Piştî rojên zivistanê yên sar, tarî û dirêj bi hatina biharê re rojên germ û ronî dilşahiyekê dide meriv û
tevgereka din dikeve nav xwezayê. Bi tava rojê dunya germtir û xweza xweşiktir û jîyan li hember meriya şîrintir dibe. Xwazika hemû demsal wek biharê bûna…
Aniha li welatê me li her derê gul û gulsosikan reng dane. Jîyan li ser erdê dêûbavan li gor erf û edetên xwemalî di mehên biharê de geş û şîrintir e.
Di vê hejmara biharê de em ê bi nivîsên li ser bûyerên dilşa bi hev re bin. Kurdên Anatoliya Navîn piştî koçberiyeka bi sedsalan cara yekê ye ku li welêt bi navê xwe û ji bo parastina ziman û nasnameya xwe ya kurdî hatin ba hev. Bi navê KOMKURD-AN xwe bi rêxistînî kirine. Ji hevkarên me birêz Mem Xelîkan li ser şahîya vekirina komeleyê, bi sernivîsa Kokteyla KOMKURD-AN nivisîye. Em li vir careka din vê xebatê pîroz dikin û ji hevalên rêvebir re serkeftinê û ji bo ev xebat pêşkeve jî ji hemû kurdên ku li herêma Anatoliyayê ne, piştgirîya vê hewildanê hêvî dikin.
Celal Sönmez, bi sala ne ku li Swêdê li şaredariya Botkyrkayê mamostê zimanê kurdî ye. Piraniya şagirdên wî ji kurdên Anatoliyayê ne. Mamoste, li ser metodên fêrbûna xwendinê û pirsgirekên perwerdeya bi zimanê kurdî tercubeyên xwe bi sernivîsa Em dinivîsin, çunkî em dixwazin fêrî xwendinê bibin nivisîye. Nivîseka balkêş e.
Bi sernivîsa Cejna roja zimanê dayîkê Mem Xelîkan di nivîseka din de agahiyên li ser vê civînê pêşkeş dike.
Muzaffer Özgür bîranineke bi navê „Rêvitî û cîhbûna li Ewropayê pir giran bû“ li ser koçberiya kurdên ji Anatoliyê ya salên piştî 1965an ber bi Ewropayê nivîsîye. Jîyana ji cîh û warê xwe bidûrketin, li xerîbistanê bi ziman û çandeka nû ve rûbirûbûyîn û zahmetîyên koçberîyê ji serpêhatiya xalê xwe, bi me ra parve kiriye.
Mûlla Evîndar serpêhatiyeka berê bi navê Dergîstî bi devoka reşîyên Anatoliyê nivîsîye. Zewaca berê ne weka nûha bû. Pirê caran dê û bavan zarok dizewicandin, bêyî ku keç û xort hev bibînin. Li ser zewacên wê demê li her gundekî kurdên Anatoliyê serpêhatîyên pir rengîn hene ku îro di nav civata me da bûne pêkenîn. Pêwîstî bi berhevkirina serpêhatiyên weng hene. Ev jî parçeyeka kevneşopiyên me ye û ev yeka siberojê ji bo pêşxistina wêjeya kurdî dikare roleka taybetî bilîze.
Memê Mala Hine çîrokeka bi navê Komsorik ku li gundê xwe bihîstiye berhevkiriye û herwiha taybetmendiyên çîrokên li ser pîrika merixur nirxandiye.
Birêz Nuh Ateş bi sernivîsa Serpêhatiya merivekî ku veguhêriye, bûye kêzika Frans Kafka wergerandîye kurmancî. Ev beşa dawîyê ji wergerê ye ku di hejmarên berê yên Bîrnebûnê de hatibûn weşandin. Bi vê xebata hêja ya wergerî birêz Nuh Ateş hem hunera Kafka bi kurmancî bi me dide nasandin û hem jî gotinên nû li wêjeya kurdî zêde dike.
Rohat Alakom di nivîsa xwe de kitêba Hêstirên Giraniayê dide nasîn. Alakom nîşan dide ku ev kitêp ne tenê bo zarokan hatiye nivisîn, herwiha kitêp ji bo salmazinan jî balkêş e.
Seyfî Doğan bi sernivîsa Wêne wêneyekî şirove dike û li ser girîngiya wêneyan disekine.
Di nivîseka din de Seyfî Doğan serpêhatiyeka jineka reşîya dide nasîn. Seyfî Doğan ev serpêhatiya ji devê bûka malê Hesî Reşîya Eşê, hildaye û bi zaravayê reşîya bi me re parve dike.
Bi sernivîsa Şîrîna Min, Welatê Min! birêz Gurdo xebatek li ser çend gotinên kurdî disekine û wan gotinan bi zimanên din ên Ewropa ve dide ber hev.
Serdar Öztürk, sê pêkenokên bi kirmanckî Luye û Pisike, Luye û Kelo Bêaqil, Luye û Engure, nivisîne.
Birêz Hesen Polat di nivîsa xwe de mijara mezinkirin û perwerdeya zarokan de rola malbatê di kesayetîya zarokan de çiqas girîng e, lêkolaye.
Dr. Mîkaîlî bi zaravayî mikaîlîyên Polatliyê rêzenivîsa xwe ya Sîyarê têrika, beşa gera li Stenbolê dike. Ev serpêhatiya mikaîlîyan bi çend wêneyên wê demê ve hatiye xemilandin.
Ahmet Yaşar, di vê hejmarê de gotareka balkêş nivisîye. Di demeka weha ku li Rohilata Navîn û Kurdistanê ji sedema şer xelk mecbûr dimîne welatê xwe diterkîne û berê xwe dide welatên Ewropayê.
Berat Qewîendam li ser bawerî û rêûresmên demsala zivistanê, çand û folklora kurmancên Xorasanê ku piranîya wan li gel kurdên Anatoliyê hevpar in, nivisîye.
Seyidxan Anter li ser kitêba Şopên şewata Licê-1993an û bîranîneka xwe ya ji gereka li Lîcê nivisîye.
Marîna Siyabend li gor bîrûbawerîya kurdên êzdî yên li Ermenîstanê roja Newrozê çing pîroz dikin, bi navê Kiloça serê salê… nivîseka balkêş nivîsîye.
Bi gotina Marîna; kiloça serê salê, hêkên rengîn û agirê Newrozê bila bibin sembola yekîtî û serxwebûna kurdan. Û bi vê helwestê Newroza 2016an li we pîroz be!
Ali Çiftçi