Asparîk, cîrana Osê
Os di navbera du Yeniçeriyan da, dil bi tirs û xof, hat ber derî xanîyî ku padîşah lê yi. Li ber dêri jî dîsa du parastwan bi kinci xu yî bi şuret û dibriqî, disekinîn. Ji xencî Osê hin çend hemwelatî, yanê qulê padîşah li wir bûn, giştika deste xu li ber, bi hevra girêdayî, stuye xu li hêlikê da xar kiruwûn, dipan. Deriye xêni ji darê çîn bi çîn xemilandî û qasî bejne du mêra bilind diwû. Li ser dêri du helqê gilover, ji hêsin, didaliqîn.
Piştî gavekê deri be dengekî bilind, giran giran wewû, axayekî serayê bi kincên xu yî wek ê din nû û bi rengîn, derket ber dêri. Di dest da şivek hewû. Wî şiv çend caran li erdê xist û bangkir;
–Destûr efdê padîşahê mezin û gir, temsilkarê Xadê û Pêxemberî pîroz amade ye we qebul bike!
Bi rêz û rûmet bin, min bang kê kir ew bi parastwana va bê hundir! Hetanî ku padîşah ji we tiştekî nepirse, deng nekin!
–Dor a kê ye? Ji parastwan pirsî.
Parastwan, Os ra wî da. Osê di zikî xu da li ber Xadê digerîya ku bira tiştekî xeraw nê serî wî. Kince xu duzkirin û di nav parastwana da ket hundir. Seri li ber xu xuzkirî, dest li pêşva girêdayî û bi gavên pir bi tirs, sivik û giran. Herdu parastwan ketin bin pîyî wî û ew wekî ku ji erdê ra kaşkin, birin ber padîşê, sere wî bi desti xu xûzî jêr kirin.
Os gavekê war ma, dû ra li ser çoka ber bi destî padîşê çû û ipta pêşa xe- ftanî wî, dû ra jî ew gistîra ku di tiliya wîda paş kir, wekî ku berî hatinê, ra wî dawûn, sere xu qe ranedikir. Dûra destek dirêjî çengi wî bû, ew bi tiliya xu berbi jor rakir. Os hîn jî ditirsya li wî binêri. Le pir jî bi meraq bû. Padişê bi dengekî nerm û nazik;
–Lawî min navî te çi ye?
–Osman, Haciibrahimzade Osman! –Tu ji ku yî?
–Sancaxi Engürü, Heymaneh! –Kijan Êl?
–Mikaîlî, Qawmî Eqrad!
Os ji dengi padişê berda diçû ku, tiştekî xeraw tunne wû, bi vê fikrî bare wî sivik bû, dilfereh bû.
–Osman dile min bi xandina Qur`ana te pirr kêfxweş bû, le lêva te bala min kişand, çi bi lêva te hat ku wekîna dirya yî?
Osê çiroka lêvê xu kin û qut ji wî ra qal kir. Padîşê ji wî ra got;
– Ji dîya xu ra ji bo vê dilgiran nebe, neêşe, ji ber ku wê bi xastek ew nekiriye! Tu dê bi qastî xerawiya zaro xu naxwazi, ew qezayeka nebaş e, le binêri! Ew bûyi sebeb ku tu hatî Stenbolê û ketiye xiz- meta me, xizmeta dînî İslamê! Di her xeriwiyê da xêrik jî heye! Û bang kir;
–Axano! vî xortî biwin ba neşterge- rên serayê, bira lêva vî xortî delal bi emelîyatê bidûrin!
Os dîsa di pîyî parastwana da ber bi paşiyê û seri li ber xuzkirî ji xêni derke- tin. Osê hilmek kûr kişand cigera xu, serjêkirin tunne wû! Li ber dêri kîsek jî kirin berika wî, wek usul bû, padîşah ew xelatkiribû. Kêf kêfa Osê bû, te ber- da ewe ji wir bê bask bifiriya. Ew birin cem Cerraha, wana lê nêrîn û gotin;
–Sibê bînin vir! Le bi zikî birçî wari, emê bi afyonê te bitevizînin û emelîyat kin! Ew ji bo me neştergerîyeke çûk i! Ne tirs e!
Çi tirs? Wana bê afyon jî ew bi- dûrîyana, xema Osê ninûw… Os wê şevê ji kelecanê ranaket, xew nediket çava, heta siwê li halî xu yî emelîyetkirî difikirî û diket xewn û xeyalan. Roya din siwê rawû av li xu kir, kince şuştî, nû li xu kir, çû neştergehxana serayê.
Li ber dêri xu qeyd kir, ew birin oda emeliyatê, li ser textikî bilind dirêj kirin. Xortî alikar hinkî afyon da wî, gavik şûnva heşê Osê çûn, xu anda kir. Li ser xu çû. Di odeka din da heşar bû, xortî ku afyon dawû wî, li ber serî wî rûniştîbû. Osê xwast tiştikî biwêji, le nikarî, qamişek di dêvda wû û devlêv gî bi paçi spî, ji pemmiyê girêdawûn. Lewik bi tiliya xû ji wî ra got huşbi û hertişt baş i. Rûyê wî dikeniya.
Os jî dilfere bû, ji Xadê ra şukir ku ji wî ra bûyi yarmetdar. Ji kêfa girî ji çava hat. Dîya xu û êl hat bîra wî, ew li piştî emeliyatê, lêva wî dîsa xaş bûyî, bi- diyana, ê çi bigotana? Lêwik bi qamişî di devî wî da hinkî şorbe dida wî, birçîbûna xu hat bîrê, şorbe germ germ ji gewriyê da dadiket jêr, Osê ew dibi- hîst. Os qasî heftekî li nexaşxana Serayê ma. Rokê siwê sercerrah, ew romî bû, li dû ji çend neştergerên din ketin hûndir. Osê zanî ku îro ji bo yî wî roki mezin i. Hatin cem wî, xatire wî pirs kirin dû ra alîkar bi meqesa paçê birîna wî birrîn, jê kirin. Ew paç bi birînê va nusikî wû, hinkî canê Osê êşand, le Ose ji ber mêr- tiyê xu ji hayê nekir. Sercerrah keniya, neynik da destî xu û ra Osê da.
–Li xu mêzeki xorto! Ka tu xu dîsa nasdike, yan na?
Osê li neynikê da lêva xu yî qeliştî, diryayî nedî, li şûna wê tenê deziye dûrinê xanê dikir. Alikaran ew dezi bi meqesê birrîn û yek yek kişandin. Dû ra bi meyê lêva wî şuştin, pakirin. Simêla xu hinkî dirêj bûwû. Ji xu xu ra birrî, ji vê şûnva rû berda, bi vê jî şûna birînê lêvê veşêri! Rawû xu avêt desti neşterger, ew paş kirin.
–Xadê ji we û padîşah razî bi, we carik din ez anîm dunê! Neşterger û ali- kare wî ji pir kêfxaş bûn,
–Xadê ji te jî hafiz, Xadê ji te jî! Tu ye ji me ra bi ew dengî xu yî xaş Qur ́anekê bixwûni, ew bese me yî!
Wana jî bihîstîwûn ki, Os hafizekî navdar û zîrek i. Osê tişte xu berhev kirin, ji nexaşi din, kesên ku xizmeta wî kirini, xatire xu xwast û keti rê çû mala ku lê dimîni. Hevali wî ew bi dil- germî, bi qîrina şabûnê peşwazî kirin. Wî bi coşekê ji wan ra qala emelîyeta xu, daweta li cem padîşê kir. Giştika bi heyranî li devî wî mêze dikirin. Osê bi zêre ku padîşê dawûn wî qurbanek serjêkir, şiranî belavkir, li mizgeftê jî mewlud da xandinê. Ew axta xu wû, wî dianî cîh. Ew bê sebr li ber xandina Qur ́anê li ber cemaatê wû. Dixwast ku bira dunya elem bizani, ew hendu ne lêvseyî, yekî mîna wana yî û bê fedi tevli wan bi, yekî wek wan bi. Kî di- zani, eger Xadê nivîsandî, bi keçeka Stenbolî va jî bizewice.
Heta nika ji xu fedi dikir ku bi he- vala va qala keçika biki, yan jî bi keçi- keke va rû bi rû biwi. Li ji vê şûnva ew je bi xu guman derketa derva.
Os berî giştika çû seri li Mela Şewqî Efendi xist, carek din ji wî ra dua kir, mineta xu anî ziman. Li dû wî jî çû hindê Mewlana Xalid, Ji ber ku ew newû ya, Os ne diket nav En- cumeni muezzina, ne jî li cem padîşê Qur`an dixand. Ji wî ra hînik şîranî jî bir. Wî dizanî ku Mewlana ji şiranî pirr hezdiki.
Osê bi rûyî xu yî reş, canî xu yî spî û kal û gewr, bejna xu yî dirêj bala pirr kesa dikşand. Pir cara ku kare wan tunne wû diçûn li ber derya yê li keştiyên çûk sîyar diwûn. Xelkê Stenbole, keç, jin, xort, kal gî dihatin vir. Xorta li wir ji xu ra li keçên ezew dinêrîn, ku dile wan keti yekê yan ji li yekê hezkirin, bi avakî jê ra işmar diki- rin, xeber dişandin ku hevûdi li derek talde da biwînin. Edet bû, keç bi hîn jinên pîr, yên ku vê ra digotin “Baci“ yan jî „Baci Kalfa „ va dihatin hevdîtin ê. Tenê nediwêrîn.
Osê tu bi kesî va qewl nedawû. Herçiqas wekî berê pirr nedihat bîrê jî, hîn cara Hew dihat berçava, ew çave wê yî heşin, guliyê we yî sor li navê, bejn û bala wê, ku bi rêva çû, sîya wê, bîna wê.Ledûrajixuradigot;NaOso!wa yî çend sal derbas bûn, tu ji mal û ji wê revya, bêxeber û bê xatirxastin, belkî ew dane mêr jî, ji ber ku li êlê keç di pan- zde, şazde saliyê da diwûn bûk. Ku yek heta wêngê newû bûk, şor derdiket ku ecewa ew keçik bi qusir e, çi kêmasîya xuheyî.Osêxubivêdixapand.
Ku bîra welêt dikir diçû Sütlüce yan jî aliyê Anadolu. Li wir ji welêt kesên ku keriye xu ji bo firotinê dianîn, hewûn. Bi wan ra deng dikir, hesreta dilî xu hinkî sar dikir, ji êlê dipirsî ka li ku ne, çi dikin? Ên ku bi tirkîya Osmanî nedizani ra diwû alîkar, rê ra wana dida. Wana jî pirr cara yan çend Mecidiye di- dan wî yan jî berxek, pezek didan wî. Wî ipta ji vê fedi dikir, le dû ra dît ku wana jî naxwazin di bin rindiya wî da bimînin, ew qebul dikir.
Pirr cara ew pez, berx ji şûna ku ew cara yekê hatiwû Stenbolê û lê mawû, mîvanxana medresa Mewlana Xalid ra dibir. Ew bi vê pirr şa diwûn.
Osê jî hêndu dixwast bizewice, biwe xadan mal û zav zêc. Ji ber ku wî epey pere jî berhev kiriwû, wî dile xu jî mela Şewqî ra vekir. Ew pirr pê şa bû. Û got;
–Osman tu gir bû, dil zewacê dix- wazi! Başi em li dost û hevala bipirsin, bira ji te ra keçikik helal şir xarî biwî- nin! Ku pere te têrê dike, here ji xu ra malekê bikiri yan jî kirê ki!
Os bi kêf çû ew ji hevala ra qal kir. Rawûn bi kêf bi hevra halay kişandin, hînika jî koçekî lîstin.Te ye bigote qey dawat nika da destpêkiriyî. Osê zûva malik kirûwû çavi xu. Li hêla behrê, di nav dara da, malik çûk, le belê şirîn. Buhaya vê jî pirsî wû. Pere wî têrê dikir. Wê şevê ji kêfê xew neket çava, siwê çito rawû li dû limiya xu çû hindê wê malê. Hîn mehel di xewê da wû, li hêlê behrê qehwexanek hewû, xadanî wî hendu Os nas dikir, ew ji hundir da dî, derket ber dêri û bang Osê kir;
–Wari Osman, çi ye vê berbanga siwê, li çi digeri xorto? Rû bi ken…
Osê jê ra qala niyeta xu kir, ew jî pê şa wû, ra wû çû ji bo yî xu û Osê ra qehwek dayna ser arî komirê. Ha- vinê hendu xatire xu dixwast, payîz li ber dêri wû, li derva eyam henik bû, Bi yekva ewr reş bûn, ba derket, bakî sar û kûr, dû ra dest bi barane kir, te ye bigote dengiz dirije!
Baca qehwexanê da êr dikir çîte çît, germahîya êr, tehma qehwê û fikra kirî- namalikêûdiwêmalêdabijinûzarya jiyînê, Os bir xewn û xeyalên rindik.
Baran sekinî, ewr disa belaw bûn, ro tave xu ên germ avêtin ser deryayê û bajêr. Osê destur xwest û çû ber deri malê ku dixwazi bikiri, hilmik kûr kişand cigera xu, got;
–Ya Bismillah! Û li helqa hesin a dêri xist, sê cara. Bi dilikî zîz.
Gavik şûnva di hundir da denge şimiki ji darê hat bihîstinê, ên ku Stenbolîya jê ra „Takunya“ digotin hat, herçik çû nêzik bû deri giran giran vewû, mêrikkî kal bi fistanî xu yî spî û dirêj e xewê, li ber wî disekinî. Xaçek zêrrînî di stû da wû.
–Siwa we bi xêr! Got Osê. Merik;
–Siwa te jî xorto! Xêre? Ji bo çi hat? Os;
–Min bihîst ku hûn vê mala çûk difroşin, ez dixwazin wê bikirim. Me- rik ha li dor paşi wî mêzekir û pirsî;
–Ka dê û bave te li ku ne? Em bi wan ra deng kin! Os;
–Ez dixwazim ji xu ra bikirim, ew li welêt in! Mêrik;
–Here Xortî delal bi min nekene! Ka ewqas perê te hene? Tu çi karî diki? Os;
–Biborin, rasti sali min çûk in, li ez endame Encümenî Müezzini im, di serayê da! Perê min hene, ez dixwazim bizewcim û min ji mala we jî gellek hezkir! Mêrik;
–Li qusura min nenêr e! Ji ber ku tu ewqas genc î! Baş i ez xu amadekim, em herinbaQadiEfendi,liwirbişahidiya du kesan peymana firotinê çêkin! Os;
–Ka ez dikarim berî wê malê ji hundir va mêzekim? Mêrikî kal got;
–Diwi! bidi dû min! û ber bi malê va çû, Osê jî bi meraq da dû wî.
Hewş bi dîwari bilind çex kiriwû, li erdê kevre sehlem raxistiwûn, di navîna hewşê da jî bîrik xanê dikir. Li dorpaşî xaniya jî dare çinarê, guza ber bi ezmên bilind diwûn. Mêrik bi devoka Gayrî Muslima bi tirkî deng dikir.
–Ez û keçika min bi hevra li vir dijîn, ez zêrkar im, li Kapaliçarşi! Navî min Kevork i, Kevork Aituyan! Ew kar me ji kal û bavan hu kir û hîn jî demeşinim, le Xadê lawik nedan mi! Keçika min yek cara ji min ra diwi alîkar, ji dest jî tê, le bes jin li gor qanunên Osmaniya nikarin bişuxlin, kar bikin!
Mal ji derva va çûk xanê dikir, derikî ji texta, çîn bi çîn neqşandî û boyaxkirî, li hêla dêri jî du pençerên ji dervada bi hesina parastî û çarkoşe û dirêj hewûn. Ketin hundir, li dora mahbînekê çar deriye xaniya didîtin. Kevork got;
–Vira Aşxane ye, li hêla wê xaniye bara heyî! Herdû xaniyi din jî tu dikari biki xaniyê raketinê û a mîvana! Ji bo rûniştinê!
Mal pîr û pak bû, Osê hema got;
–Temam ez dikirim, hûn çiqasî dixwazin? Kevork kenîya;
–Xorto! Tu hîn ter û genc i! Meri dikari te pirr zû bixapîni, berî ku tu tiştekî bikiri yan jî bifroşe, hertim ji piyasê bipirse û tim bazariyê bike! Şîrete xu li Osê kirin. Dû ra got;
–Xorto ez 500 zêrî dixwazim. Ew bes e!
Osê hema deste xu avêt berika xu, zêr û pere ku berhev kirûbûn, derxis- tin, da destî xadanî malê.
–Ka ji vir hilgire!
Kevork ew hilanî, yek yek hêjmart, bedela malê jê hilgirt a din disa avêt ber Osê. Dûra got;
–Wari hîn zû ye beri ku em herin ba Qêdi peymanê çêkin, li mala me Xurînîyekê bixûn.
Ji wir bang kir; Porsora min mîva- ne me heyî, sifrê li gor wê amade ke! Dengeki nerm, wek billûr ji hundir ew bibersivand;
–Serseran serçavan Baviko!
Sere xu çex Osê kir û got;
–Dîya wê rehmetî bû, ez bi keça xu va tevhev li vê qonaxa mezin da dimînin. Ji dengî Bav û keçikê meriya hezki- rina, eşka di nav wan, muhabbeta wan pirr baş dibihîst. Kevork li pêş, Os li paş ketin hundir. Li ser masekê Xurinî hatiwû amade kirin, Ji rişkîn bigre heta pastix û hêkê Qalî hertişt hewû. Li pê dawastî jî keçikik navzirav, por zer û guli dirêj bi rûyikî bi ken ew xêratî kir.
–Ez Asparîk, keça vî kalî Eqsî û şîrin! Xu da nasandinê.
Mîna keçike Êla Os ê bû, ji mêra ranediwya. Wekî din keç û jini Sten- bolê ku bi mêra va deng dikirin, tim serçave xu por dikirin, paşiya xu çex Mêra dikirin û bi dengekî sifik dikirin pistepist, eger wana bi mêrikî nasne- dikirin ra deng bikirana. Asparikê li hûndurî çavi Osê mêze dikir, ji xu bi guman û xaş. Os şaş ma, nezanî çi biki, çito rûni. Keçikê hema kursîyek kişand û bi destî xu şûn ra wî da;
–Runni, çima fedi diki? Û keniya, hêlekê da jî bi meraq li wî dinêrî.
Os li hêla Kevork rûnişt, sere xu di berda, qe li dorpaş xu nenêrî û dest bi xarinê kir. Piştî xarinê dua xu kir, ji xadani malê ra spas kir û ji si- frê rawû. Kevork pariye xu giran giran dicû, bê deng dadulqand. Meriya da- ketina pariyî wî di qirikê da didî. Os li ser diwanê rûnişt, ji dîwanê da behra reş, wek çemekî biber direj diwû, dî- meneke pir rind bû. Asparik jî hat li hemberî wî rûnişt, bi çavi xuyî kesk û wek çilûskê êr, bi meraqeka mezin li wî dinêrî. Bavê jê ra got;
–Porsor! Osman kurd e, min ew mala me ya çûk firat wî, Bixu endame Encümeni Müezzin e Serayê ye. Bi xu kurd e, ji Engürü yê! Keçik şa bû got;
–Te çiqas rind kiriye baviko, Ewe ji me ra biwi heval. Çex Osê bû,
–Osman tu ezew e an zewicî ye? Osê bi fedi li Kevork mêzekir, Kevork bixarina xu da ketiwû, qe li wan ned- irî. Osê got;
–Ez ezew im! Bi fedi…
Çave Asparikê dikenîyan, ji vî xortî nûgihîştî hezkirûwû. Kevork rawû pê û ji Osê ra got;
–Osman niha ji mala te ra hîn tişt hewce ne, ka em bi hevra herin çarşiyê, li cem hevala wana bikirin, Asparik ji bira mala te bi cî di!
Os hema bazda, ji Asparikê xatire xu xwast, solê xu li ber dêri derxistîwû, ew bi lez kir pê û daket hewşê. Li dû wî jî Kevork dihat. Li bêr dêri erebeka hespa, jê ra fayton digotin, dan seki- nandin, lê sîyar bûn û ber bi sûk û kolanên Stenbolê, ketin rê. Wek jîyana Osê a heta nika, kirîna malê jî pir bi zû bûwû. Le Os bi kêf bû. Rehetiya Aspa- rikê, bedewî û kene wê jî qe ji bîra Osê nediçû. Hewa xuya dîn û delal ji bîr kirûwû. Asparikê xaçperest, yêrmanî heş li serî wî birûwûn.