Çûme welêt

Adem Özgür
Min li zanîngeha Çewlikê li beşa çapemeniyê xwend. Çapemenî him ji bo min tiştekî giring e, him jî ji bo kurdên Anatoliyê kêmasiyêka mezin e. Ji bo vê, min li zaningehê tiştên nû hu dikirin li ser çand, huner û diroka kurdên Anatoliyê nerîtî dikir. Heta ku min zaningeh teva kir, ez li ser vê mijarê dişixûlîm. Teza min î tevakirinê jî li ser kurdên me yê Anatoliyayê bû. Nêzikî salekê li ser vê dişixûlîm û li vê navberê min pir tişt êvisî.
Rojekê, em ji sinavê derketin û min biryar da kû ezê herim Entab û Mereşê, ba meriyên xwe. Min him dixwast wan bibinim, him jî dixwast li ser teza xwe yê tevakirinê agahdarî berehev kim. Nivî şevê ez li otobusa ku tere Entabê siwar bûm. Ez seda li saet deha li Entebê bûm. Apê Kemal hat ez ji qerêj heynandim. Em her du bi hevra çûn mala wî.
Apê Kemal û xanima wî herdû bi tenê dimên. Keçika wan li zanîngeha Rihayê dixwînê û lawikên xwe jî ji wan cê ne. Wextê min wan dîtin ez pir şabûm û min Apê Kemal hemêz kir.
Bi rastî merov dizane ku emê ji vir in. Tişteki pir cûda ye!
Me bi xanima Apê Kemal va hevdû naskir û ez derketim derva. Çûm ba lawkî apê Kemal, navê wî Mahmut bû. Me tengê bi wî ra deng kir û li hemberî dikanê wî mêrikik hebû, Mahmut got ew mêrika li ser dîroka me pir tiştî dizana. Ez çûm ba wî, ew jî mîna apê Kemal zivistanê li Entabê û havînê jî li gundî xwe dimînê. Navê wî Mistefa bû. Mistefa 65 salî bû û pir caran hatibû Kirkpinarê û gundê me, Yeşîlyurtê (Kulu) . Apê Mistefa nêzikî du saeta ji min ra qala dîroka kurdên Anatolîya Navîn û gundê xwe kir. Min bi apê Mistefa ra got, wextê carekê din hatî Konya û Enqerêyê, were mala me jî.
Ez ketibûm teşqelêkê mezin, şa dibûm. Min êdî meriyên xwe dîtin û ez li ba wan bûm. Lê min bi apê Kemal ra digot, ez li vir namînim, ezê herim gund, gundê xwe. Apê Kemal qebûl nekir, got “em îşev li vir bin, tu tucar nehatî vira, li vir rakeve.” Bêçare ez li wir raketim, em seda saet dahan da derketin rêya gund. Ez, apê Kemal û xanima wî. Navê gundî wan Karahuyuk e û giredayê navçeyê Pazarcikê. Pazarcik jî navçêya Mereşê ye.
Nêzikî 40 deqqe şûnda, em di gund giheştin. Gundekî piçûk û kevn bû. Malên nû jî hene, lê piranîya wan kevn in. Zevîyê wan, darê wan û heşinayîya wan pir bûn. Li ber her derî, li ber her malê û li her quncikî dar hebûn. Xortên wan yan li Mereşê, yan li Entabê, yan jî mîna me li Ewrûpayê ne. Piranîya wan terin Îngîlîztanê.
Em siftê çûn mala apê Kemal, êdî ew giran giran tên gund. Zevîyên wan, dar û bostanên wan li gund in, gereg li wan mes kin. Me hinek mala wan berev kir û min got, ezî herim ba merîyên xwe. Derketim rêyê û sifte çûm ba pîrikê Fat. Fatê 72 salî bû û bi dîtina min pir şa bû, girî. Me hevdu hemêz kir, hevdû pirsî û em ketin hundir. Maleka kevn bû û di bin da jî axur hebû. Pîrika Fat va dirêj dirêj qale zemanê berê dikir. Kengê em çûn Anatoliya Navîn, me çing hevdû dît û pirsên din dihatin ser ziman.
Min gişk naskirin: Kî lawkê kê, kî keçka kê…
Şev bû û ez disa çûm mala apê Kemal, wana karê xwe teva kirin, zobe vêxistin û çaydan dan ser zobê. Hundir germ bû, lê hundirê min jî pir germ bû. Ez heta niha tu car nehatim vî gundî, piranîya wan jî min nas nedikir. Gundekî piçûk û şîrîn; meriyên xwîngerm bûn.
Seda bû ez çûm ba apê Şîxo, mezinê apê Kemal bû. Li ber qerejî xwe dar hûr dikir, xanima wî jî çay dikeland. Me hevdû nas kir û ez li ber jûnî wî rûniştim. Min got ji min ra qalê xwe, piçûkahîya xwe û mezinên me bike. Apê Şîxo mîna kalê Mehmik bû. Serçavê xwe, dengkirine xwe û xûyê xwe… Min got “apê Şîxo, tu mîna kalê Mehmik î, ew jî mina te ji seda heta êvarê di qerêj da ye.” Saet dahan da heta nîvro şûnda ez li ba wî runiştim û wî ji min ra qalê zemanê berê dikir. Paşê kesên din jî hatin, me nan xwar, çay vexwar û me dirêj dirêj sohbet kir.
Şeva dawî meriyên me gişk hatin ba hev; mala pîrika Fat nan çê dikirin. Ji bo min çêkirin. Bangê cîrana jî kiribûn. Di hundur da pir kes hebûn, min li wan sêr dikir.
Baş bû, tiştekî giring bû, lê ez bi tiştekê berxe diketim. Wana bi tirkî deng dikir, kurmancî zêde nedizanîn. Min bi wan ra kurmancî deng dikir, wana tirkî bersiv dida. Min got, ma hûn çima bi kurikên xwe ra bi tirkî deng dikin; digotin me ji bo ziman pir çile dît, ma ew jî nebînin. Ez sê şeva li wir mam û heta çûyina xwe min bir kurmancî deng dikir. Bajarekî Kurdistanê kurmancî nizanê, lê çend sal in kurdên Anatoliyayê Navîn , zimanê xwe diparêzin. Min ji wan ra digot, ev tiştekî pir eyb e, gereg hûn kurmancî vi ber wan xin. Apê Şîxo nêzikê 70 salî bû û ji min ra got “tu tirkî dizanî xersê, ez ji we ra qalê tiştekî bikim.” Wê şeve min her kes dît, xatirê xwe ji wan xwast û ez derketim rêyê. Rêyek dirêj. Bingol nêzikê deh saet diajo. Min hemû tiştên ku min dîtin û tiştên bo min ecêb hatin li xetê nivîsand. Gereg merov li dîroka xwe, koka xwe xwedî derkeve…
52 sal şûnda koka xwe dîtin
Di facebookê da hevalekî ji Haymeneyê ji min ra peyamek şand û got jinikek li gundî atkafasî digerê. Min meraq kir, kî bû û çima li gundê me digerî. Min jê ra peyamek şand û me li ser medyaya civakê hevdû naskir. Mamoste bû, ji gundekî Sêwas-Gurunê bû. Çend
sal in bixwe û bi malbata xwe va li meriyên xwe digerîn. Me hevdû li Enqereyê dît, em hatin ba hev.
Me dirêj direj sohbet kir û eşkere bû kû ew kurd in û mirovê wan ê ji gundî me, ji malê Olî Cenê û malêEşêElêbûn.Çendsalabervê, Tahsin î Eşê Elê, wextê xort bûye, çûye wira û ji wî wextê şûnda hevdû wenda kirine.
Ez li mala Eşê Elê û li mala Olî Cenê geriyam, wan jî qebûl kir, gotin ew meriyên me ne û çend sal in em li wan digerin.
Bi vî eşkereyê û bi gotina malê Olî Cenê û malê Eşê Elê kesên ji Sêwasê pir şabûn. Em çend cara hatin ba hev û me bahsa kurd bûnî dikir. Ew dibêjin, me çend sala nedizanî ku em kurd in yan tirk in yan jî ereb in. Êdî ew jî eşkere bû û ew niha dibêjin emê bi her kesî ra bejin “em kurd in!”
Min va mijara li Enqereyê ji nivîskar brêz Mehmet Bayrak ra jî qal kir, wî jî digot li gundên Gurunê kurd û ermen pir in. Bi gotina brêz Bayrak şûnda jî, me bi xelkên Sêwasê va hevdû dît. Min ji wan ra qal kir û êdî ew çav dikin ku werin gundê me. Yan jî gundê xwe!