,anê bixwuni. Ji cemaat ê jî pirr kes li benda xandina wî dipan.
Qasi saetek û niv ê Qur,an xwand. Dû ra derketin derva, wî xwast here dukana Kevork û kete rê.
Kevork pirr bi kar mijûl bû. Osê bêyî ku ji wî bipirse, lê dinêrî û ku hewcedarî hebe, tişt didan wî. Kêfa Hoste Kevork pê dihat, le bêdeng tenê di bin çava da li wî dinêrî.
Berî xarina nîvro, dest ji kar berda, pala xu da iskembê û ji Os ê ra got; Çirax! Tu baş bû! Lê ez ji bo yarmetiya te tu mehanîyê nadim te, ger tu pê bizani! Û keniya, ka em niha tiştekî bixûn bi hevra, te ew heq kir!
Li ber dêri zarokekî qasî devdu salî disekinî, ban wî kir; Arzunnî! Here ji me ra û ji xu ra jî xarina nîvro bîne! Bira kifte û piyaz bi, ji Hosteyî Rum bîni, ya wî pirr xaş i!
Çex Os ê bû; Dilî te kiftexarin xwast, tu dikare wari li cem wî bixu! Him pirr xaş i, him jî paqij i! Ew kiftê xu ji goştî Kurdistanê hatiyî çê dike, ji zozanên çiyayê Şerefdinê, Çewlik û Serhadê, yanê ji welatî kal û bavi te!
Osê temel ew ji bîr kirû wû ku, ji Kurdistanê ye, kurd e. Wi digot qey ew li vir hatiye dunê û ji vir i. Jiyana xu ya berê ji heşi xu pa kiri wû.
Bi gotina wî ew carik hatin bîra wî, bi bê kur bifikiri got; Erê goştî pezî diçêri, pir bi tehm i!
Le hetanî ku Kevork ew gotiwû, vê qe bala wî nekşandi wû, ji bo yî wî goşt goşt bû.
Li dû xarinê wexta limê hat, wî destur xwest, çû mizgeftê.
Kevork li pê wî diqirîya; Çirax tu dikari dîsa wari, çito biwi, tu belaş dişuxli û rind dişuxli!
Ji vê şûva, ew der bû ciyê Osê, karê Osê ê duduya. Eger li mizgefta kare wî tunne wû, dihat vir û alikariya Kevork dikir. Ji vî işi hez dikir, le tenê ew ne sebeb wû.
Asparik jî pir cara dihat vir, wî ew pirrtir didî, dile wî pê şa diwû. Hendi tu nedixwast here derik din, Heval pê dikeniyan, dizanîn ku wî dile xu di Asparikê da yi.
Digotin; Oso te keçika gawir dî, hevalê xu yî musulman ji bîra kirin!
Os ê digot; Hûn gawir in! Ew ji we musulmantir e!
Vê yekê bala Kevork jî kişandi wû, le wî dizani ku keça wî jî li hember Osê bê bersiv nine, ew jî ji wî hez dike.
Rokê li pişta kar, deriye dukanê bi hevra girtin, Kevork got; Oso tu qe çûye meyxana Stenbolê?
Osê got; Estagfurullah! Xadê ne ke! Çi kari min li ew derên meqruh û heram heyî?
Kevork got; Lê ez dixwazim bi te va herin derika wakîna, eger tu naxwazi, kes tişteki nebaş bi te nadi kirinê! Lê ez dixwazim bi te va li ser tiştikî pirr muhim, girîng deng kim!
Os ket şikê, lê nediwêrî, ji wî bipirse, ka ew çi ye!
Bi hevra çûn, li dorberi Galatayê Meyxane hewûn, wî ji derva va ew dîwû, lê bixu qe neketiwû hundirî wana. Hîn ji hevali wî hertim diçûn, hinika ji xu ra dost jî girtiwûn.
Piranî keç û jini xayrimuslima di vir da kar dikirin, Yan jî e çingene û mitriba.
Ketin meyxaneyekê, xadanî wira rum bû. Ew kar piranî rume Stenbolê dikirin.
Kevork naskirin. Romiyekî zikgir û bejnkin, ber bi wana hat; Hosta Kevork te em ji bîr kirin, Gelo me qusurik li hemberî te kir! Çima ne? Yan jî perê te tune ne? Heneke xu bi wî dikir.
Kevork ew bersivand; Rasti Yorgi Axa! Bê pere mam, lê te belaş xizmeta me kir, ma em kêfxaş bin!
Keniyan.
Kevork got; Şûneka bê deng, sukûn bidi me, em dixwazin bi Osman Efendi va tiştekî pirr girîng qise kin!
Yorgi ew fehm kir, pekiya û cihik ra wana da, xizmetkara hema mase pa kirin, ji wan ra meze û du xadax anin, xadaxê araqê, ên ha çûk, qut, ji camê. Ka hûn tiştekî din dixazin paşayê min! Bi rêrgirtin û hurmet ji wana pirskirin. Kevork ji beriya xu hîn mecidiye derxistin da wana. Ew şa bûn û çûn.
Şuneka tarî wû, li quncikan da lambê gazê û neftê dişewitîn, herçû çavi Osê hindik hindik tarî hukirin, hundir baştir xanê diwû. Masê çûk û gilower, li ser sehpayê sê ningî û li dora wê jî çend baliv û kursiyê çûçik hewûn.
Qasi deh panzde kesa di hundir da rudiniştin, li cem hinka jî jinên boyaxkirî, kil kişandî û sing û berê wan vekirî rûdiniştin, bi wan ra ketiwûn gotûbêjê, sohbet û muhabbetê. Li ser textekê jî çend jin û mêrên stranbêj û sazbend stranên eşk û meşkê distiran. Ên ku hinkî serxaş biwûn jî bi wan va tevhev distiran yan jî li pê bi keç û jinên li ba wan va direqisîn, koçekî dilistin.
Osê bi çavi meraq tiji, li wana dinêrî. Di derheqa va derana da pir tişt bihîstî wû, le hîn qe bi çavi serî xu nedî wû. Pirr pê ecewî. Pê kêfa xu jî hat, ew aliyekî din a jiyînê bû.
Kevork xadaxa xu bilind kir û bi serî xu jî ji wî ra got ku ew jî a xu bilind ke Gunehî te li stûyî min! Got.
Os dudil bû, dindariya wî nedihişt ku ew araqê, meyê wexwe, lê nedixwast dilî bavî Asparika porzer û çav heşin jî beşkênî. Çave girtin, di zikî xu da got; Xadê tu min efu ki û xadaxa xu bi ya Kevork va li hevxistin û ew di carikê da daqultand. Ew mîna ku dev, bivîl û gewriya wî şewitand û daket miğda wî. Hilmeka kûr kişand û şaş û metal li çavi Kevork nêrî.
Kevork jî bala xu li ser wî bû. Di ser da ji mezeyên ku hatiwûn xarin, heşe Osê diçûn, lê di tariya meyxanê da vê tu bala kesî nedikişand. Ji xencî Kevork.
Demekê bêyî ku ji hevra tiştikî biwêjin, xarin, vexwarin û li sazbenda mêze kirin. Kevork li ser hev çend cara kuxîya, qirrik xu paqiş kir. Ku wî dixwast qala meseleka girîng, muhim bike, tim war dikir. Osê kelecanik girt.
Wî destpê kir; Oso li welêt yan jî li vira tu keçên ku dilê te têdani, tu jê hezdiki hene?
Os; Na na! Pirr fedi kir.
Oso ez bi sala ji te pirr kaltir im, le ez jî bûm xort, min jî dilgirt evîndar bûm.Yanê bi vê dixwazim ji te ra biwêjim, ku kesek evîndar bi, ezê vê fehm kim, biwînim. Keça min, delalîya min, porsora min jî dilê xu ketiye xortikî. Lê ew xort him ne yêrmanî yi, him jî ne xristîyan i! Lê xûna min jî pirr dikele ser wî xortî musluman! Gelo ez pê dizanim ku ew xorta ji dinî xu, ola xu pirr hez dike, le em jî ji ya xu!
Ez niha jî dipirsim; Ma ez niha çi bikim? Ez naxwazim li ber evîna du dilgirtiya bisekinim. Tu çi diwêji? Musluman û xiristiyanekê dikari bizewici, bêyî ku derbasi dînî wî biwi?
Heta nika qe nave tu xortiki yan jî nave Osê nehanî wû zimên. Os bi xu xu va ket şikê, gelo xortekî din jî dile xu ketiwû Asparika wî? Heşe xu tevlihev bû, ziman di dêv da perçevî, deng bi zorê jê derdiket.
Hoste Kevork ez çûke te mi, ew ne hedda min i ez êqil bidim te! Le qasî ku ez dînî islamê dizanim, tu kesek bi zorê dini xu nagorri, eger ew jin û mêr jî bin! Pêxemberi me s.a.v û pirr sultanê osmaniyan jî bi jinên nemusulman va zewicîne û ew mecbur nekirine ku, ew di dînî wana kev in.
Kevork nefeseka dirêj hilgirt û da. Dev keniya, rû keniya. Barik li ser rawû bû. Xadaxa xu bi meyê tiji kir û ji Osê car din pirs kir;
Oso nika ji bo evîna keçê min û zavayî min!
Osê qadaxa xu giran giran rakir, lê tu ye bê qey pîye xu kut bûwûn. Bi camêriya ji araqê bi yek va ji Kevork pirs kir; Kî ye ew xorta, evîndare Asparikê?
Kevork bi destî xu ew ji stû da girt ber bi xu kişand û got; Lawo min digot qey hafiz pir zirek û baqil diwin, zûtir ber ra terin! Tu yî lawo tu!
Heta nika keçek min hewû, ji vê şûva lawekî min jî heye! Yan jî dilê te ne di Asparikê da ye, min ew şaş fehm kir?
Osê sewt lê qut bûwû; Na na ez pir jê hez dikim! Ar ket cên, devrû lê sor wûn, lê vê yekê di meyxanê da tu bala kesî nedikşand.
Xarina mayî bi lez û bez xarin, Kevork bang kir hesaw da, xatir xwast û rawûn pê.
Kevork got, nika em herin mizgînîyê bi porsora min din jî, bira êşa dilî wê jî sivik bi, bira rûyê wê jî bikene!
Li faytonekê sîyarbûn, ber bi malê ketin rê. Kevork di rê da dest bi klameka bi yermanikî kir. Avayî klamê çiqas nas dihat guki Osê. Jê fehm nedikir, lê te yê bigota qey dengbêjekî di oda kalî wî da bi kurmanci distirê. Ew qas nas…
Dem ber bi biharê wû, erd û ezman hindik hindik şên diwû, dar û gul dipişkuwîn, dengê çûçika hîn bi şêntir derdiket.
drfyildiz@hotmail.de