– Serpêhatiya merivekî ku veguhêriye, bûye kêz –
Gregor ji mahekê zêdetir ji ber birîndarîyê dikişand. Çima ku tu kesî newêrîbû ku sêva mîna nîşana yadigareke berçav di cane wî da hatibû xwarê derbixe. Êdî bav bilem gihêştibû wê qonaxê ku Gregor, dîmena wî ya niha çiqas xemgîn û bed be jî, kesekî ji malê bû û nedibû ku meriv mîna dijminekî lêbinihêriya, û berevajî erkekî malbatî bû ku meriv bêzarîya li hemberî wî li xwe rawire û tehemûl bike, tenê tehemûl, ne tiştekî din.
Ji avrûyê birînê da, Gregor tevgera xwe, îhtimal ji herdemîyê ra wenda kiribû. Û vê hengavê ji bo çûyîna wî ya ji kûncekî odeyê hetanî kûncekî din, mîna ku kalekî kûd be, wexteke pir dirêj lazim bû û xûşîna berjor jî êdî ne mimkûn bû. Lê bi fikra wî, mîna ku bedelê neçêbûna rewza wî be, derfeteke din ya têr cihgir derketibû pêş wî. Her dem, devdeve êvarê derîyê odeya mêvanan yê ku wî, mîna ku ji xwe ra kiribe edet, seatek û duseatan pêşda rind bala xwe didaye, dihate jihevkirin. Bi vî awayî wî dikanîbû di reştarîya odeya xwe da, bi şekla xwedirêjkirî û ji odeya mêvanan va nexûyakirî, malbatê gîşt li ber maseya bi çireyan ronîkirî bibîne û dengkirina wan, tu yê bibêjî bi îcazeya gîştî, ji ya berê pir cihêtir bibihîze.
Bê guman evana ne mîna sohbetên bi tîn yên demên rabirtî bûn; yên ku Gregor bi dilxwazî di odeyên piçûk ên otelan da, gava ku wî bi halekî westîyayî xwe mecbûr diavete nav nivînên kamdar, bi bîr dianîn. Niha ew pirtir bêdeng radibihurîn. Bav ji xwarina şevê bi şûnda, di paldanka xwe da zû dikete xewê. Dayê û xwangê hevûdi sewa bêdengîyê tembî dikirin. Dayê berve binê ronîya çireyê xwarvehatî kincê narîn ji bazirxaneyeke modeyê ra didirûya. Xwangê ya ku li ser karê firoşgerîyê bû, bi omdîya ku karekî hîn rind bibîne, êvaran sitenografî û frensî dihêvisî. Carna bav bi xwe dihêsîya û mîna ku hay jê neye ku ew raketîbû, digote dayê: “Îro dîsa ji kîngê va ye tu didûrî!” û hema dîsa radiket; wê demê dayê û xwangê bi rûkenîyeke sivik li hev mês dikirin.
Bavê bi înad red dikir ku ûnîformaya xwe li malê jî ji xwe biêxe; halbuku pîjemeya wî li boşê pê niçikê kincan va darda kirîbû; ew bi kincên lixwekirî gîştan va li cihê xwe di xew da diçû, te yê bigota, ew î her dem ji xizmeta serdarê xwe ra amede û li benda dengê wî ye. Ji ber vê jî, ûnîformeya ku ji sêri da ne nû bû, û her çiqas ku dayê û xwangê bi îtina lêdinihêrin jî, pakîya xwe wenda kiribû; û Gregor pir caran bi dirêjîya êvaran li vê kinca bi leke ya bi pişkojên zêrkirî, tim pakkirî û birqokî û tê da merivê kal pir ne rehet lê haşt radiket, dinihêrîya. Çawa seat dihate dehan, dayê bi dengekî nizm bang dikir ku bavê ji xewê rake û dûv ra wîqanî bike ku ew here nav nîvînê. Çima ku li cihê ew lê bû, xeweke xwaş ya ku ihtiyaca wî pê hebû, ne mimkûn bû; û gerek ew li seat şeşan biçûya ser wezîfeya xwe. Lê ew bi înad ya ku jikî xizmetkarîyê dike lê peyda bûbû, ji ya xwe danedigerîya; û her çiqas ew li wir her dem di xew da biçûya û paşê birina wî ya nav nîvînê bi zehmet bûya jî, dixwast dirêj li ber maseyê bimê û nedikete ser ku paldankê têke berginde nîvînê. Her çiqas dayê û xwangê sewa ku wî qanî bikin, bi bergerîn û sergerînan bi ber dil da biçûyana jî, wî çaryek seatê serî giran badikir, çav digirtin û şûna xwe nediterikand. Her çiqas dayê radihîşte hûçikên pîyên kincên wî û şorên xwaş bi pistepistkî di guhên wî da digotin û xwangê jî sewa ku alîkarîya dayê bike karê xwe cihdihîşt, dîsa li ser bavê tu tesîr nedikir. Her diçû ew hîn pirtir di paldankê da dihate xwarê. Kîngê ku jinan bi binçengên wî digirtin, hinge wî çavên xwe vedikirin û bi dorê li dayê û xwangê mês dikir û ev gotinan dihatin ser zimanê wî: “Ev jîyanek e. Ev aramîya rojên rabirtî ye.” Û bi palpiştîya her du jinan ew bi çetinahî radibû ser xwe, mîna ku li xwe bûbû barekî giran û cihdihîşt ku jin wî hetanî ber dêrî bibin, li wir nîşana besbûnê dinimand û bi serî xwe diçû; pê ra, ji bo ku bidin pey bavê û dîsa ji wî ra bibin palpişt, dayê tiştê xwe yê dirûnê û xwangê jî qelemê xwe bi lez cihdihîştin.
Ji vê malbata hincirî û têr westîyayî, viqasî hewce ye wexta kê hebû, ku destê xwe bi ser Gregor ra bigire? Bûtçeya malê her diçû kêmtir dibû; keçika xizmetkar ji kar hatibû derxistin; xizmetkareke mîna qedene û bi porê gewr yê pêlpêl sewa ku karê giran bike sibeh û êvaran dihate malê. Bi her tiştên din ra dayê, li rû karê dirûnê, eleqedar dibû. Hetanî ku bi gewherê malbatê gihê yên ku dayê û xwangê di demên rabirtî da, bi dilşahî li kombûn û şênahîyan bi xwe da dikirin, hatibûn firotin û Gregor ji sohbet û şewrên malê bi bihayê wan hêsîyabû. Derdê pir giran û domdar ew bû ku meriv nedikanî apartimana ji bo rewşa hîngê pir mezin biterikînê, ji ber ku çawabûna malguhêrîna Gregor nedihata tesewurkirin. Gregor tê digihêşt ku malneguhêrîn ne tenê ji avûrûyê wî da bû; meriv dikanîbû wî di kodikeke guncaw ya bi çend qulên nefeshelnanê da, bi hêsanî bar bike. Ya ku malguherîna malbatê nedihîşt pirtir bêhêvîbûn û hizira şikestina wê bû ya ku qet nehatibû serîyê tu kesî din î ji mermalî û nasan. Însanên xizan ku dinya jê çi bixwaze, di bin şerdên pir giran da be jî, tînin şûnê. Bavê ji memûrê piçûk yê bankeyê ra taştî dianî; dayê ji bo kincê xelkê xwe xişhal dikir; xwang li gor fermana mişterîyan di paş refmaseyê da, virda û wêda dimeşîya; jê vê zêdetir guca malbatê nedigihaye. Birîna li piştê Gregor ji nû va destpê êşînê dikir; gava dayê û xwang, ji birina bavê ya nav nivînê vedigerîyan, kar li cihdihîştin, li tenişta hev rûdiniştin û serî digihandin hev. Gava niha dayê berî berve odeya Gregor digot, “Grete” derî han bigire lê,” û gava Gregor dîsa di reştarîyê da dima, jinan li tenişta hêstirên çavan tevhev dikirin yan jî bê hêstir mat li maseyê mês dikirin.
Gregor şev û roj hemahema bê xew derbas dikirin. Carina weng difikirî ku vê carê dêrî vebû, ew ê karûbarê malbatê mîna berê helne ser xwe. Ji demeke dirêj şûnda, dîsa serdarê bazirxaneyê û berdevkê wî dihatin bîra wî; katib û berdestik, xulamê fahmkor, du û sê hevalên ji bazirxaneyên din, keçika xizmetkar ya oteleke navçeyî, êvînek, bîranînên demkî, qasedareke bazirxaneya lengeran ya ku wî cidî di dorê ra bazdida, lê ku dihate rûniştina li ser kevirê xwazginîyê xwe giran dikir. Evana gîşt bi yên yad û jibîrkirî va tevhev, şûna ku alîkarîya wî û malbata wî bikin, ji ragihîştinê ra ne amede bûn. Û ew bi kêmbûna wan şa dibû. Lê paşê, dîsa hewêsa wî dişikest ku bi malbata xwe ra eleqader bibe. Ji ber xwedîkirina neçê ew pir sur dibû. Û her çiqas wî nedikanîbû bîne ber çavan, ka dilê wî ê bixwasta, dîsa jî plan çêdikir ji bo ku ew ê çawa bikane bikeve kulîna xwarinê û ku ne birçî be jî, dilê wî çi dixwast bibira. Bêyî ku niha pir li ser bifikire, da ku meriv ê bi çi bikane ji Gregor ra xwaşikîyeke xas bike, xwangê bi lez, berî ku sibeh û nîvrojan bimeşe dikanê, bi lingê xwe pê tiştekî ku bihê xwarinê va dida û diavête odeya Gregor û paşê, êvarê wî tiştî, bi guhnedayî û bêyî ku bi ser ra mês bike, ka xwarin tenê hatiye tamkirin yan – wekî pir cara– qet destpênekirî mabû, bi derbeyeke şijingê berve derva rêş bike. Êvaran wê êdî tim bi lezîyeke ku di ser ra tunebûn, ode berehev dikir. Li ser dîwaran çizîyên qilêrê, li vir û wê kuçên tozê û bermayîyan xuya dikirin. Di dema pêşîyê da, gava xwang dihate odeyê, Gregor xwe di kuncên weha pir balkêş da bi şûn dikir, mîna ku bixwasta bi vê dîmenê, sitem li xwangê bike. Lê ku ew li wir bi hefteyan bimaya jî, xwangê dîsa helwesta xwe berve çêbûnê nediguherî. Wê jî mîna Gregor qilêr didît, lê qerar dayîbû ku wê di cih da bihêle. Pê ra, wê bi hesasîyeteke pir nû ya ku malbatê bitûn vegirtibû, dîqet dikir ku berehevkirina odeya Gregor para wê bimîne. Carekê dayê odeya Gregor ji sêrî hetanî binî bi çend helbik av pak kiribû, lê bi pirbûna kamîyê Gregor nexwaş diket û ew bi panî, mûrizbitahl û bêlivîn li ser qenepeyê dirêj ketibû. Ji ber vê, dayê ji cezaxwarinê nefilitîya. Çawa ku xwangê êvarê guherîna di odeya Gregor da dît, pê pir êşîya, sur bû û cîhlê bezîya odeya mêvanan û li hemberî dayê ya ku bi bergerînî destên xwe berjor helnabûn, horûhor girîya. Dê û bav berê pêçekê matmayî û neçar li wê nihêrîn, bav hema ji paldankê pekîya paşê bavê berî berve hêla rastê lome li dayê kir, çima ku wê pakkirina odeya Gregor ji xwangê ra nehîştîye; dûv ra berve çepê lê xwangê vegerî, bi qîrînî got, ku êdî niha şûnda îcaze tune ew odeya Gregor pak bike. Dayê bav yê ku ji ber hêrsbûnê hay jê xwe nebû, bi xwe ra kişand û bir odeya raketinê; xwangê ya ku ji ber îskeîskan lerizî bû, bi mistên xwe yên piçûk pê maseyê va didan; û Gregor ji hêrsa ra bilind difişîya û qet nedihate bîra kesî ku derî bigre û wî ji van dîmen û qîrvîrîyan dûr bihîle.
Şayed ku xwang ya ji ber barê pîşekarî xişbûyî û her çiqas jê bêzar bibûya bilem, wekî berê Gregor xwedî bike, hinge qet ne minasib bû ku dayê şûna wê bigirta û divê Gregor nehatiba îhmalkirin, ji ber ku niha êdî xizmetkar hebû. Ev jinebîya pîr ya di temenê xwe yê dirêj da, di saye bedena xwe ya bi hestîyên pît çileyên giran derbas kiriye, arast qet ji Gregor nefret nedikir. Bêyî ku bi awayekî meraq bike, carekê wê tesaduf derîyê odeya Gregor vekiribû û gava ew raste Gregor hat, yê ku heyret mabû û her çiqas ku kesî rasere wî nedida jî, dest pê çûyîn û hatina vir da û wê da kiribû, ew dest di paşilê da ecêbmayî dawestîbû. Ji hinge va wê kiribû edet, her sibeh û êvarê rêkûpêk derî hendik vedikir û bi ser Gregor ra mês dikir. Di destpêkê da, wê bi gotinên yên ku li ba wê bi îhtimal berdilkî dihatin hesibandin, wekî “kêza rixê ya pîr hela carekê vir da bihê!” yan “carekê li kêza rixê ya pîr binihêre!” bane wî dikir. Gregor bang û gotinên wê bê bersiv dihîştin û di cihê xwe da weng bêlivîn dima, mîna ku derî qet nehatiba vekirin. Şûna dihate hîştin ku xizmetkar bi yarênîyên bêfêde Gregor eciz bike, dera ku emir bihata dayîn, ku ew her roj odeya wî pak bike. Carekê sibehê zû, gava baraneke şên, mîna ku nîşana hatina baharê be, li caman dixist– xizmetkarê dîsa dest pê gotinên xwe yên her dem kir. Gregor pê hetanî dêv hat û wekî ji berhelnanê ra hazir, lê hêdî û şengijî li wê vegerîya. Encax xizmetkar jê netirsîya û bi serda jî wê rahîşte sendelîya nêzikî dêrî û ew berjor helna. Ji dîmena sekinîna wê û devê wê yî hetanî dawîyê vekirî aşkere dibû, kîngê sendelîya di dest da di pişta Gregor biçûya xwarê, hinge wê devê xwe bigirta. “Yanê hetanî vira, jê wêda na?” wê pirs kir û gava Gregor rûyê xwe guherî, sendelîya şûnda deyna kunc.
Gregor êdî hemahema tiştek nedixwar. Tenê gava ku di hêla xwarinên hazirkirî ra derbas dibû, jê tozikek diavête devî xwe û di devî xwe da bi seatan digirt, paşê pir caran dîsa diavête der. Di pêşîyê da, difikirî ku ya nedihîşt ew xwarinê bixwe, xemgînîya ji ber rewşa odeya wî bû; lê pir neçû ew hubûbû guhertinên odeyê. Mîna ku bûbû edet, tiştên ku li dereke din nedihatin bişûnkirin, li vê odeyê deydinan; û tiştên wengna jî pir bû, ji ber ku odeyeke malê bi kirê dabûn sê mêran. Sê mêrên cidî, her sê jî bi rîyên bitûn, wekî ku Gregor di navberê dêrî ra kifş kiribû. Û her sê jî ji hêla nîzamê da nexwaşê rêkûpêkîyê bûn; ne tenê di odeyên xwe da, her weha, çima ku wan ev dera kirê kiribûn, di warê îdareyê û bi taybetî ya aşxaneyê da jî. Wan tehemûle tiştmiştên bê kêrhatî û qilêrî nedikirin. Yek jî, wan pertalên mobilîyayên xwe jî bi xwe ra anîbûn. Ji ber vê jî tiştên bê feyde zêde bûbû, yên ku nebihatana firotin, lê meriv nedixwast biavêta jî. Evana gîşt diketin odeya Gregor, hetanî ku bi kodikên xwêlî û bermayîyên aşxaneyê gihê. Ku vê hengavê çi ne lazim bû, xizmetkarê ya tim bi lezûbez, ew cîhlê çeng dikir odeya Gregor. Ya rind e ku Gregor pir caran tenê tiştên ku dihatin odeya wî û destên pê wan girtî, didît. Xizmetkarê belkî jî nêt kiribû ku kingê wext û fersend çêbû, wan bi şûnda biderîne yan gîştan bi carekê ra biavê derva. Lê arast, ew çawa bi çengkirina siftê ra hatibûn, weng li wir diman, eger Gregor bi çerxbûna xwe ya di nava wan ra ew nelivandana; ew mecbûrî vê bû, ji ber ku ji xuşîna wî ra şûneke betal nemabû; lê paşê bi şabûnî ev dikir, her çiqas ku ew ji ber çerxbûnên han, pir westîyayî û bixwedeketî bi seatan di cihê xwe da neliv bima jî.
Çima ku kirêdaran carcaran xwarina êvarê jî li mal, di odeya mêvanan da dixwarin, loma derîyê wê hen êvaran girtî dima. Lê Gregor gava ku derî vekirîbû jî, jê îstifade nedikir, berevajî, bêyî ku malbatê hay jê hebe, ew di kuncê tarî yê odeya xwe da dirêjkirî dima. Carekê xizmetkarê derîyê odeya mêvanan hendik vekirî hîştibû û wexta ku kirêdar êvarê hatin û çire vêketin jî, ew weng vekirî mabû. Kirêdaran xwe li alîyê jor, li ber maseyê, şûna ku berê bav, dê û Gregor lê rûdiniştin, bi şûn kirin û destmalên sifreyê vekirin, kêr û çetel kirin destên xwe. Dayê sehaneke goşt di dest da, hema di derî ra xûya bû û li pişt wê jî xwang bi sehaneke kumpîr li ser heldayî. Helmeke tîr ji ser xwarinan heldihat. Kirêdar bi ser sehanê da xwar va hatibûn, mîna ku bixwastina berî xwarinê wê kontrol bikin û bi rastî jî yê ku di navberê her duyên din da rûniştibû û xwe wekî serdarê wan dinimand, hîn di sehanê da, çinîyek goşt jêkir, belkî ji bo ku bizane ka ew rind kelîyabû û gerek hebûya wî şûnda vegerînin aşxaneyê. Ew memnûn bûbûn, dayê û xwang pê rehet bûn û di ber xwe da sivik kenîyan.
Malbatê bi xwe di aşxaneyê da şîv dixwar, lê dîsa jî bav berî ku here aşxaneyê, dikete odeya mêvanan û şewqe di dest da, bi xwarvahatineke tenê carekê, di dor maseyê ra çerx dibû. Kirêdar gîşt radibûn ser xwe û bi nav riyên xwe da dikirin pistepist; paşê, gava ew bi tenê diman, wan şîv dixwarin. Ev bi Gregor ecêb dihat, di nav dengderxistinên pir çêşîd yên ji xwarînê, meriv tim û tim yê herdina didanan dibihîst, mîna ku bi Gregor bihê nimandin, ku ji bo xwarinê hewceyîya merivan pê didanan heye û çiqas rindtir bin jî, meriv bi çengeyên bê didan bi şîya nake tiştekî bike. “Bîza min diherê”, Gregor pir bi xemgînî ji xwebixwe ra digot, “lê ne ji vî tiştî ra, ku ez xwe mîna van kirêdaran bi xwedî bikim, ez ê bimirim!”
Tam vê êvarê – nedihate bîra Gregor ku bi dirêjîya demê li vîyolînê guhdarî kiriye– dengekî zirav, mîna çingîniyekê, ji hêla aşxaneyê da dihat. Kirêdaran xwarina şevê bi dawî kiribû û ji wan yê navîn rojnameyek derxiste pêş û jê rûpelek da her yekî din û niha wan bi piştdanîyê ew dixwandin û cixare dikişandin. Gava ku lêxistina vîyolînê dest pê kir, bala wan hat kişandin; ew ji cihê xwe rabûn û li ser pozî nigan çûn ber derîyê mabeynîyê û li wir, li ber û paş hev dawestîyan. Kesên di aşxaneyê da hatina wan bihîstibûn, loma bavê bang kir û got: “Herhal lêxistina vîyolînê bi mîrzayan xwaş nehat? Ew ê hema bihê birrîn.” “Berevajî,“ ji mîrzayan yê navîn got, “ma xanima cîwan naxwaze ku bihê ba me û li vê odeya hîn hewandîdar û rehet lêbixe?” “A, li ser seran” bavê lêvegerand, mîna ku yê li vîyolînê dixe ew bixwe be. Kirêdar vegerîyan odeyê û dipan. Pir neçû, bav bi rehle di dest da, li pey wî, dayê bi noteyan û xwang jî bi vîyolîna xwe va hatin odeyê. Xwangê ji bo lêxistina li vîyolînê, sakîn her tişt hazir dikir; dê û bavê, ji ber ku wan hetanî niha tu ode nedabûn kirê, bi pêşwazîyeke pir nazik hereket dikirin, mîna ku newêribin li ser paldankên xwe rûnin. Bavê xwe bi dêrî hebstartibû û destê rastê kiribû navberê du pişkojên ûnîformeya xizmetkarîyê a bihevdakirî; dayê li ser paldankê ya ku kirêdar teseduf deynabû kûncekî firk û kereme wê kiribû, rûniştî mabû.
Xwangê destpê lêxistinê kiribû; bav û dayê, her yek ji hêla xwe da, bi dîqet li hereketên destên wê mês dikirin. Gregor bi têsîra dengê vîyolînê tozikê berve pêş hatibû û bi sêrî ketibû odeya mêvanan. Ew qet li ser vê heyirî nema, ku wî pir kêm li demên dawîyê qedira yên din zanîbû; qedirzanîya ku berê serbilindîya wî bû. Lê niha, ji bo wî sebeb hîn zêde hebûn ku xwe vedize; çima ku ew bitûn di bin tozê va bûbû, ya ku li her derê odeya wî danîştibû û bi her livîneke piçûk va birûbelav dibû; wî dezî, tayên por û bermayîyên xwarinê yên li ser pişt û bogirên wî barbûyî, bi xwe ra kaş dikirin. Bêxemîya wî ya li hember her tiştî pir zêdê bûbû, wekî ya berê, gava ku wî rojê çend caran li ser piştê ketî, xwe bi xêlî dixurand. Û li hember vê rewşê ew çavtirsî nedibû ku li ser zemînê pir pak yê odeya mêvanan gavekê pêşda biavê.
Franz Kafka Wergera ji almanî: Nuh Ateş
Dûvmayî heye
Mainz, (Almanya) 04.10. 2015