Serokê komelê, parêzer birêz Levent Kanat li jihevkirinê axaftinek kir. Di axaftina xwe de, wî hewcetîya komelê, armanca komelê û ji bo Kurdên Anatolîya navîn, girîngîya wê anî ziman. Ji her partîyek kurdan, ji sazîyên civakî yên şarwer(sivil), ji rojname û kovaran, ji herçar perçên Kurdistanê TV, akademîsyen û vekîlên kurd beşdarî kokteylê bûn. Ji beşdaran; Mamoste Dr. İsmail Beşikçi, ji vekîlên HDP Mehmet Mîr Dengîr Firat, Kadrî Yıldırım, Leyla Güven û ji Kurdên Anatolîya Navîn Akademîsyen prof. Dr. Halil Sarıaslan yek axaftin kirin. Her yekî ji wanan, girîngîya damezirandina komelê anîn ziman. Birêz Kadrî Yıldırım, di axaftina xwe de got, „gelek partîyên kurdan hene. Komeleke çandî pirr girîng e. Hewcetîya kurdan zêdetir bi komelên çandî yên ku ji bo dîrok, çand, ziman û folklorê lêkolînan pêkbînin, heye.“ û pesandina damezirandina komelê kir. Ji dervayî welat; bi navê Platforma Kurdên Anatolîya Navîn, birêz Ahmet Gezer û du hevalên wî, bi navê kovara Bîrnebûnê birêz Haci Erdoğan beşdar bûn. Di dûv axaftinan ve, sohbetên germ pêkhatin.
Li kokteylê KOMKURD-ANê, danezanînek li beşdaran û rojnamevanan belavkir. Di wê de, armanca xwe anîne ziman. Ji bo xendevanan min ew jî bi derxiste jêr.
“DANEZANA DAMEZİRANDİNA KOMELEYA ÇAND, PİŞTEVANÎ Û PİŞTGİRÎYA CİVAKÎ YA KURDÊN
ANATOLÎYA NAVÎN
Civakeke ku nirxên xwe yên dîrokî û yên çandî pêş nexe, mirov nikare behsa geşedanên wê civakê bike. Di roja me ya îroyîn de li ser rûyê cihanê geşedenên di warê pêşketina teknolojiyê, zanist û ragihandinê de yên bi lez û bez pêk tên dixuyên. Lê mêtînger û paşverû ji van geşedanan zêdetir sûdê werdigrin; teknolojiya pêşketî bikar tînin, xurtir dibin. Kar û barê hêzên emperyalan hêsatir dikin. Ji ber vê yekê pêwistiya xurtkirin û pêşxistina tekoşîna gelên di bin zexta de nin ji her demê zêdetir derdikeve pêş. Di vê rewşê de em dibînin ku ji hêza emperyalan ya ku erdnîgariya Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe teşe danê û parve kirine zêde kêm nebûye.Wan welatê kurdan kirine çar parçe û plansaziya bi bişavtinê tunekirina kurd kirinene meriyetê.
Bi van pêkhatinan kurdên Anatoliya navîn zêdetir bandoreke neyînî dijîn, bi bişavtineke tund re rû bi rû mane. Di van şert û mercan de pêwistî bi birêxistinbûneke bi rêk û pêk, tekoşîneke xurt heye.
Gelê Kurd, yek ji gelên ku di dused salên dawiyê de ji cihên wan hatine dûrxistin, li kirin ku li ser erdnigariyeke din bijîn in. Bi gelemperî tê payîn ku gelê kurd di navbera salên 1750 û 1800’an de peyde pey ji welatê wan Kurdistanê hatine koç kirin û dûr xistin. Di vê pêvajoyê dîrokî de ji bo kurdan wekî Xoresan, Anatoliya navîn, Rojhilata navîn, herêma Kafkasyayê(ya nêzîk û dûr) cihên lê kurd hatine koçberkirin derdikevin pêş. Bi koçberkirinê gelê kurd ji welatê xwe hatiye dûrxistin, hewl hatiye dayin têkiliyên navbera wan bên qut kirin. Helwesta desthilatdaran a ji hev bike û bi rê ve bibe ketiye meriyetê. Her wiha hatiye payin ku bi bişaftinê yekser bên tune kirin. Gelê kurd bi van kirinên kirêt re rû bi rû maye.

Ev dused sal in gelê kurd ji welêt koç kiriye û li çolên Anatoliya navîn bi cih bûne. Digel pêkutiyan û dûrketina ji welêt kurdên Anatoliya navîn zimanê xwe, çanda xwe û gelnasiya (folklor) xwe ya resen heta niha parastiye. Kurdên Antolya navîn ji ber dûrbûn û mercen fizîkî, astengiyên siyasî têkiliyeke xurt bi xizmên xwe û kurdistaniyan re nikaribûne daynin. Têkiliyên di serî de heyî jî di borîna demê de di asta qutbûnê de maye. Kurdên Anatoliya navin di destpêka koç kirinê de di nav tixubekî biçûk de jiyana koçeriyê domandine. Di nîvê salên 1800’î de bi zagona binecih kirinê(Îskan) cihên lê jiyane hatine bicih kirin.
Dibe ku bi vê helwestê hatiye xwestin ku deriyê vegera welêt yekser bê girtin e. Di borîna demê de cihên lê hatine binecih kirin ji xwe re wek welat pejirandibin jî bi tu awayê welatê wan ji bîra wan neçûye, li hemû taybetmendiyên xwe, kurdayetiya xwe xwedî derketine, parastine.
Hesreta axa welêt bi xwe re her tim dane jiyandin.
Digel van tesbîtan em di nav nivîsên geroke û misyonên rojavayî de rastî hin agahiyên cuda tên. Li gorî van agahiyan demeke pir berîya koç kirinê kurd li Anatoliya navîn jiyabûne.
Em Kurdên Anatoliyê di serê salên 1960- 1970’an de di nav komele û rêxistinan ku ji hêla kurdên ciwan û rewşenbîr ve hatine saz kirin de dibînin. Têkuşîna Azadî û Demokrasiyê ya kurdan a di salê 1980’an de bandoreke mezin li wan kiriye, hişmendiya neteweyî xurtir bûye, ji bo wan hêviyên mezin afirîne. Kurdên Anatoliya navîn bi piranî ji Rişwanî ne. Rişwanî konfederasyoneke eşîran e. Ji bilî vê eşîrê Canbegî û Şêxbizinî jî henin. Ji bilî van li der dora Aksaray û Nîgdeyê li derdora çiyayê Hilkecikê kurdên ku bi zaravayê dimilkî diaxivin jî henin.
Kurdên bi giranî di nav tixubên Enqereyê, Konyayê, Kirşehirê, Aksaraye, Kirikaleyê, Çankiriyê û li Kayseriyê dijîn ku ji wan re Kurdên Anatoliya navîn tê gotin zêdeyî wan sunî/henîfî ne. Hejmara elewiyan pir hindik e. Zêdeyî kurdên Şêxbizinî jî sunî/şafiî ne. Di nav kurdên Anatoliya navîn de cudahiyên mezhebî û eşîrî wek pirskirêk zêde rû nedane, nasnemeya kurdayetiyê ew nêzîkî hev kirine, têkiliyên wan bi hev re bi germî domyaye. Têkilî bi zewac û bazirganiyê (bi taybet bazirganiya heywan) xurtir bûne.
Hejmara şeniyê kurdên Anatoliya navîn di van salên dawiyê de du qat zêdetir bûye. Ev yek jî ji koça ji sedema şerê ku ev sih salin didome pêk hatiye. Bi vê koçê di navbera kurdan de têkiliyeke xurt afiriye, hişmendiya neteweyî ji berê xurtir bûye.
Digel tunebûna lêkolîneke akademîk û zanist tê payin hejmara şêniyên Kurdên Anatoliya navîn serdestirî nîv milyonî ye. Van kurdan heta salên 1960’an hemû kurdewariya xwe parastine û jiyane. Zimanê dayika xwe bikar anîne û nifşên nû fêrî kurdî kirine. Lixwekirinên jinan, keçik û kal û pîran bi resentiya xwe hatiye parastin, sewal xwedîkirin, petina xwerinê, gotinên stran, govend û hwh. bi resenî hatine parastin û jiyandin. Em dikarin bibêjin ku di 1950 û 1960 tan şûn de çûna zarokan a dibistanan û xurtbûna têkiliya bajarvanitiyê deriyê asimilasyonê li kurdan vekiriye. Di 40 salên dawiyê bi taybet di serî de televizyon, medyaya dîtbarî, internetê yekser deriyê asimilasyonê vekiriye hemû nirxin kurdayetiyê niha bi tunebûnekê re rû bi rû ye. Asimilasyoneke ku li demeke dirêj hatiye balav kirin di meriyetê de ye.
Em vê komeleyê ji bo bidest xistina:
1. Jiyaneke azad û wekhev,
2. Ji bo berterefkirina xetereya
asimilasyonê
3. Ji bo jiyandin û pêşvebirina
çandê. Ji bo vê yekê di nav
hewldana ku çanda me ji hêla
Neteweyên Yekbûyî ve di nav
bernameya parastina çandê de
cih bigire,
4. Ji bo bidestxistina perwerdehi
ya bi zimanê zikmakî,
5. Ji bo destpêkirina lêkolînên
dîrokî yên zanist û bêalî,
6. Ji bo ev xwastekên me bên bi
cih anîn û bi zagonan bên
misogerkirin di qada fermî de
bi dengekî bilind daxwazan
binîn ziman” saz dikin.
Kurdên Anatoliyê perçeyekî gelê kurd e. Em hê jî bi van hestan dijîn. Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmaki, yek ji mafê mirovan ya bingehîn e. Asimilasyon sûcê mirovahiyê ye.”
Rêvaberên komelê ji bo pêşerojê ve di civînên xwe de, çend bîryar girtin. Komîsyonên xwe amede kirin. Ez jî, ji wanan re serkeftinê dixwazim û rêya wanan ji hev be, mala wanan ava be.
KOMKURD-AN ê roja 30.02. 2016 an de, bîrêz Nacî Kutlay dawetî komelê kirin. Ji bo ku ew, bi endamên komelê ve sohbet bike û ji bo têkilîyên KAN û Kurdên Kurdistanê fikir û ramanên xwe bîne ziman. Ew sohbeta jî, gelek baş derbas bû. Qasî 50-60 kes ji endamên komelê beşdar bûn. Kek Nacî, bi sohbetek xwaş bîranînên xwe kat kirin. Bi beşdaran ve sohbet kir, ew naskirin, ew jî gelek kêfxwaş bû. Di wê sohbetê de, xanima kek Nacî, xaltîya me Azîme jî hebû. Wê jî, jin û keçên KAN naskirin, sohbet kir û gelek kêfxwaş bû. Rêveberên komelê, bîryar girtine ku her mehekê sohbet an jî panelek wisa lidarxin.
Mem Xelîkan
memxelikan@hotmail.com